Kultur

Nûbihar: Jimara 151an derket!

Di van rojên ku wîrûsa koronayê însan tev mehkûmî malan kirina de kovara Nûbiharê jimara xwe ya 151ê derxist.

Edîtorê kovarê Süleyman Çevik di nivîsa xwe de, bi kurtî behsa vê şewba koronayê û tesîrên wê, paşê jî behsa naveroka kovarê dike.

Ahmet Aras behsa çûyina xwe ya binê xetê kiriye; çawa nivîskar Qedrîcan nas kiriye, derheqê Mele Mistefa de jê re çi gotiye û Mele Mistefa çawa qedr û qiymeta rewşenbiran zanibûye…

Murad Celalî ferhengaYûsif Ziyaeddîn Paşa, El-Hediyyetul Hemîdiyye fî Luxatîl Kurdiyye, Ali Karadeniz jî Destana Zenbîlfiroşê kiriye mijara nivîsa xwe.

Roşan Lezgîn behsa Mela Mihemedê Palo kiriye. Em bi qelema Roşan Lezgîn, ji vî kesê jiyaneke balkêş derbas kiriye haydar dibin.

Di vê jimarê de Hêriş Kemal Rêkanî helbesteke Axaokê Bêdarî li Edebiyata Kurdî zêde kiriye. Ev şairê sedsala 17-18an mixabin kêm helbestên wî gihane roja me; ji ber vê, ev tişt gelek girîng e.

Di vê jimarê de zêdebûna nivîs û helbestên bi Miks û Hîzanê ve aleqedar bala meriv dikşîne. Jixwe Axaok ji gundê Bêdarê, yê li ser Hîzanê ye. Şi’reke Feqiyê Teyran ku Mela Muhemmedê Gulnarê Miksî peyda kiriye, nivîsa Nevzat Eminoğlu ku Hîzan, weke navendeke îlmê dînî û edebiyateke Kurdî bi nav kiriye û hevpeyvîna ku bi Îbrahîm Sunkur re hatiye kirin jî bi vê heremê ve aleqedar in. Wekî din, çend helbestên vê jimarê ji aliyê kesên vê derdorê ve hatine nivisîn.

Naveroka jimara 151ê weha ye:

Süleyman Çevik/Ji Edîtor

Berken Bereh/Wêje û Sosyolojî

Ahmet Aras/Mele Mistefa û Rewşenbîrên Kurda û Qedrîcan

Rojen Barnas/Min zîndanek divê / Xela bû lawo, xela bû…

Murad Celalî/Hediyyetul Hemîdiyyeya Yûsif Ziyaeddîn Paşa Yan jî Xemsariya Kurdan ya Ziman

Berken Bereh/Derî

Ali Karadeniz/Bi çavekî din xwendina Destana Zenbîlfiroş û çend vederxistin

Joseph Brodsky/Ji oda xwe dernekeve! (Werger Ji Tirkî: Berken Bereh)

Roşan Lezgîn/Di têkoşîna Kurdistanê de şervanekî qewîn: Mela Mihemedê Palo

Kevok Mizgîn/Maka Axîna te

Hêriş Kemal Rêkanî/Axaokê Bêdarî û şi’reke wî ya neweşiyayî di keşkûleka destnivîs de

Qeyser Emînpûr/Tenê tu dimînî (Werger ji Farisî: Mahsûn Reşçelan)

Mela Muhemmed Gulnar/Qesîdeyeke Feqiyê Teyran ya Nîvcomayî: Mikis (Tîpguhêzî û Amadekarî: Sîpanî)

Felat Dilgeş/Keziyên te

Nevzat Eminoğlu/Hîzan wek Navendeke Îlmê Dînî û Edebiyata Kurdî

Ubeyd Kudat/‘Eyana Heqîqetê

Îbrahîm Sunkur: Ez û edebiyat mîna ruhekî ne di du cesedan de…(Hevpeyvîn: Hanifi Taşkın & M. Enis Dilmaç)

Heinrich Heine/Belzasar (Werger Ji Almanî: Dr. Abdullah İncekan)

Seyîd Îslam Duago (Şemzînî)/Sazî û Avahî di Şi’ra Melayê Cizîrî de

Hafizê Şîrazî/Zû de ye ku dildarê peyamek neşand (Werger ji Farisî: Hayrullah Acar)

Elî Kemal Bapîr (Kemalî)/Şa’irên Navwenda yên Kurd -1- (Ji Soranî û Ferhengok: Hêmin Omar Ahmad)

Xatûna Barî/Bavê Memed (Tiranskirîb: Sîpanî)

Ayhan Yıldız-M. Zahir Ertekin/Mela ‘Ebdul’ezîzê Bitlîsî/Şeyda û Mulemme‘a Wî ya Çarzimanî

Bamed Serdar/Kilama kêzika keserê

Ömer Faruk Feyat/Ax Tamara

Occo Mahabad/Dengbêjekî Bêxweyî: Keremê Kor

Pablo Neruda/Evîn (Werger Ji Îngilîzî: Talat İnanç)

Nedîm/Dîsa ez bûme esîrê ax şoxekî sîtemkar (Werger Ji Tirkî: Bayram Özün)

Rahmetullah Karakaya/Du Kitêbên Hêja: Sînem û Dozger

Firat Keklîk/Tenêtî û bêtebûn

Îmamê Şafiî/Ji Dîwana Îmamê Şafiî: Bihêle roj çi dixwaze bila bike (Werger ji Erebî: Nesim Sönmez)

