PolîtîkRojev

Muxalefetê nekarî namzetê xwe ji bo serokkomariyê destnîşan bike

Li Enqere Ji bo civîna 12emîn a Maseyê 6 Kolî, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Gultekîn Uysal, Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, Serokê Giştî yê DEVA yê Alî Babacan û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu hatin Navenda Giştî ya Partiya Saadetê.

Civîna ku demjimêr di 14:00 de destpê kir qasî 6 saetan dewam kir. Herkes li bendê bû ku di civînê de namzetê serokomariyê diyar bibe. Piştî ku Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener xwest ji bo biryara dawî bi organên partiyê re bicive, biryar hate dayin ku 6ê Adarê cardin bicivin.

Li ser namzedê feraseteke hevpar pêk hat.
Piştî civînê bi îmzeya serokên 6 partiyan daxûyaniyek hate ragihandin. Didaxûyaniyû de dibêje:”Em wek serokên partiyên siyasî yên ku Tifaqa Millet pêk tînin, di derbarê namzetê me yê hevpar ê serokomariyê yê di Meclisa Serdema 28an û Serokomariya 13emîn da gihîştine feraseteke hevpar.”

Piştî ku serok organên desthilatdar ên partiyên xwe agahdar bikin, em ê dîsa bicivin, da ku di 6ê Adara 2023ê de daxuyaniya dawî bi raya giştî re parve bikin.

Back to top button