Kultur

Newala Guran wezîrê kurd dide mehkemeyê

Kawe Mehmûd wezîrê rewşenbîrî û gêncan yê hikûmeta herêma Kurdistanê di preskonferensekê de li Bajarê Duhokê got ku wezareta rewşenbîrî biryar daye ku zincîredramaya tirkî Newala Guran li herêma Kurdistanê neyê nîşandan.

Mehmûd got ku zincîredramaya Newala Guran ji aliyê kompaniyekê ve hatiye wergerandin, doblajkirin,  bo zimanê kurdî û televizyoneke kurdi li herêma Kurdistanê xwe amade kiriye ku wê dramayê nîşan bide.

Wezîrê rewşenbîrî û gêncan got:
Me weke wezareta rewşenbîrî û gêncan ya hikûmeta herêma Kurdistanê biryar daye ku zincîredramaya Newala Guran li herêma Kurdistanê neyê weşandin. Li ser vê biryara me, wê kompaniya ew drama bo zimanê kurdi wergerandî li ba mehkemeyê gilî li ser me daye û em amadene biçin mehkemeyê.

Kawe Mehmûd diyar nekir ka kîjan kompaniyê zincîredramaya Newala Guran ya tirkî bo zimanê kurdi wergerandiye û kîjan televizyon amadeye wê dramayê biweşîne.

Weke tê zanîn zincîredramaya Newala Guran gelek bi xerabî behsa kurdan dike û gelê kurd sivik dike. Dema ew drama li hindek televizyonên rerebî hatî weşandin hinge jî kurdan nerazîbûna xwe li hember weşandina wê diyar kir.

Back to top button