Cîhan

Nêçîrvan Barzanî serxweşiya malbata George H. W. Bush kir

Ji bo koça dawî ya Serokê berê yê Amerîkayê George H. W. Bush, Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî û George W. Bush kir.

Peyama  Serokwrezîrê  Kurdistanê ji bo malbata Bush:

Ji ber koça dawî ya Serokê berê yê Amerîkayê George Bush ê bav, taziye û sersaxiyê li malbata wî û bi taybetî li Serokê berê yê Amerîkayê Birêz George W. Bush û dost û hevalên wî re dikim. Di vê dema giran de hevsoz û hevxemê wan im, Xwedayê mezin dilniyayî û sebrê bide hemûyan.

Rêz û pêzanînên mezin ên gelê Kurdistanê ji bo rola Serok Bush ê bav heye ku di sala 1991ê de rola sereke li sepandina devera dijefirîn li Herêma Kurdistanê dît û xelkê Kurdistanê ji sitem û dijminahiyên rejîma Beisê parast û bû sedema vejîna Herêma Kurdistanê. Serok Bush ê bav her dem dê di bîranînên gelê Kurdistanê de zindî bimîne.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

2.12.2018

Back to top button