Polîtîk

Naxwaze Tirkiye parçe bibe

Selahedîn Demîrtaş kandîdê serokomariya Tirkiyeyê di merasima kampaniyaya xwe ya bo hilbijartinan de got: ”Me niyeta dabeşkirina welat nîne, em dixwazin li ser axa xwe bijîn.”

Demîrtaş got ku, hindek kes û alî kurdan bi wê yekê tawanbar dikin ku, kurd lêdixebitin Tirkiyeyê parçe bikin: ”Em van gotinan re dikin û kurd nabin hokarê dabeşkikrina Tirkiyeyê, kurd naxwaz inTirkiye parçe bibe.”

Li gor malpera NRT, Demîrtaş got ku, xelkekî din miletên Tirkiyeyê parçe-parçe kir, lê kurd lêdixebitin careke din hemû bê cudahî bi aşitî bi hev re bijîn.

Li gor Demîrtaş li Tirkiyeyê tikr, ereb, kurd û neteweyên din dijîn û ew dikarin bêy alozî û pirsgirêk, kultura xwe biparêz in.

Weke tê zanîn di 10 meha bê de hilbijartinên serokomariyê li Tirkiyeyê tên encam da û Receb Teyb Erdogan kandînê AKPê  û Ekmeledîn Îhsanuglo kandîdê CHP û MHPê  û Selahedîn Demîrtaş jî kandîdê HDPê ye.

Back to top button