Cîhan

Nameya Ban Kimun bo Beşar Esed

Hat ragîhandin ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kimun Nameyek ji serodewletê Sûriyê Beşar Esed re hinartiye û wî hayadar kiriye ku ew çekên kimyewî li dij xelkê bi kar neyen.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Martin Nesirky di civîna rojane ya çapemeniyê de got ku duhî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî rêzdar Ban Kimun nameyek ji Beşar Esedî re hinartiye û di nameyê de weha gotiye:

”Ji bo êminatiya Stoka çekên kimyewî yên li Sûriyê, hikûmeta Sûrî berpirsyar e û eger ev çek ji sînorê xwe derkevin, dibin tawanekî deredemî.”

Back to top button