Polîtîk

Naxwazin kurd bibin dewlet

Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Ferîd Eseserd derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê de got: “Mixabin tu bingeheke aborî bo vê mebest nehatiye avakirin, bi rastî Kurdistana Iraqê ne tenê bingehe wê ya aborî bihêz nîne lê belê tu bingehek jê re nehatiye avakirin.”

Eseserd berdewam dike: “Gotinên Netenyahu gurzeke gurçikbire bû bo Kurdan li navçeyê, em jî dizanin ku ew gotin bo mebestên din in û ew li pey berjewendiyên xwe digerin. Pejirandina serxwebûnê ji aliyên Kurdan ve karekî nebaşe û dê encamên wê yên erênî nebin.”

Di rastiya xwe de li Kurdistanê xetek siyasî gelek vekirî dijitiya serxwebûna Kurdistanê û vê derfeta dîrokî dikin. Berpirsên PYDê jî dijê ragihandina dewletek kurdîne, Salih Muslim dibêje: Ragihandina deletwk kurdî ne raste, divê yekitiya axa Iraqê bê parastin. PKK jî vê yekê naxwaze û heta ji bo vê daxwazê serokê Kurdistanê û PDK rexne dikin.

Başe di herêmê de Suriye, Îran û Iraq bi tundî dijitiya xwe ji bo ragihandina dewleta Kurdî didin kifşkirin. Heta di vî warî de tehdîtan dikin. Vê yekê xeta netewî û xetan ne Kurdistanî bi temamî bi xîzek sor ji hev veqetandiye.

PKK, YNK, PYD ji aliyek din Îran Suriye û Malikî bi yek zimanî dijitiya ragihandina dewleta kurd dikin.

Ji aliyek din Parlementerê BDPê Hatip Dicle dibêje: Me fikra dewleta Kurdî avêt tenekeya zibil. Divê Barzanî dewleta Kurdî ava neke… Nebe referandûmê, dê gel bibêje ‘dewlet’ û ne rast e. Erkê siyasetmedaran vêna asteng bike. Barzanî ku dibêje ‘Kerkûk Kurdistanî ye’ xelet dike. Kerkûk ya hemû gelan e. Kerkûk wek Qudsê ye, ne tenê ya gelekî (ne tenê ya Kurdan) lê ya hemû gelan e…

Back to top button