PolîtîkVîdeo

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Hollanda kir

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya wezîrê derve yê Hollada kir û li ser rewşa Iraqê û herêma Kurdistanê gotubêj kirin.

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Hollandayê Stef Blok di konferanseke rojnamevanî de naveroka civîna xwe aşkere kirin.

Nêçîrvan Barzanî derbarê civînê de da xûyakirin ku, behsa hevkariyên Hollandayê ji Herêma kurdistanê re hat kirin, bi taybet hevkariyên wî welatî di şerê li dijî DAIŞê de û hebûna hêzên wî welatî li Herêma Kurdistanê ji bo rahênankirina Pêşmerge. Herwiha Nêçîrvan Barzanî ji bo hevkariyên hikûmet û rêxistinên yên ne hikûmî ji bo gihandina hevkariyan ji koçberan re  spasiya Hollanda kir.

Serokwezîrê Kurdistanê daxwaz kir, Hollanda hevkariyên zêde bi Herêma Kurdistanê re bike û bi taybet di warên keştûkal, aborî û xwendinê de û girîngiya zêdetir jî pê bide.

Amaje bi wê jî kir, di civînê de behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin, ku tê çaverêkirin di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de pêwendî ber bi pêş ve biçin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Hollandayê ragihand, pêwendiyên wan yên baş bi Herêma Kurdistanê re hene û girîngiyeke zêdetir pê didin.

Got jî, wan hevkariya hêzên Pêşmerge kirine û hevkariyên wan yên leşkerê ji Pêşmerge re berdewam dibin û ew dixwazin Herêma Kurdistanê bibe herêmeke bihêz û pêwendiyan wan jî bihêztir bibin.

Civîna Çapemeniyê:

https://www.facebook.com/kurdistan24.official/videos/1947941098840810/

Back to top button