Cîhan

Naveroka peywendiya telefonî ya Serokwezîr Barzanî û Erdogan

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê û Receb Teyb Erdogan serkomarê Tirkiyeyê, êvariya roja 02.07.2018ê, di peywendiyeke telefonî de çend mijarên aktuel gotûbêj kirin.Bi boneya serkeftina Erdogan û partiya wî di hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyeyê de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi germî pîrozbahî li serokomarê Tirkiyeyê Erdogan kir û serkeftin jê re xwest. Erdogan jî sipasiya serokwezîr Barzanî kir.Her du aliyan têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Komara Tirkiyeyê nirxandin û tekîd li ser zêdetir pêşdebirina wan têkeliyan di hemû waran de kir û têkeliyên Hewlêr-Anqereyê ji bo her du aliyan bi giringî wesif kirin.Serokwezîr Barzanî û serokomar Erdogan di peywendiya telefonî de, rewşa herêmî û pêşhatên nû digel çend mijar û pirsên din gotûbêj kirin.

Back to top button