Serokwezîrê Kurdistanê li gel konsul û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê yên li Herêma Kurdistanê civiya û di civînê de, derbarê prosesa siyasî ya Iraqê, hewlên ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê û hilbijartinên Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.Li gor daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê, îro Sêşembî 11ê Îlona 2018 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li konsul û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên li Herêma Kurdistanê kir.Di hevdîtinekê de, Nêçîrvan Barzanî û konsul û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê behsa dawîn pêşhatên siyasî û rewşa Herêma Kurdistanê û amadekariyên bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê kirin, ku biryar e di roja 30 Îlonê de were lidarxistin.Konsul û nûnerên YE yên li Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe li hember encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de nîşan dan û hêvî kirin, ku ew prose bi awayekê serkevtî birêve biçe.Herwiha Konsul û nûnerên YE yên li Herêma Kurdistanê tekezî li ser piştevaniya Yekîtiya Ewropayê ji bo piroseya siyasî, hilbijartin û pêşxistina jiyana demokrasiyê li Herêma Kurdistanê jî kirin.Li gorî daxuyaniyê, di vê hevdîtinê de herwiha behsa proseya siyasî ya Iraqê û hewlên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta wî welatî hate kirin û rola Herêma Kurdistanê weke hevpareke sereke di pêkanîna hikûmeta nû û proseya siyasî ya Iraqê de bi giringî ve hat nirxandin.Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şandeya Yekîtiya Ewropayê li ser nêrîneke hevbeş bûn ku hilbijartinên Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû li Bexdayê bersivderê daxwazên welatiyên Iraqê, ji bo dabînkirina tenahî û seqamgîriyê, misogerkirina xizmetkariyan û pêşxistina welat di hemû waran de, bide.Berfirehkirin û pêşxistina tîkiliyan û berdewamiya alîkarî û hemahengiya di hemû waran de, gotûbêjkirina rewşa deverê û dawîn pêşhatên wê bi giştî beşeke din a civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya konsul û nûnerên Yekîtiya Ewropayê yên li Kurdistanê bû.
Pêş
29/03/2024
Muazzez Baktaş: Emê li her taxa Êlihê kreşên Kurdî vekin
29/03/2024
Îsraîlê bi balafirên şer êrîşê Suriye kir 36 leşker hatin kuştin
Têkildar
Balkêş e ?
Close