Nivîsar

Nanê dijmin li ser kaba wîye !

Dilciwan HelbestEw kesê ku didê pêşya Miletekî û wî gelî da dûv ew dibine perpirsyarên wan gela, heger şeref bê, rûmet bê, serkeftin bê, yan jî pîsîtî bê, xaîntî bê teva ji pêşkêşê wî gelî re ne. Ew nikarin bixne sutûwê hinekî din bêjin, efendîm ha mîtê devletê ev kir, berjewendî dêran wisa kirin ev nayêne qebûlkirin, hûn berpirsyarin yan hûnê bibne serkeftî û ser firazê dîrokê, yan jî hûnê bibne rûreş û edûqewmê tarîxê! Di tarîxê dinyayê de şerm û kirata mezin çîye? Ewê ku welatê xwe û gelê xwe difroşin. Serkeftin û lehegîyan mezin çîye? Ewê ku gelê xwe û welatê xwe rizgar dikin, ewin ku di dîrokê dinyayê de tomar dibin.Di berya hezar û heşset û çilî di nava Îslamê de qewmîyetçîlik nebû.Lê di dema Mahmûd ê duyem de Sultanê Osmanîyan de hem herba eborîyê dest pê kir û hem milliyetçilik dest pê kir, hîn berya hingî Gawiran dest pê kiribû lê nû Îslamê dest bi nijadperestîyê kir. Îttîhat ve Terakî Cemyetî dest pê kirin. Lê mixabin û sed mixabin gelê Kurd dixewde bûn heya wan ji qewmîyetê tune bû, Kurda çi dikirin? Berberîya gundîkî eşîrtî hevrikî dikirin, hevdû dikuştin û talan dikirin, rezê hev dibirîn, bênderê hev dişewitandin, Kurda vê zanîbûn heya wan ji dinya û tarîx û nexşeya hebûn û tunabûnê nebû! Welew çend hebê zane hebûn jî ne bes bûn. Ewan kesê ku hinekî ji sîyaset Kurdewarî fêm dikirin jî hebûn lê xêr nedkir, ji gel re digotin lê kesekî fêm nedkir. Pezê xwe nas dikirin û axayê gund nas dikirin û qismekî jî şêx nas dikirin ev jî ne bes bûn.Piştî ku her tişt qedîya soz û peymanê navbera miletan xelas bûn îca çete û diz û xwîn mija êrîşî ser Kurda kirin Kurd talan kirin û perçiqandin, ziman qedexe kirin, ji nûka hineka jê Kurda, neb temamî hineka serê xwe li dîwaran kistin û tirya xwe hejandin, lê dîsa xaîntî li hev kirin ew jî neçû ser, bûne himal û rêncber.Her serê çendekî lîderekî Kurda yan şêxek yan jî axa kek wê raperînek bikra dijmin jî bi wan elimî bû zanîbû wan bixapênê di gote wan, werin teslîm bibin emê we efû bikin û emê daxwazê we bicî bikin soz moz ji wan re didan çend derew li wan dikirin ewê ku li ber dijmin rabûbûn jî tev cahîl bûn sîyaset nedîbûn bê tecrûbe bûn di cî de yeqîn dikirin teslîm dibûn dûvra wan dixeniqandin, îca gazin dikirin digotin, kuro ma ev çi bêbavin sozê ku ji mer dan û xaîntî kirin (nanê wan li ser kaba waye)! Yanî qey ev ne şerme ku mere gazinan ji dijmin bikê, mere gazina ji dosta dikê cîyê ku mere hêvî jê dikê mere gazina jî dikê, ê van gazinê dûv guradebûn. Îca dev ji tevan berdin di nav xwede hesab bistînin ev bedelê mezin ku ji her wextî bêtir xwîn rijandin û talan kirin koçber û wêran kirin, ka çi bi ser ket? Vê muhasabê bikin ku ev hesab neyê dîtin ti bahwerî namînê.Tahba Şêx Basîse, asas ne şêx bû sofîkî cahîl bû zêde îbadet kir, bû welî. Lê ji ber ku cahîl bû şeytan wî xapand û liser kufrê çû, ewqas tab û îbadet a wî tev bi avê de çû. Nihaka Kurdê me jî wekî Şêx Basîs wê bixesirin. Boçî heta nihaka Kurd ji bonî xwe ne xebitîne ji xelkê re dixebitin û bedel didin, bi deh hezaran xotê Kurda dan kuştin tevî vala. Nêzîk ne dûr wê li Cinêfê protokol wê bê îmzekirin, ku nûnerê kurda li wir tunebê ew xebatên wan tevan vala ne. Hîn xwe ji lîsta terorê dernexistine, ku navên wan bi kurdîtî li wê protokol ê de nebê wê kulê wan di korê wan re derxin, kanî benê wan bi kêve girêdayîye ka misogerî ji kê sitandine?Wexta ku hîn we Kurdî tî fêm nekirye hîn hûn nizanin kîjan lîderê Kurd netew parêze û kîjan netew firoşe ku hûn nizanibin hûnê bibne çi? Ma qey mîjî di serê we de nîne, ma çavê we nînin, ma guhê we tunene? Hûn dibînîn hûn his dikin hûn ne ker û lalin nedin dûv welat firoşa, bidin dûv welat parêza. Sokrates gotîye: “Ê ku tarîxê nexwênê mîjîyên wan wekî ê zarokikî heft salî dimînê! Tarîxê bixwînin tarîxa Kurd Rojhilata Navîn bixwînin û bûyerê ji seksanê û virdejî lêkolîn bikin bê hingî çibû û niha quliptîye çi rengî bidin ber hev wê rastî derkevê holê hûnê tişkî fêm bikin.Erê şiklê însan wekî zilam e lê bi wê qam û bejna xweşik nabî mere, ancex emelekî paqij û birûmet, miletperwer û netewî edalet û rêzdarî hijjêkirina gelê xwe bidne pêş, ku av di emelê wan de hebê wê higî nirx bistîne. Mere bi emelê xwe û meqam û pilekan distîne, bi pîsîtî û xaîntî û xwe firotî welat firoşî hûn nabne tîştik. Ancex dijmin ji tere bêjê aferîn; lê gelê te wê tifkin rûwê te û navê te wê di lîsta reş de bê nivîsandin vê qenc bizanibe xirpo. Wexta ku mere şerê hebûn û tunebûnê bikê mere li çep û rastê xwe na nerê li mafê gelê xwe dipirsê li xilaskirina xwe û gelê xwe û welatê xwe digerê. Heta ku tu mafê xwe bi dest nexê û tu li hinek din bipirsê ew xaîntîye ew nerastîye.Tu pezê xwe ji gura re dihêlê dirê hewara hinek dî ka ev tê çi wateyê? Xwezî we carekê rastî qebûl kirbane hûn sûcê xwe înkar dikin hûn li gorî daxwazê xwe dibê bela her kes wekî me bifikirin bela Xweda jî wekî me bikê, her kes wekî we nafikirin. Mafê we çiqase û hûn karin heta çi nuqtê dawa xwe bimeşênin? Proja xwe wilqas çêke tiştê beletewşî nexe nav lista xwe de, ha emê Rojhilata Navîn û emê temamê dinyayê bikin wekî hev ev tiştê kul i dinyayê çênebûye û çê jî nabê, kes ji vê yeqîn nakê ne hewceyî gotinê ye. Tiştê ku aqil qebûl nekê bahwerî jî bahwer nakê, hingî divê ziman jî nebêjê.

Back to top button