Nakokiyên nava YNKê avakirina hukumetê dereng têxe
Biryar bû ku YNK û PDK ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê lihev bicivin. Lê li ser daxwaziya YNKê civîn şunde hate dayîn.
Li gora tê zanîn û hinek aghdariyên di nava YNKê de gihayîn destê me, YNK ji bo di nava xwe de di derbarê avakirina hukumeta Kurdistanê de ne yekaliye daxwaz kiriye ku civîn şûnve bê avêtin.
Lê ji bo civînek din jî tu dem diyar nekirine. YNK di rewşek xirab de ye û ji bo nakokiyên navxwe hewl dide ku avakirina hukumeta Kurdistanê jî şûnve bide.
Civîna parlementoyê û avakirina hukumeta nû ya Kurdistanê gelekî girîng e. Taybetî welatên wek Amerika û Yekitiya Ewropayê vê yekê wek pêwistiyekî dibînin û hemû hevdîtanan li gel kurda vê yekê dubare dikin.
YNK ketiye di nava rewşekî de nizane dê çi bike, ne dikare kongreya xwe kom bike û ne jî ji bo nakokiyên di nava xwe de dikare bibe xwedî biryar û daxwaziyên xwe ji aliyên din re bîje. Di nava YNKê de ji her seriyekî dengek derdikeve û ev jî dibe sedemê ku hukumet û mueseseyên din yên Kurdistanê nûjen nabin û avakirina hinek dezgehan derneg dikeve.
PDK û aliyên din heta hetayê nikarin bimînin hêviya YNKê, nakokiyên wan yan çareser dibin , yan jî qet nabin. Nabe ku PDK rê bide ku nakokiyên di nava YNKê de zererê bide Kurdistanê. Bê guman zehmetiyên vê yekê hene, lê ya dawî de berjewendiyên Kurdistanê ji rewşa YNKê girîngtir e.
YNK bi vê helwesta xwe zererekî mezin dide Kurdistanê û rê li ber berjewendiyên Kurdistanê digre.