Hevpeyvîn

Nêçîrvan Barzani berbijêrê PDKê ji bo serokwezîrîyê ye

Sekreterê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê, Fazil Mîranî dibêje: “Nêçîrvan Barzanî dê berbijarê PDKê be ji bo pêkanîna hikûmetê, û ew li cem aliyên din jî qebûlkirî ye.”

Fazil Mîranî di hevpeyvînekê de li gel Rûdawê ku îro Sêşembî demjimêr 22:00ê şevê li ser ekrana Rûdaw TV tê belavkirin, bersiva çend pirsên Rûdawê yên girêdayî hewlên ji bo pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya nû û çend mijarên din ên têkildarî Herêma Kurdistanê û Iraqê da.

Sekreterê Polîtboruya PDKê di derbarê berbijêrê PDKê yê bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ragihand: “Nêçîrvan Barzanî berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê bo pêkanîna hikûmetê û serokwezîrtiya kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Mîranî dibêje: “Nêçîrvan Barzanî erkê xwe bi başî pêk bîne û karî di kirîza 16ê Oktoberê (Cotmehê) de Kurdistanê vegerîne nav qada navdewletî û Serok Barzanî jî jê re piştevanekî mezin bû.”

Mîranî diyar kir, Nêçîrvan Barzanî bi awayekê serkevtî krîzeke mezin a siyasî û aborî birêve bir û tekez kir, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî di wê krîzê de ew bi tenê nehîşt.

Sekreterê Polîtbîroya PDKê amaje bi wê yekê jî kir, ku di demeke nêzîk de ew dê dest bi gotûbêjên bo pêlanîna hikûmeta nû bikin û got: “PDK li bendê ye ku Serok Barzanî ji derve vegere ji bo ku di demeke nêzîk de bi fermî dest bo gotûbêjên pêkanîna hikûemtê bike.”

Mîranî: Projeyasaya budceya Iraqê ne distûrî ye

Sekreterê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê amaje bi projeyasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2019ê kir û diyar kir, ku ew projeyasa nedestûrî ye û divê rê neyê dan, ku di parlamentoya Iraqê bê pejirandin.

Fazil Mîranî got: “Divê Adil Ebdullmehdî qebûl neke û partiyên Kurdistanî jî yekgirtî bin û nehêlin projeyasaya bûdceyê bi nedestûrî were pesendkirin.”

Mîranî ragihand: “Yekbûna aliyên Kurdistanî li Bexdayê, hêzê dide Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, û tekez kir ku ew yekbûn wê xweşguzeraniyê ji xelkê Kurdiastanê re bîne.”

Back to top button