Cîhan

Navbera Îran û Sûrî çewe dibe?

Serokê Îranê Mahmûd Ahmed Nejad, roja şemiyê, di hevpeyvîna xwe de bi kanalê televizyona BBC re, ragihand, “ku kuştina xwepêşenderan li Sûrî, bi hîç şêweyekî nayê qebûl kirin.

Ahmedî Nejad weha got: `Em kuştina mirovan li Sûrî, çi ji alîyê desthilatê û çi jî alîyê opozisyonê ve bê, şermezar dikin”.
Ahmedî Nejat ev jî got: “Em dikarin çareseriyek hêsan ji Sûrî re pêşniyar bikin: Hemû alî divê lihev rûnên, gotebêjan bikin û bighên lihevkirnekê”.

Li gor rêjeyên ku NY diyar kirine di encamê xwepêşandanên Sûriye de, ku ji meha adarê ve destpêkirne û heta weke niha, bêhtir ji 3 hezar mirov hatine kuştin.

Back to top button