Cîhan

Naveroka civîna serokwezîr û berpirsê UNHCR

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di civînekê de digel Gîdo berpirsê saziya UNHCR ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve ku, ew civîn roja çarşemiyê 26.08.2015ê li Hewlêrê hatibû sazkirin sipasiya wê saziyê kir ku, ji bona pêşkeşkirina xizmetgozariyan bo koçber û penaberên ji ber êrîşên terorîstan ber bi herêma Kurdistanê hatine, bi berdewamî bi saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê re hevanegî û hevkariyê dike û wê rixistinê gelek karên baş li herêma Kurdistanê bi cî gihandineSerokwzîr ji şandeya UNHCR re got:- Xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê hertim amadene pêşwazîyê li koçber û penaberan bikin, wan bihewînin û xizmeta wan bikin, lê hatina wê hijmara gelek mezin ya koçber û penaberan barê hikûmeta herêma Kurdistanê gelek giran kiriye û hijmara wan ber bi zêdebûnê diçe û ev yek jî dê wisa bike êdî hikûemta herêma Kurdistanê nikaribe weke pêwîst xizmeta wan bike, bi taybetî di vê rewşê de ku herêma Kurdistanê di kirîzeke êkonomî de ye.Şandeya mêvan rola xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê di warê pêşwazîkirin, hewandin û dabînkirina xizmetgozariyên bingehîn bo wê hijmara mezin ya koçber û penaberan ku ji tirsa terorîstan qesta herêma Kurdistanê kiriye, bilind nirxand.Berpirsê UNHCR got ku hevkarî û hevahengiyeke baş di navbera saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê û rêxistina UNHCR de heye û vê yekê jî wisa kiriye ku, bi hev re bi awayekî baş xizmeta koçber û penaberan bikin û wî got jî ku, ji bona alîkarîkirina koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene, rêxistina wan digel welatên Komekbexiş di nav xebatên berdewam de ye.

Back to top button