Civak

Navê Orgeneral Muglali hate rakirin

Navê orgeneral Mustafa Muglali li ser baregehek leşkerî hate rakirin.

Li Wanê qeza Ozalpi baregehek leşkerî heye. Navê orgeneralê tirk Mustafa Muglali li vê beregeha leşkerî hatibû kirin.

Orgeneral Mustafa Muglali, sala 1943-ê li wanê 33 gundiyên kurd rêz kirin û kuştin. Li Tirkiye gelek cara ev pirs hatiye rojeva siyasî û civakî.

Demek di derbarê Mustafa Muglali de dozek hate vekirin. Ji xwe ev doza yekem bû di dîroka cumhuriyeta Tirkiye de li dijê generalekî hatibû vekirin. Muglali hat girtin û dadgehê biryara idama wî da. Pişre dadgeha bilind cezayê Muglali kir 20 sal  zindanî. Lê ev biryar ji aliyê dadgeha temiz a leşkerî ve hati bû xirakirin. Lê Orgeneral Mustafa Muglali sala 1951 –ê di zindanê de mir.

Li ser kuştina 33 gundiyên kurd gelek stran hatin gotin. Helbestvanê navdar Ahmet Arif  helbesta xwe ya 33 gule li ser  33 kuştiyan nivîsandibû.
Ji berî 6 mehan serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan ferman dabû ku navê Muglali li ser vê baregeha leşkerî rabê. Niha ew nav hate rakirin.

Back to top button