Polîtîk

Nêçîrvan Barzani li gel konsulusê Amerikayê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Amerîka li Herêma Kurdistanê civiyan û di wê hevdêtinê de rewşa Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.

Roja 7-1-2019 li bajarê Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Amerîkayê yê li Hewlêrê Steven Fagin kir.

Di civînê de behsa pêwendî û têkiliyên di navbera Amerîka û Kurdistanê de, bihêztirkirina têkiliyên han, pêşdebirina rewşa abûrî ya Kurdistanê û rewşa koçberên li kurdistanê hat kirin.

Her di heman civînê de Steven Fagin ji ber hevkarîkirina koçber û penaberan spasiya Kurdistanê kir û tekez li ser berdewamiya hevkariya di navbera Hewlêr, Bexda û civaka navdewletî de kir.

Di berdewamiya civînê de behsa rewşa siyasî ya Kurdistanê û hewldanên heyî yên bo avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê jî hat kirin.

Konsulê Amerîka di civînê de, siyaseta Hikûmeta Kurdistanê ya giringîdana bi kiltûrê pêkvejiyanê û lêbordeyê de, bilind nirxand û sipasiya dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir li ser alîkariyên wan ên ku pêşkeşî konsulxaneya Amerîka dikin.

Nêçîrvan Barzanî û konsulê Amerîka rewşa Rojhilata Navîn û pêşhatên dawî yên navçeyê, gotûbêj kirin.

 

Back to top button