Ebru Yılmaz/Guherîn

Rojbîn Ozkan/Evîna Feqî

Merve Şivan/Belekiyên li Berwarê Zozana

Mehmet Kaplan/Mamoste

Seyda Ronahî/Rovî û goşiyê tirî

Melahat Uluç/Nirxandinek derbarê kilama “Xalê Cemîl” de

Nizamuddîn Yakışık Hîzanî/Dilşewitandina li ser Şehîd Şêx Ebdulkerîm Çevik Norşênî

Sidîq Gorîcan/Çîrok bi Çîrok Du Haîkû

Ji Editor:

Ji jimara 151an merheba

Van çend mehên dawîn, dunya tev ketiye derdê şewba coronayê. Doktor û rayedarên dunyayê ji însanan re dibêjin: Xwe biparêzin, ji malên xwe dernekevin, hevûdu ziyaret nekin, nêzîkî hev nebin û nekevin cihê qelebalix.

Wîrûsek piçûk însan tev mehkûmî malan kirine. Dibêjin, ji Şerê Duduyan yê Cîhanê virde, bi qasî vê nexweşiyê tu bûyerê tesîreke ewqas giştî li cîhanê nekiriye.

Mirovên ku li asîmana her rojê keşfên nû peyda dikin, li hemberî wîrûseke weha tev ketine acziyetê; bêçare mane û nikarin çareyekê peyda bikin.

Çawa her bûyera girîng li pey xwe şop û navekî dihêle, ev bûyer jî digel tesîrên xwe yên aborî û siyasî, wê di hafizeya însanan de weke bûyereke mayende cihê xwe bigre. Çawa îro em behsa salên xelayê, nexweşiyên weba û weremê dikin, însanên dahatûyê jî wê behsa îro bikin.


Miks, Hîzan û derdora wan, di edebiyata Kurdî de ciheke wan î taybet heye. Ji vê heremê gelek navdar derketine.

Di vê jimarê de, Hêriş Kemal Rêkanî şi’reke nû ya Axaokê Bêdarî ji keşkuleke Berlînê peyda kiriye û li Edebiyata Kurdî zêde kiriye. Axaok, di dawiya sedsala 17an de ji dayik bûye, di sedsala 18an de jî wefat kiriye; mixabin kêm şi’rên wî gihane roja me; ji ber vê, peydakirina şi’rên Axaokê Bêdarî gelek girîng e. Bêdar gundekî Hîzanê ye, Axaok jî ji vî gundî ye. Herweha xebat û hewldanên Mela Muhemmedê Gulnarê Miksî û Hanifi Taşkin jî berdewam in; ewan jî şi’reke Feqiyê Teyran yê Miksî ku nîvcomayî bû di jimarê de temam kirine.

Nevzat Eminoğlu jî di nivîsa xwe de Hîzan, weke navendeke îlmê dînî û edebiyateke Kurdî bi nav kiriye û agahiyên hêja dane.

Vê jimarê, em bi Îbrahîm Sunkur re axifîne. Gelek spas ji kek Hanifi û Enis Dilmaç re, hevpeyvînek xweş pê re çêkirine. Sunkur ji Miksê ye, şair e, nivîskar e û gelek wergerên wî hene. Ji kesên vê heremê Sidîq Gorîcan, Ömer Faruk Feyat û Mela Nizameddînê Hîzanî jî bi helbestên xwe ked dane vê jimarê.

Ji vê jimarê kêfxweşiyek din: Li gor jimarên berê îjar helbestvan û nivîskarên jin zêde ne.


Ahmet Aras di vê jimarê de, behsa çûyina xwe ya binê xetê dike; çawa Qedrîcan nas kiriye, derheqê Mele Mistefa de jê re çi gotine, Mele Mistefa çawa qedr û qiymet daye rewşenbiriyê, tev kirine mijara nivîsa xwe.

Murad Celalî di nivîsa xwe de behsa ferhengaYûsif Ziyaeddîn Paşa ya bi nav deng El-Hediyyetul Hemîdiyye fî Luxatîl Kurdiyye kiriye.

Ali Karadeniz di nivîsa xwe ya bi navê “Bi çavekî din xwendina Destan Zenbîlfiroş û Çend Vederxistin” de derbarê destanê de çend tiştan dipirse û vederxistinên xwe bi xwendevanan re parve dike.

Roşan Lezgîn, li ser Mela Mihemedê Palo nivîsiye. Ev kesê heta niha ji aliyê Kurdên Bakûr ve nehatiye zanîn bi gelek aliyan ve dide nasandin.

Berken Bereh, Mela Muhemmed Gulnar, Seyîd Îslam Duago, ‘Elî Kemal Bapîr, Ayhan Yıldız-M. Zahir Ertekin, Occo Mahabad, Rahmetullah Karakaya, Ebru Yılmaz, Rojbîn Ozkan û Melahat Uluç jî bi nivîsên xwe di vê jimarê de hene.

Rojen Barnas, Berken Bereh, Joseph Brodsky, Kevok Mizgîn, Hafizê Şîrazî, Felat Dilgeş, Ubeyd Kudat, Heinrich Heine, Xatûna Barî, Bamed Serdar, Pablo Neruda, Nedîm, Îmamê Şafiî, Merve Şivan, Mehmet Kaplan, Seyda Ronahî, Qeyser Emînpûr û Firat Keklîk şairên vê jimarê ne.

Hetanî jimara din bi xatirê we…

Süleyman Çevik

Back to top button