Cîhan

Nabe em dijî Îsrayîlê bin, ji bo ku ereb dijî wan in

Clifford D. May serokê saziya bergiriyê ji sîstemên demokratîk ku, saziyeke siyasiye û li ser meseleyên terorê dixebite, di malpera Script News  da nivîseke jêr navê (kurdan sempatî bo Îsrayîl û cihuyan heye) weşandiye.

 Clifford D. May di nivîsa xwe da dinivîse: Sedam Hisên gelek karesat bi ser gelê Kurd da anîne. 150 000 hevwelatiyên kurd ji jin, mêr û zarokan kuştîne. Dewletên Yekgirtiyê Amerîkayê piştî şerê Kendavê yê yekem, herêma Kurdistanê ku,  hindî Swîsrayê mezine, herêma dijî firîna balefirab ji bo kurdan îlan  kir. vê yekê jî wisa kir ku kurd xwe hevpeymanên Amerîkayê hisab bikin û sempatî bi Îsraiylê bikin.

Nivîskar dinivîse ku gelek xalên hevbeş di navbera kurd û Îsraylê de hene:

1- Her du milet beriya hatina ereban bo deverê li wê deverê jiyane.

2- Her du milet rastî êrîşn tenkojiyê, jênosîda hatine.

3- Çarenivîsê her duyan nediyare, ji ber ku cîranên wan, ji bo ku wan jiholê hilînin bi dijwarî dijminatiya wan  dikin.

Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di berisiva nivîskar da li dor Îsraylê dibêje: Me tu pirsgirêk bi Îsraylê re nînin. Îsrayîl tu zirara me nekiriye. Nabe em dijî Îsrayîlê bin, ji ber ku ereb dijî wan in. Îsrayîl li herêmê welatekî demokratîk e.  Kurdistan jî dixaze demokrasiyeke domdirêj xwedî sazî li herêmê ava bike.
Mistefa got ku hindek caran ji herêma Kurdistanê re “Îsrayîla duyê” tê gotin.

Clifford D. May dinivîse : Dema ez li herêma Kurdistanê, şofêrekî taxiyekê jê  re gotiye “Ez dixazim serdana du welatan bikim; Amerîka û Îsrayîlê”, min jê pirsî çima  Îsrayîl? Şofêrî got: Jiber ku ew jî weke kurdan hatîne bibdestkirin, lê wan karî mafên xwe werbigirin û geş bikin.

 

civîl

Back to top button