CivakPolîtîk

Mîrê êzîdiyan:Divê PKKê ji Şingalê derkeve

Mîrê êzîdiyan ragihand, em daxwaz ji hêzên PKKê dikin hest bi berpirsyaretiyê bikin û beriya ku rewş aloz bibe ji Şingalê derkevin, da ku hikûmt karê xwe bike bo vegerandina xelkê navçeyê.Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzîdiyên Kurdistan û Cîhanê bi wekalet ji malpera KDP.info re ragihand: “Em spasiya hemû hêzekê dikin ku tenê rojekê jî alîkariya Şingalê kiribe, lê jibilî Hêzên Pêşmerge ku Serok Barzanî serperiştiya wan dike, ti hêzeke din di operasyona rizgarkirina Şingalê de beşdar nebûne.”Mîrê Êzîdiyên Kurdistan û Cîhanê bi wekalet wiha got: “Em daxwaz ji hêzên PKKê dikin ku bi xweşî avahiyên hikûmî li Şingalê bala bikin, da ku hikûmet karê xwe bike û amadekariyên vegera xelkê bo Şingalê bikin, eger dernekevin dê pirsgirêk çêbibin û emê wan neçar bikin bi nexweşî ji Şingalê derkevin, lewma em naxwazin ti pirsgirêk derkevin, bila ew bi xwe hest bi berpirsyaretiyê bikin û ji Şingalê derkevin.”Tê zanîn ku piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serok Barzanî bi dawî hat, çekdarên PKKê ji ser Çiyayê Şingalê daketin û 7 avahiyên hikûmî yên nava bajêr kirin baregehên xwe û niha dibêjin divê Bexda ji me re bêje derkevin, lê ew kar pêwendî bi Encumena Parêzgeha Mûsilê ve heye û wê mohlet dabû wan ku ji Şingalê derkevin, lê dibêjin em dernekevin. 

Back to top button