Nivîsar

Ne Şam û Tehran! KURDISTAN!…

Tevlîheviya li Suriye, cîhan bi xwe xistiye pozisyonek tevlîhev de(!) Dewletên Yekbûyî yên Amerika (DYA) û dinyaya Rojava, bi taybetî jî Ingilistan, hest û helwêsta xwe beramberî kêşeya Suriyeyê gelek caran guherandin. Di destpêkê de, DYA û Ingilistan bi awayek gelek vekirî li dij man a Esed li ser desthilatê rawestiyan, lê diyar e wan ev pozisyona xwe hêdî-hêdî guherandin.

Guman jê re nî ne, sedema di vê ”helwêst guherandina” DYA û Ingilistanê de, behra opozisyona Suriyeyê gelek e. Gelek eşkere tê dîtin ku opozisyona – Hevpeymaniya Niştimanî ya Suriyeyê hêviyên cîhana demokratîk nekarî derbasî pratîkê bike, nekarî bibe navenda alternatîf a li dij Esed.

Berevajî ewan insiyatifa leşkerî ya muhalif bi xwe ji dest xistin û wendakirin. Insiyatifa leşkerî ya opozisyona Suriyeyê roja îro ketiye dest grûbên radikal-islamî, bi taybetî yên bi ser El – Qaida ya terorist ve, wekî rêxistina xwînrêj a Dewleta Islamî ya Şam / Iraqê! Ji ber vê yekê bi xwe London û Washington biryar girtin ku alîkariya leşkerî ji bo opozisyona ”demokratîk” bi xwe rawestînin, bi egera ku ”navendên pergalên lêşkerî” ji alî radikal – islamistan ve hatine bidest xistin!…

Tevlîheviya li Suriyeyê, bi awayek yekrast bandora xwe li Rojavayê Kurdistanê jî kiriye / dike. Piştî ku rejîm li seranserê Suriyeyê, derveyî herêma Kurdistanê kete nav tengasiyê de, hêzên xwe yên leşkerî ji Rojavayê Kurdistanê vekşandin û ev dever di çarçoweya hevpeymaniye li gel Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD)  dewrteslimê wan kirin. Mixabin PYD bû wek parêzgerê berjewendiyên rejîmê li herêma Kurdistanê, ya ji vê xerabtir jî diktatoriya xwe ya yekalî li Kurdistanê derbasî jiyanê kir û rê li ber xebata hêzên din ên Kurd girt.

Dijminatiya hêzên Kurd kir û gelek çalakvanên partî / rêxistinên Kurd girtin. PYD bi hîle û derewan di dinyaya Kurd de diyarkir ku ji dervî wan pê ve kes xebatê nake (lê wan bi xwe rê li ber xebata aliyên din ên Kurd girtin). Gotin ku tu têkiliya wan li gel ”Asayiş” a Rojavayê Kurdistanê nî ne, tu eleqeya wan li gel – YPG nî ne, tu eleqeya wan li gel PKK nî ne (!) û gelek nerastiyên din! Ya rast ev bû û ev e: YPG ser bi PYD ye.

”Asayiş” ser bi PYD ye. PYD jî di perîferiya PKK de tev digere. PYD û serkêşê wan PKK zêdetir berjewendiyên Suriye û Iranê di herêma Rojhilata Navîn de didin pêş û tu hewl û xebatek wan ji bo – yekîtiya demokratîk a neteweyî ya Kurd nî ne. Propagandaya wan di vê asoyê de ye, lê kiryarên wan berevajî!..

Diyar e bi nêzîkbûna girêdana civîna Geneve 2, ji nûve formulekirina siyaseta cîhana demokratîk û famkirina siyaseta serkeftî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê û desthilata jêhatî / demokratîk a Herêma Kurdistanê, bi taybetî ya Serok Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, siyaseta PYD / PKK kete ber bi xetimandinekê ve. PKK / PYD wekî gelek caran berê jî, bi awayek pragmatik gavan ber bi hevkarî û lihevhatinê bi PDK re dixwaze bavêje. Hêvîdar im ev pêngava ”nû” ya PKK / PYD ne taktîkî, lê stratejîk be.

Guman jê re nî ne, di berjewendiya PKK / PYD, herweha dinyaya Kurd de ye jî ku PKK / PYD ji dil û stratejîk di periferiya Kurd de cîh bigire. Nebe berjewendîparêz ên siyaseta Esed / Ruhanî, Şam / Tehranê li herêma Rojhilata Navîn.Li Tirkiyeyê jî Kemalistên wekî Nursel Aydogan, Aysel Tugluk, çepên marjinal wekî Kurkcu, Sirri Surreya nede pêş. Hevkariya Kurdistanê zêdetir bandorê li PYD / PKK bike!

Stockholm, 14. 12. 2013

Cemal BATUN

Back to top button