Nêçîrvan Barzanî cejna jidaykbûna hezretê Mesîh pîroz dike
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de cejna jidaykbûna hezretê Mesîh pîroz dike.
Teksta peyama serokwezîr:
Hatina cejna jidaykbûna hezretê Mesîh (silavên Xweda lê bin) li hemû xûşk û birayên mesîhî li Kurdstan û timama cîhanê pîroz be. Bi hêviya cejneke tijî aramî û bextewerî derbas bikin û ev cejne xêr, xweşî û aşitîyê ji bo timama mirovatiyê bi xwe re bîne.
Cejna jidaykbûna hezretê Mesîh, îsal jî di demekê de hat ku, mixabin, hêşta hijmareke zêde ya xûşk û birayên mesîhî di koçberiyê de dijîn û heta niha nekarîne ji bo ser mal û warên xwe vegerin, em hêvîdar in ku di cejin û minasibetên bên da, hemû bi serbilindî ji bo ser milk û warên xwe vegerin û aramî û ewlekarî û dilrehetî timama Îraq, dever û cîhanê vegire.
Di vê cejna pîroz da, em careke din tekîdê li ser kultûra dêrîn ya pêkvejiyan, lêbihurîn, aştîxwazî, can û peyama mirovaneya mesîhîyetê û olan di navbera pêkhateyên olî û netyeweyî li Kurdistanê û parastina wê kultûra dikin ku beşek giringe ji diyarî, zengînî û şanaziyên pêkhateyên Kurdistanê ye.
Careke din cejna jidaykbûna hezretê Mesîh li hemû aliyan pîroz be û em cejnek û bihênvedaneke xweş ji bo hemûyan dixwaz in.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
24.12.2018