Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şandeka Leşkeriya Brîtanyayê dike

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja Pêncşem 2019/01/10 pêşwaziya General Sir john Lorimer Şîwirmendê Leşkeriyê Brîtaniya ji bi Rojhilala Navîn û Nûnerê Theresa May Serokwezîra Brîtnaniyayê kir, ku bi hevrêtiya John Willix Balyazê vî welatî li Bexdayê û  Martin War Konsulê vî welatî li Hewlêrê serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Di hevdîtinekê de behsa karê hevbeş li warê asayiş navbera Bexda, Hewlêr û hevpeymanan û pirosesa rêkixstina Wezareta pêşmerge kirin.

Şanedeya mêvan piştîvaniya xwe û hevpeymanan ji bo  berdewam bûn li ser rêkxistin û modern kirina Wezareta Pêşmerge nîşanda.

Her du aliyan  pêdagirî li ser hemahemgiya navbeara Hewlêr, Bexda û hevpeymanan ji bo dabîn kirina aramî û asayişê ji bo wan deveran kiirn ku ji terrorê hatin paqij kirin.

Herwiha piştîvaniya xwe jî ji bo hemahengiya navbera her sê aliyan nîşandan ku encameka baş hebûye.

Serokwezîr berhevbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji  bi her awayî hemahengî û alîkarî yên serbazî tevî Bexda û hevpaymanan ji bo pêşî girtin bi dubara serhildana DAIŞê nîşanda.

Li dawiyê jê behsa rewşa deverê û dawîn pêşhatên rojhelata navîn kirin.

Back to top button