Civak

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Nadiya Murad dike

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistan Roja Înê 5 Çiriya yekem ji bona be desta anîna xelata aştiya Noblê, pîrozbahî ji Nadiya Murad kir.Tekesta Peyama Serokwezîr:Ji bon bi dest anîna xelata aştiya Noblê, ji dil pîrozbahiyê ji Xatûn Nadiya Murad dikim. Her wek çawan em ji ber  kar û çaêakî yên Nadiya Murad kêfxweş dibûn, wergirtina xelata aştiya Noblê, cihê şanazî û kêfxweşiyê me û hemû gelê Kurdistanê ye.Em hêvîxwaz in ev xelat, ji ber azar û êşên ku bi ser Nadiya û malbata vê hatiye, dilê vê xweş bike û her wiha dilê xuşk û birayên Êzidî ku tûşê karesatê bûne, xweş bike. Ji ber ku ev xelat tenê ji bo kesekê nine, belkî ji bo berxwedan û qurbanîdana Êzidiyan û gelî Kurdistanê ye.Xatûn Nadiya Murad sembola qurbanî yên Êzidiyan û berhingar bûna terorê û hilgirê peyam aştî û mirovatiyê di cîhanê daye. Ev her dem li kar û çalakî yê mirovî  bi temamî piştîvanê me bûye û dibe.Hêviya serketinê jê re dixwazim û dubare pîrozbahiyê jê re dikim.Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê Herêma Kurdistanê2018-10-05

Back to top button