Navê PDK û YNK bi şaşî ketiye di lîsteya rewşa Amerîkayê de
Neçûna Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di mediya cîhanî, erebî û kurdî de gelek deng veda û neçûna serok Barzanî bo Amerîkayê di destpêkê de bi awayên cuda hat şirovekirin.
Koşka Spî bi fermî serokê Kurdistanê vexwandibû ku serdana Amerîkayuê bike û digel serokê Amerîkayê Barak Obama û mezine berpirsên îdareya Koşka Sipî li ser minaqeşekirina rewşa deverê bicive û îdareya Qesra Sipî hemû amadakariyê wê serdan û wan civînan kiribûn, lê serok Barzanî serdna Waşmgtonê nekir, çima?
Berî seroka Brzanî serdana Amerîkayê bike, di mediyay Amerîkayê de hat eşker ekirin ku, Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê di lîsteya reşa Amerîkayê dene, û ev yek bo sebeb Barzanî serdana Amerîkayê neke.
Li dor vê meselê Ed Ros serokê komîteya karûbarên derve li Kongirêsa Amerîkayê ji Kurdistan TV re dibêje ku, hebûna Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê di lîsteya rewşa Amerîkayê de şaş e û ”bi baweriya min navê PDK û YNK bi şaşî ketiye di lîsteya rewş de.” Ros dibêje ku, ew her partî bi salane emin û îstîqrar deverê diparêzin û ”pêwîste em wê biryara ne adil di ber çavan re derbas bikin û navê PDK û YNK ji lîsteya reş derxînin, hebûna navê wan di vê lîsteyê de dê têkeliyên me digel kurdan xerab bike.”
Bret Mekgwêrk cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê bo karûbarên Îran û Îraqê di daxuyaniyekê ji Kurdistan TV re diblje ku, PDK û YNK nizîktirîn dostên mene di deverê de û bi dehan salaye ev dostanê he r heye. Mekgwêrk dibêje ku, ew biryar biryareke ne adil e û divê ev pirs bê çareser kirin û navê wan ji lîsteya rewş bê derxistin.