CîhanRojev

Namzetên serokkomariyê bi fermî hat eşkerekirin

Pêvajoya îtirazê ya 4 namzetên ku di hilbijartina serokomariyê de navên wan diyar bûyî bi dawî hat. Di nirxandinê de îtîrazên li ser namzetiya Kiliçdaroglu, Înce û Erdogan hatin redkirin. Lîsteya dawî ya namzetan ji aliyê Dezgehê Bilind a Hilbijartinê ve hate pesendkirin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin, îro bi awayekî fermî pêvajoya propagandayê dest pê dike.

Pêvajoya hilbijartina serokomariyê dewam dike. Ji bo 4 namzedên ku navên wan diyar bû dema îtîrazê qediya. Dezgehê Bilind a Hilbijartinê  (YSK’)ê ji bo nirxandina nerazîbûnan ​​careke din kom bû. Lijneya Bilind a Hilbijartinê biryara îtirazên li ser lîsteya namzetên serokomariya demkî hat dayîn.

LÎSTEYA DAWÎ YA NAMZET DI ROJNAMEYA FERMÎ DE HAT WEŞANDIN

Serokê Dezgeha Hilbijartinê ya Bilind Ahmet Yener da xûyakirin ku, Recep Tayyîp Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu, Muharrem Înce û Sînan Ogan di lîsteya teqez a namzetan de cih digirin. Lîsteya dawî ya namzetan jî di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Back to top button