Nivîsar

Nezanekî nezan

 Bawerê OmerîDi binê zindanên reş de min dora xwe ronî dikir, di nav meydana cengên giran de, min di bin dengê tang û top û bombebarana balafirên cengî de bi napalim, xirdel û atomê li ser pirensîpan bi serbilindî xwe derbasî qûnaxeke din dikir, di bin zor û tepeserkirina dagirkerên welatê xwe de dikarîbûm bi serbilindî xwe ragirim, min di her kêşe û qeyranan de bi aramî xwe ji nav lehiya sersam û bê nihad dighand rexê din, ez di vê gerdonê de şervanekî rojhilata navî me, jîyana min tev berxwedan e, dilxurt im, dûrbîn im, bawermend im, mirovhez û dilovan im.Sed carî heyif û mexabin, yê ku pişta min timî dişkand, hevalekî min î “nezan“ bû, ew ne tenê nezan bû û bes, lê ew bi xwe nezanekî nezan bû jî.Zanyar û pispor û bijîşkên derûnî dibêjin:“karê mejiyê mirovên li ser vê xwezayê du beş in (1), aliyê çepê embara: Zanyarî û rastî, hejmaryarî û rêzik, yasa û  bîrkirin, zimanê bilêvkirinê û vace, dem û hûrgilî û şirovekirinê ye, û aliyê rastê embara: lîskandin û xewn, mûzîk û sema, reng û şêwe, hest û huner, wêne û ritim, hizirkirina zelal, zimanê gewid yê ne bilêvkirî û afirandinê ye“.Ligor vê xwendina zanistî diyar dibe, ku karê mejiyê hevalê min ê nezan bê ser û ber e, ne aliyê rastê û ne jî yê çepê di serê wî de heye.Malnewêrano! dema ew xwarinê dixwe, dibe çelpeçelpa devê wî û pêre bihna wî ne dire û ne têt, tu dibê anha wê bifetise, firnikê wî tête xwarê, zimanê wî pir dirêj e, lê gotinên rast ticarî nayên ser wî zimanê şîrîn û tahl, derewek û sed derew li cem wî wek hev in, çêjta şekir û hingiv li cem wî tahl û şor e, ya xwê û leymûnê li cem wî şîrîn û hingiv û gezo ye.Nizane ne henekan bike û ne jî bikene, dema li mûzîkê guhdar dike, hestê wî nayê livandin û nizane li ber awazên wê mûzîkê ne dîlanê bike û ne jî li çepka bide, dema li wêneguhêzê û wêneyekî û dîmeneke bedew temaşe dike, ti bandora film, nûçe, bûyer, serpêhatî, sipehîbûn û rengan lê nabe, livandina gewdê wî yê bê hedan, nîşana nezaniya wî dide xûyakirin.Nizane bi mirovekî re li aliyê rêkekê seyranekê ji xwe re bike, dexsok e, mirovxwer e, dilxwar e, dilhişk e, dilreq, dilçepel û durû ye .Di germê de kurk li xwe dike, di sermê de tenê kiras lê bê derîpî û gore li xwe dike, carina bedil û gerefêt, carinan jî kuncilên pir bedew li xwe dike, û pêre çixarê dixe nav tiliyên xwe de, ji bo ku xwe li cem xelkê  bide xûyakirin, ku ew bi xwe mirovekî bajarvanî û pêşketî ye, lê bi wê payebûnê jî ti guhertin di hişmendiya vî nezanî de çênedibû.Dikare di nav civatekê de nîvê tiliya xwe ya qereqûçkê bixe bêvila xwe de û lê bixebite.Di rojên zor û fermanan de, yên ku pêwîste mirov têde mêr be û singa xwe bide ya dijmin, ew dev ji hevalê xwe berdide û berî her kesî ji meydana rûmetê direve.Li cem hevjîna xwe tenê mêr û şêr e, lê di rojên giran de di nav civatê de roviyê li ser sînora û nav şikêra ye.Dikare di rojekê de bibe Ezdayî û Zeredeştî, lê pelekê ji Zendavîsta jî naxwîne, an dinî rojê dibe Cihû, lê pelekê ji Tewratê naxwînê, di kêlîkekê de dibe Fileh, lê pelekê ji Incîlê naxwîne, di kêlîkeke din de bibe Misilman, lê pelekê tenê jî ji Quranê naxwîne.Jiyê wî bûye şêst sal û hîn yek pirtûk nexwendiye, lê ew di civatan de xwe dide xûyakirin, ku ew hemû yasayên xwezayî û navdewletî û olî û bajarvanî û leşkerî û zanistî dizane.Ji ber ku ew nezane, zû têt kirîn