Polîtîk

NB: Bawerî û deng ji we kar û xizmet jî ji me

Nêçîrvan Barzanî cîgirê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di şahiya destpêkirina kampaniyaya listeya 110 a PDKê bo hilbijartina parlamentoya Kurdidtanê di 21ê îlonê de ku, duhî li bajarê Hewlerê li birêveçû, peyvek pêşkeş kir û ev li jêr çend xalên bijarte ji peyva Nêçîrvan Barzanî:

       Cenabê serok daxwaz kir bi germî û heyecaneke mezin serweriya pêşxistina Kurdistanê dirêjiyê pê bidîn, em îro li vir ji cenabê serok re dibêjin em piştgiriya we dikin û serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê piştgiriya we yên birêz dike. Piştî 19 rojên din pirosesa dengdanê dest pê dike û daxwazê ji dengderên Kurdistanê dikîn ku, biryareke dirust bidin û baştirîn partî hilbijêrin ku, ew jî, bê şik, Partiya Demokrata Kurdistanê ye.  Bila kes ji wê yekê du dil nebe çimkî PDK zamina pêşkeftina Kurdistanê ye.  Em, PDK, daxwazê ji we dikin piştgiriya wan destkeftiyên mezin bikin û armanca me zêdetir pêşxistina Kurdistanê û hemû deverên kurdistaniyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê ye.

       Em daxwazê ji we dikin baweriyê bi me bidin daku, çar salên din li ser wan pilan û bernameyê dibe sedema baştirkirina jiyana xelkê Kurdistanê di hemû waran de, berdewam bin. Daxwazê ji dengderan dikin piştgiriya xebatên me yên ji bo parastina Kurdistaneke aram û biîstîqrar û xweşjiyanî bikin daku, jiyaneke pir bextewerî bo neviyên xwe misoger bikin ku, ev yek jî xewina bav û kalên me bû.

       Me rêyeke dijwar birî û gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin, ew destkeftiyên me bidest xistine, hidek hebûn ew bi xewin dizanîn, lê bi xebat, westiyan û tekoşîna hemû aliyan me ew xewin kirin rastî û bidestveanîn.  Çend saleke hindek bi bernameyekî çir kar dikin daku rastiyan şêlû bikin û ji qîmeta wan destkeftiyên mezinên bidestve hatine kêm bikin. PDK guh nade rexneyên dijminkane û gotinên vala û çêkirî. 

       Em weke PDK dê li ser bernameya xizmetkirina Kurdistanê di warê siyasî, aborî, îstîqrar û avadaniyê de berdewam bin. Rêya me diyare, bi piştevaniya Xweda, bernameya me jî zelale û em dikarin cîbicî bikin. Me kar kiriye ku, gelê Kurdistanê bi hemû neteweyên xwe ve; kurd, tirkmen, kildan, aşûrî, siryan, ermen û hemû pêkhateyên din bi aramî pêkve di pêşxistina Kurdistanê de beşdar bin, li Kurdistanê PDK zamina wê pêkvejiyanê ye.

        Em, ji bo rûbirûbûba her kiryareke karîgerîya xerab li ser asayîş û îstîqrar herêma Kurdistanê hebe amade ne. Hêzên pêşmerge, polîs, asayîş û saziyên emnî şev û rojan diken yek ji bo parastina aramî û emniyeta Kurdistanê û rûbirûbûna her tehdîdek bo ser herêma Kurdistanê hebe.  Em kêfxweş in dema em  dibîn in hevwelatiyên Kurdistanê di serdemeke zêrîn de dijîn û em kêfxweş în ku, Partî beşdarî di xweşjiyaniyê de kiriye,  di tu serdeman de herêma Kurdistanê ew xweşjiyanî nuha heye nedîtiye.

       Rêjeya (nisbe) hejariyê, li gor amarên rêkxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve, li herêma Kurdistanê ji 5% ê kêmtir e, miqaîse digel Îraqê ku rêjeya hejariyê 23% ê ye. PDK berdewam dixebite hejariyê li herêma Kurdistanê nehêle. Hevwelatiyên Kurdistanê hêjayî jiyaneke baştir in û PDK amadeye wê wezîfeyê li ser xwe bigire û wê armancê bo civaka Kurdidtanê bicî bîne. 

       PDK ango pêşkeftin, paşerojeke rûşen bo gelê Kurdistanê, bextewerî û pêkvejiyan di navbera netewe û olên Kurdistanê de, eve Partiya Demokrata Kurdistanê. 

       Ez ji wer dibêj im; bawerî û deng ji we, kar û xizmet jî ji me, hûn bi dengên xwe bo PDK beşdariyê di berbipêşvebirin û pêşxistina Kurdistanê de dikin, ez hêvîdar im hemû alî hest bi berprisiyariyê bikin û roja 21.09.2013ê ber bi sindoqên dengdanê ve biçin dengê xwe bi lîsteya 110 ya Partiya Demokrata Kurdistanê bidin.

 

Rojevakurd/NH

Back to top button