CivakRojev

Nêçîrvan Barzanî serxweşî li malbata Kadrî Yildirim û Keremê Seyad kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta koça dawîn a rewşenbîrê kurd ê navdar Prof. Dr. Kadri Yildirim û medyakar Keremê Seyad di peyamekê de serxweşî li malbat û kesûkarên wan kir.

Îro Şemiyê 27ê Adara 2021ê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya imanzan, nivîskar û rewşenbîrê kurd ê navdar Prof. Dr. Kadri Yildirim ku weke ‘Mamoste Qedrî’ dihate naskirin û medyakar Keremê Seyad di peyamekê de serxweşî li malbat û keskûkarên wan kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya serxweşiyê de ku li ser hesabê xwe yê twitterê belav kiriye dibêje: “Ji bo koça dawiyê ya nivîskar û akademîsyenê Kurd Profesor Dr. Qedrî Yildirim û nivîskar û medyakarê navdarê Kurd Keremê Seyad, ji malbat û kesûkar û dost û hevalên wan re sersaxiyê dixwazim û hevparê xema wan im. Hêvîdar im Xwedayê mezin canê wan bi dilovaniya xwe şad bike.”

Îro yek ji xebatkarên Radyoya Êrîvanê Keremê Seyad koça dawiyê kir.

Herwiha zimanzan û nivîskarê Kurd Prof. Dr. Kadrî Yildirim jî ji ber ku xwîn rijiyabû ser mêjiyê wî, li Ameda Bakurê Kurdistanê rakiribûn nexweşxaneyê û di bin çavdêriya hûr de bû, doh li nexweşxaneyê koça dawî kiribû.

Back to top button