û zû têt firotin jî.Ev nezan têkeve çi karî de, şêlûpêl dike û nahêle ew kar bighêje serî, timî piştgiriya çepel û xêrnexwazan dike, ew li kû amade be, ew der dibe cihê nexweşî ne lihevkirin û ne levhatinê, di vir de ligor nerîna oladaran, ev nezan di danûstandinên xwe de li nav civata kurdî rola Ahreman ya malwêrankirinê dileyîze.Ew bi xwe Kurd e, lê dijminê miletê xwe ye, û ji ber ku nezan e, ew bi hesanî dikare netewa xwe biguhere, di kêlîkekê de dibe mirovek navdewletî û nema sînorên di nav dewlet û neteweyan de dipejirîne – û xwe dike mirovek bi nasnameyeke cîhanî, wê çaxê kes nema dizane bê çermê guhê wî û bavê wî ji kû ye.Her du meha “bi ziman tenê“ hevalê partiyeke kurdî ye, di dema, ku ew netew û rûmetê bi qurûşekî jî nakire, kurdîtiya wî belaş e û ti ziyan naghêje abûrî û malbata wî.Ew ticarî li çalakî û helkeftin û şahiyên civakî û netewêyî yên kurdî amade nabe, û mahna wî ew e, ku dibe hêzên ewleyî bav û birayên wî bigrin, lê ku yeka çîmtazî ji Enqera, istanbulê, Tehran, Bexdad, Şam, Heleb û Beyrûdê şahiyekê li dar bixe, ew û malbata xwe bê pirs amade dibin û li ser kursiyên pêşî rûdinên, û pera bi ser wê çîmtaziyê de belavdike û merdbûn û zanebûna xwe li wir şanî yên amade ne dike.Dikare bi dijminê miletê xwe re li ser maseyekê rûnê û meyê pêre vexwe û pêre serxweş jî bibe, lê newêre bi Kurdperwerekî re li ser maseyekê rûnê û peyalek av û çayê pêre vexwe.Carekê dibe hevalê rejîma Elba,is li Şam û Bexdayê, û careke din dibe hevalê Qomûnîst û Biraderên misilmanan li Enqera û Qahîrê û Helebê, dema diaxive jî weha dibêje:“hemû serkirdeyên partiyên kurdî xiniz in“. lê ew xinizî û kiryarên xwe yên wêran zû û bi hesanî ji bîr dike.Bi erzanî û bê şerm û fedî dikare qeşmerî û tinaziyên xwe bi çalakvan, rewşenbîr, xebatkar û bi pirsa kurdî jî bike.Dema ez ji wî pirsa mirovekî bazirganiyê dike, bikim, di cih de ji min re dibêje:“wa, ma qey tu jî dixwazî bibî bazirgan?“.Ku ez pirsa yekî ajovan ji wî bikim, dibêje min:“wa, ma qey tu jî dixwazî bibî ajovan?“.Ku ez pirsa mirovekî oldar ji wî bikim, dibêje min:“wa, ma qey tu jî dixwazî bibî şêx û herî buhiştê?“.Ku ez pirsa yekî kabçî jê bikim, dibêj min:“wa, ma qey tu jî dixwazî bibî kabçî?“.Ku ez pirsa yekî serserî jê bikin, dibêje min:“wa, ma qey tu jî dixwazî wek wî bibî serserî?“.Ku ez pirsa yekî diz û teşqelçî jê bikim, dibêje min :“wa, ma qey tu jî dixwazî bibî diz û beradayî?“.Ku ez pirsa yekî efyonkêş jê bikim, dibêje min:“wa, ma qey tu jî dixwazî bibî efyonêş?“.Ku ez pirsa xanimekê jê bikim, dibêje min:“ wa, ma qey tu jî dixwazî xwe pêre bihetikînî?“.Ku ez pirsa yekî qaçaxçî jê bikim, dibêje min „wa, ma qey tu jî dixwazî bibî qaçaxçî?“.Ku ez pirsa yekî parsek jê bikim, dibêje min:“wa, ma qey tu jî dixwazî bibî parsek?“.Ku ez pirsa yekî Cengene jê bikim, dibêje min:“ wa, ma qey tu dixwazî bibî Cengene?“.Ku ez pirsa yekî xwendewar jê bikim, dibêje min:“wa, ma qey tu jî dixwazî wekî wî bibî Ehmedê Xanî?“.Ku ez pirsa yekî welatparêz jê bikim, dibêje min:“wa, ma qey tu jî dixwazî Kurdistanê ji me re rizgar bikî?“.Û piştî van pirsên min ji wî, ku zanibe ew mirov li kû ye jî, ya rast ji min re nabêje.Ev nezanê bê hempa perê wî pir in, lê ew nizane wan di rêkên dirust de xerc bike, ew dikare alîkariya yekî bike, ku wî ew kes di rojekê tenê de jî naskiribe, mebsta wî ew e, ku dibe di demên paş de sûdeyekê ji vî kesî bigrie, lê ew ticarî alîkariya heval û dostên, ku wan ji çil salî ve nas dike, nake.Ez bi sedê caran çûme mala wî, lê ew ji salê ya ji du sala carekê tenê dihate serdana min.Carekê yekî ji malbata min koça dawî kiribû, ew nehat û sersaxiya min nekir, piştî wî soz da, ku wê heftiya were bête sersaxiya min bike, li ser soza xwe nehat, rojekê min ew li cihekî dît û bêyî ez jê bipirsim wî gote min:“bi Xwedê berf dihat û dinya sar bû, ji ber wê ez nehatim“.Heger ji deh salan carekê mêvanek diçe mala wî, ew mêvanê belengaz ne dikare li civata wî rûnê û lê guhdar bike, û ne jî bi şev li mala wî xew bike û dawî revî revî û birçî ji mala vî nezanî derdikeve.Ew ji nîvê dilê xwe bi heval û hogir û hevsî û miletê xwe re dilreş e, tenê zanebûn û başbûna xwe di jin û peran de dibîne.Min bi dehê caran alîkariya wî kiriye û ji wê alîkariya min wî pir sûd girtiye, û dema li ber bayê min ranedibû jî min gazinan jê nedikir.Min carekê tenê şaştiyek kir û alîkariyek jê xwest, ew li kîjan civatê rûnişta dida riwê min, û xwe li pêş civatê dikire hevalê hevala, ku wî di filan rojê de alîkariya min kiriye, lê ez bixwe ticarî nikarim bi şêweyê wî danûstandinê bi mirovan re bikim, pirensîpên min nahêlin, ez xwe daxînim wê asta wî ya nizim.Bi vê nezaniyê xwe timî dide kêleka dijminê miletê xwe, tenê berjewendiyên xwe yên kesayetî diparaze, lê ew nizane, ku rojekê dawiya wan berjenwendiyan têt û ew ê dûr nêzîk têkeve devê gurê har de.Ez baş bav û bavpîrê vî nezan nasdikim, ew Kurd in û  ji Kurdistanê ne, lê ev nezan ji ber karvedan û kîn û dilreşiya xwe li dijî malbat û heval û miletê xwe, wî avayiyek li bajarê Helebê û yek li Şamê kirîbû û xwe pê paye dikir, û digote min:“ma ez ê li Qamişlê û Amûdê û Hisiça çibikim û çi li vir heye, her tişt li Heleb û Şamê hene û xweştir in“.Di civata kurdî de nezanên mîna vî hevalê min pir in- û ew in, yên ku ta niha nehiştine miletê kurd pêşkeve û dewleta Kurdistanê ava bibe, çi hewildaneke biçûk di avakirina bingehekî, saziyekê, dezgehekî de çêbibe, ev nezanên me mîna zîndîlokan xwe bi dewa mero digrin û nahêlin em satîmitroyekê tenê jî di wî karê çê de derbasî qûnaxeke din bibin.Tevî ev nezan ziyanên pir mezin dighênin civaka me, ta roja îro jî zanyaran dermanê herî bi sûd û bandor ji van nezanan re nedîtine.Tenê seydayê Cegerxwîn di gelek helbestên (2) xwe de pend û derman û nimûneyên danûsitandinê û çareserkirinê ji bo nezanên Kurda şanî me daye, herweha du rê dane ber van nezanan, yek jê perwerdekirin e, û ya din jî lêxistina bi çopê ye -û van nezanan mîna dijminê hindur di civata kurdî de bi me dide naskirin.Ez bawerim, mirov dikare hemû şêweyên çareserkirinê bi van nezanan re bi kar bîne, lê ez ê pir şad bibim, dema zanyar û şehrezayên derûnî û bi taybet yên Kurd çare û şêweyên nûjen biafirînin, û civata me ji van nezanan rizgar bikin, wê çaxê tenê dergehên rizgarî, pêşketin, xweşî, geşepêdan, destpakî û azadî di nav civata kurdî de vedibin.[email protected]13.09.2018 z – 2630 kJêder:1)- https://www.google.de/search?q=gehirnteile&tbm=isch&source=iu&ictx=1&fir=WzUGe08JHXwOOM%253A%252CyxNwlKvh5sX3oM%252C_&usg=AFrqEzcKqQvSBs9l0QsSb7eB18rs5XOTTQ&sa=X&ved=2ahUKEwjmqcrDkp3dAhXJiywKHSNMAb0Q9QEwAXoECAYQBg#imgrc=q9o50Mp5bY40_M:2)- Ji dîwana 1 ta 8 a yên seydayê Cegerxwîn.     

Back to top button