Cîhan

Nûnera Herêma Kurdistanê û Lindsey Graham civiyan

Nûnera Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdurehman, li gel Senatorê Komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham civiya. Di civînê de peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û herwiha dawîn pêşhatên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Derbarê civîna li gel wî senatorê Komarî de, Beyan Samî Ebdurehman ragihand, “Me li gel dostê Kurdan ê qedîm, Senator Graham hevdîtinek pêk anî. Min ji ber piştevaniya wî ya bo gelê Kurd û Herêma Kurdistanê, spasiyên xwe pêşkêşî wî kirin.”

Nûnera Herêma Kurdistanê herwiha amaje bi wê jî kir ku di hevdîtina li gel Graham de, xwepêşandanên li Iraqê jî hatine gotûbêjkirin û diyar kir, “Min tekezî li ser mafên rewa yên xwepêşanderan kir.”

Li ser nîqaşên guhertina destûrê li Iraqê jî Beyan Samî Ebdurehman got, “Di civînê de, di egera guhertineke di destûra Iraqê de, min amaje bi wê yekê kir ku pêwîst e mafên gelê Kurdistanê bên parastin û di vê mijarê de min daxwaza piştevaniyê ji Graham kir.”

Herwiha Nûnera Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî kiriye ku piştî êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê zêdetir ji 12 hezar kes koçber bûne û li Herêma Kurdistanê niştecih bûne.

Senatorê Komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham jî di civînê de dupat kiriye ku ew dê piştevaniya xwe ya bo Herêma Kurdistanê berdewam bike.

Back to top button