Polîtîk

Murat Bozlak : Divê Kurdistan û Tirkiye bibe welatek

   Serokê Giştî ya HADEP a berê   Murat Bozlak di roportajekî Aknewsê de got : Pêwîste Ankara digel Hewlêr Federasyonekî ava bike û ger ew proje serkeve pirsgirêka Kurd jî çareser dibe û Tirkiyê dikare bibe welatê herî mezin û bihêz ya Rojhilata Navîn.

    Bozlak wiha berdewam kir : Çareseriya pirsgirêka Kurd ne bi demoqratîkbûne ve girêdayiye tenê bi  naskirina mafên demoqratîk a netewiye yê re mimkune ji ber ve yekê jî rêveberên dewleta Tirk divê naskirina nasnameya Kurd, fermîkirina zimanê Kurdî û destura xwe îdarekirina Kurdan  bipejirînin . Bozlak balkişand li ser ‘’ Xweseriya Demoqratîk û wiha berdewam kir :  Çareseriyekî mayînde bi vî projeyê re ne mimkûne.

    Bozlak ji bo referandum jî got : Ez jî weka BDPyê boykot dikim lê ger ez biçûyama ser sendoqê minê bigota ‘’Erê’’ û ez di partiyê de jî rêveber bûma dikarîbûm rengê erê bînim rojevê.

Back to top button