Nivîsar

Nato ber ku ve ?

Hin analîz û Raporên Rojavayî, diyar dikin ku erdnîgarî, dîrok û berjewendiyên neteweyî rê dide berdewamiya nakokiyan di navbera Dewletên NATO de û diyar dikin ku NATO ji hundur ve tê tehdît kirin, wek alozîyên navbera tirkiye û Yonanîstan , nakokîyên liser Lîbya û êrîşa Tirkiya ya liser Sûriye û rojavayê kurdistanê, û ciyawazîya dîtinan liser pirsên ewlehîyê , ji ber ku welatên rojhilatê Ewrûpa dibînin ku gefa yekem ji Rûsyayê tê, lê welatênbaşûrê Ewropa nearamî û bêaramiya li Rojhilata Navîn û Afrîka wekî gefa yekem li ser ewlehiya xwe dibînin.

Almanya wekî alternatîfa NATO-yê avakirina artêşeke yekbûyî ya Ewropî pêşniyar kir. Di nav alîgirên vê Pêşniyariyê de, Serokê Fransî "Emmanuel Macron"e , bê goman Amêrîka ji vê ne dilxweş e. Washington, dizane û dibîne ku derketina artêşek wusa dê hebûna NATO-yê, û ya girîngtir jî, pêwîstiya hebûna hêzên Amerîkî li welatên Ewropî bixe nav gomanan.

Cûdahiyên siyasî û stratejîk ên di navbera welatên endamên NATO-yê de krîzeke nebaweriyê di hundurê wê de diyar dike. Polîtîkayên Trump ên di nav tifaqê de gelek krîz çêkirine, nemaze ji ber ku siyaseta Trump her tiştî li gorî xwe ferz dike li ser hesabê berjewendiyên welatên endamên Nato ye.

Tirkiye jî di nav NATO-yê de bûye çavkaniyek gef û nerehetiyê û bûye sedema dubendî û nakokiyên nav endaman. Li ser wan cûdahiyên ku ji ber êrişên Tirkiyê li bakurê Sûriyê piştî vekişîna ji nişka ve ya DYE derketine holê. û ragihandina kirîna "S-400" ya rûsî . Her weha siyaseta wê ya dijminane li hember Yewnanîstan û Fransa li rojhilatê Deryaya spî. Dema ku her du hevalbendên NATO-yê, Yewnanîstan û Tirkiye, ber bi rûbirûbûnek leşkerî ve diçe , dibe ku agir bi herêmê tevî bikeve, û alozî di nav ava Derya ya pî de zêde bibe û Nato bê hêz xuya dike . Gelo dê Nato bikaribe vê alozîyê çareser bike?

Afirandina artêşek yekbûyî ya Ewropî bê goman dê bibe aloziyeke NATO-yê ye û dê Ewropa veguherîne hêzek serbixwe ji NATO-yê. Lêbelê, zehmetiyên vê artêşê di dijwariyaentegrasyona di nav hêzên leşkerî yên Ewropî de tê diyar kirin, û heke damezrandina artêşa Ewropî pêk were, ew dê nikaribe bigihîje asta bersiva şerên stratejîk û gefên Rûsyayê yên li ser Ewropa, nemaze welatên Ewropaya Rojhilat.

Nato jibo berdwamiya xwe divê hevkariya di warê ewlehî, îstixbarat û polîtîkayên parastinê de di navbera Dewletên Endam ên Hevbendiyê de hewl bide û xurt bike , ev jî ne hêsan e.

Pêşeroja tifaqê?

Cûdahiyên di navbera welatên endam di nav NATO de ji damezirandina wê ve taybetiyek NATO ye, û ya ku ta niha NATO yekbûyî maye , berjewendiyên hevbeş di nav endamên wê de û gefên Mosko liser endamên di nav vê tifaqê de ye , ku ferz dike dewletên endam naçarin ku yekrêziya xwe biparêzin.

Swêd 2020-09-04

Nûrî Haco

Back to top button