Necat Elî: Bi tenê hêzên me Mexmûr û gundên wê rizgar krin

Berpirsê eniya Mexmûrê û endamê serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Necat Elî ragihan ku ji bilî hêzên yekeyên 47 û fewca yekê û lîwaya 10 û hêzên piştevanî û zêrevanên taybet yên serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî, tu hêzekî din tevlî azadkirina devera Mexmûrê nebibû û ewê ku tê gotin piropagende û mûzayedeya siyasî ye.

Necat Elî, Berpirsê eniya Mexmûrê û endamê serkirdatiya (PDKê), li bajarê Hewlêrê di preskonferensekê de ragihand: “Ji ber ku ez berpirsê eniya Mexmûrê bûm, ez red dikim ku ji bilî hêzên yekeyên 47 û fewca yekê û lîwaya 10 û hêzên piştevanî û zêrevanên taybet yên serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî, tu hêzekî din tevlî azadkirina devera Mexmûrê bûbe û ewê ku tê gotin mûzayedeya siyasî ye.”

Derbarê hebûna hêzên din li wê deverê, Elî dibêje: “Dibe ku piştî hatina hêza me û paqijkirina wê deverê ji terorîstan, piştre hêzên din jî hatibin û ji ragihandinê re axivî bin ku rola wan jî di azadkirinê de hebe, lê ev şêlûkirina rastiyane.”

Necat Elî got jî: “Piştî raspardeya serok Barzanî û xwerêxistin û danîna pilanên nû, me karî cardî wan deveran kontrol bikin.”

Berpirsê eniya Mexmûrê, dibêje: “Me dirbên mezin li DAIŞê dane û  carekî din nikarin biwêrin û nêzîkî Kurdistanê bibin.”

Li dor rola mediyayê jî Elî dibêje ku, gelek caran vegihastina rewşa eniyên şer ji aliyê saziyê mediya kurdî ve, dibe ew bixwazin rastiya veguhêzin û morala pêşmerge bilind bikin, lê mixabin, ew bi wê isluba xwe armanca xwe bi dest naxin û gelek caran ziyanî jî digehînin bereyên şer. (KDP.INFO) 

Nêrînek

  1. Seride ji bo hezen Kurdan en Siyasi.Rasti Vaci Kirin .Tene Xizmeta Percebune Di neva kurdan de vedike. le gu Pesmegeyan tene Maxmur Rizgar kiyiye? ki ne raste Zaten. Peki ev ci Dimene Gerillaneyen PKK e u Milise Maxmur bu ? di Ber Cahbe Cihane de Serdikir u Heta Rojnamevan Deniz Firat ji sehid Ket. li Ber cahbe tevayi Cihane dan Nisandan.Gerillan di hem Ser dikir hem ji ser Lase DAYIS re Derbas dibu heta du DAYIS ji Dil girtin u Pejde Dicu . u bi rez Mesud Berzani cu Mexmure Gerilla Piriz kirin. we heta bi Mesud berzani ji dernexist di we kelike de.Meselake heyi Dibejiki Mera bi Kuje le Mafe wan nexwe? Cima di ve demku Em tavayi Kurda Heviya yekitiya Netewi diken hun Daxuyaniyen bi vi Awayi dide Gelo ev Matike u Ev ci Hismendiye Ciya? Ez ve Sewalen ji xwediye ve Gotine dikem?xwe li Jore hineki bi Ujdan bifikire

  2. Gotinek ya kurda heye dibéjé”Méra mér dikú$t,Cibo űr di$ú$t”.Véca diniya u alem dibíné,tema$e diké,u dizané,ko íro pé$merge $eré dewleta teroristan diké,íro pé$merge serxwebúna kurdistané ji hemu dema pitir nézik u garantitir kiriye,íro berxwedan u bergiriya pé$merge deng veda ye.Véca helbet gelek réxistinén nexérxwaz hene, dixwazin qezencek síyasi bi dest bixin,bira meydan u saha u deriyé berxedané u bergiriyé ji herkesire ,vekiriye u erké herkesiye ji,lé bila bé híc múzayedek,u qezencek,u piropagandek, siyasi be.

Leave a Reply to Brahim Sebi Îptal

Nêrîna te
Nav: