CivakKultur

Nikarin dengê me bibirin

Li Enqere dadgehekä biryara daxitina kovara Roja welat da. Di vö derbarö de redeksiyona kovarö daxåyaniyek belav kir.Nikarin Dengê Me Bidin BirinêDadigehek li Enqere biryara daxistina malpera Roja Welat da.Be guman Roja Welat malpera yêkan nîne, ku ji aliyên dadigeh ve hatiye daxistin û ger rewş bi vî awayî berdewam be, malpera dawî jî nabe…Dewleta Tirk ji roja damezrandina xwe vir de, ji çapameniyê azad ditirse.Dewleta Tirk medyayê xiste xizmeta siyaseta fermî. Çapemeniyê, ku xizmeta dewlet û siyaseta fermî nekiriye, kete ber êrîşa dewletê. Dewlet ji bona qontrol kirina medyayê gelek zagonên dij-demokratîk derxist.Li Tirkiyê azadiya çapemenî her tim li ser kaxizê ma, neketiye meriyetê. Medyayê opozisyon û yên ku dijî siyaseta fermî ne, hatin daxistin, berpirs û nivîskar û karkerên wan hatin girtin, hatin kuştin û avahiya wan hatin kavil kirinê.Lê belê dengê medyayê azad, bi taybetî medyayê Kurdan nehat birin.Hikumeta AK Partî paş pêşîlêgirtina kudutayê 15 Temuzê, şuna ku cîgirtir bi hêztir kirina sîstema demokratîk gavan bavêje, ji bona bi hêztir kirina deshilatiya xwe, bona damezrandina “sîstema xwemalî û netewî” kar kir. Hikumeta AK Partî ji bona vê armancê Rewşa Awerte ragihand. Tirkiyê îro bi rêka biryarnameyên hikumetê yen ku hukmê wan qasê qanun e, tê bi rêvabirinê.Hikumeta AK Partî bi biryarnameyên hanê, bi dehan kanalên televîzyonê, radyo, rojname û kovar daxist, berpirs û niviskarên wan girt.Ligel biryarnameyên hanê, dadigehên, ku di bin qontrola hikumeta AK Partî da ne, bi gor siyaseta resmî biryara qadexe kirina medyayê dijîtal didin.Di roja yêkan a sala 2018’an da dadigehek li Enqere, biryara daxistina malpera Roja welat û hinek malperên dinê da.Malpera Roja Welat, berdawamiya tradîsyona 43 salî ye, ku li hember zilm û zordarî û tedayê dewletê berxwe daye û gihîştiye îro.Emê vê carê jî li hember dewletê berxwe bidin.Malpera Roja Welat qirînek e li dijî kolonyalîzm û zordariya netewî.Malpra Roja Welat, dengê welatparêz û demokratan e, cî û warê nivîskarên nîştîmanperwer û mirovdost e.Divê hikueta AK partî baş bizane, ku nikare medyayê dijîtal ya kurd bo heyamek qadexe bike, lê belê nikare dengê medyayê Kurd bigre.Çu asteng û zordarî nikare pêşiya medyayê Kurd bigre.Dikarin malpera Roja Welat qadexe bikin, lê nikarin dengê wî ya dij kolonyalîzm û dij zordariyê bidine birin.0401.2018Redaksiyona Roja Welat 

Back to top button