Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî û nûnerê serokê Rusiyayê li Hewlêrê civiyan

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanî, îro (30.05.2012) li Hewlêrê, pêşwazî li şandeyeke Rusiya federal ku ji; Mîxayîl Bogdanov nûnerê taybetiyê serokê Rusiya bo karûbarên Rojhilata Navîn û cîgirê wezîrê derve yê Rusiya federal, Îliya Morganov sefîrê Rusiyayê li Îraqê, Yorî Şempiranî serokê Yekêtiya berhemanîna neftê li Rusiyaysê û Valerî Pospîlov konsulusê Rusiyayê yê Hewlêrê pêkhatibû, kir.

Di dîdarekê de ku, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê amade bû, nûnerê taybetiyê serokê Rusiyayê di axavtinekê de fêkxweşiya xwe li hemebr serdana herêma Kurdistanê nîşan da û behsa peywendiyên dîrokî yên navbera her du gelên kurd û rusî kir. Herwesa nûnerê serokê Rusiyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn got ku herêma Kurdistanê di geşpêdaneke lezgîn deye û pêşerojeke geş li pêşiya wê ye:

– Ev serdana me, ji bona ku em digel berprisên herêma Kurdistanê têkeliyên xurt û bihêz di navbera her du terefan de ava bikîn, derfeteke başe .

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanêm, tevî ku bi germî bixêrhatina şandeya rusî kir, kêfxweşiya xwe jî nîşan da ku heyeteke Rusiya federal li ser astekê bala serdana herêma Kurdistanê dike û got ku ew jî nîşana wê yekê ye ku Rusiya dixwaze têkeliyên baş û domdirêj, di warên cuda da, digel Kurdistanê ava bike.

Nêçîrvan Barzanî ji heyeta rusî re behsa rewşa herêma Kurdistanê di warê aramî û derfetên karkirinê de kir û got:

– Nuha jîngeheke minasib heye ku Rusiya federal bi qebareyekî mezintir bihête herêma Kurdistanê .
– Em di qonaxa guhestinê de ne û em bi hemû îmkanên xwe hewil didin xwe rêkbixîn û li ser rêyeke minasib warê siyasî, demokrasî, geşepêdana welat, perwerde, tendirustî û rewşa civakî li herêma Kurdistanê pêşbixîn.

Di dîdarê de her du aliyan behsa peywendiyên dualî, pirsên aktueli di rojeva siyasiya Îraqê û herêmî de kir û serokê herêma Kurdistanê got:

– Herêma Kurdistanê dîrokeke dirêj a peywendiyan digel Moskovayê heye, Rusiya federal piştî sala 2003ê, ji wan welatên yekemîn bû ku konsulxaneya xwe li herêma Kurdistanê vekirî, ew jî pira peywendiyên navbera herêma Kurdistanê û Rusiya federal bû.

Di majreke din de, serokwezîrê Kurdistanê û heyeta Rusiya federal behsa pirsa enerjiyê, qanûna neft û gazê û dabeşkirina dahatiniyê neft û gazî kir. Di vê çarçoveyê de, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got:

– Siyaseta me siyaseteke dirust e, ji ber ku em li gor destûra Îraq tevdigerin û armanca me jî ewe ku em samanên welêt ji bo xweşiya jiyana hevwelatiyan û pêşerojeke geş bo welêt bikarbînin.

Her li ser mijara neft û gazî, şandeya Rusiya federal siyaseta herêma Kurdistanê a di warê neftê de bi tecrûbeyeke serkeftî weif kir.

Di dawiya dîdara digel şandeya bala a Komara Rusiya Federal de, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got:

Herêma Kurdistanê weke herêmeke federal û herêmeke aram li Îraqê, deriyên wê ji bo hilbirînê û çalakiyên bazirganî ji bona geşepêdana herêma Kurdistanê û berjewedniyên duterefî vekirîne. Em piştevaniyê li hebûna kompaniyên Rusiya federal dikin û em dixwaz in bi awayekî aktîv di warê cihê de beşdariyê bikin

Back to top button