Kultur

 Min dît û nabêjim(Roman)

Silêman ÇakirXatir bûne ji bavo,mîne qesema heyve semawerzê bû. Bê dengî û xemgîntî di yek dilde cîh girtibu. Wextekî baş me li hevdû meyzekir. Bavo li milekî derdê xerîbîye ku emê bikşînin û li milekî bi tenê bûne xwe xemdar dibû.Rewşa me gelek tijbîye hevdû. Di wê kêlîyê de min ji xwere digot ez dev ji kârê mamostetîyê berdin û bi bavo re jîyanê mîne gûndîye kî berdewam bikim.Di rexê dîtirde cahş û fesad dema di hatin bîra min,min di ku em hizúre bavo jî xera nekin?Lê, bi tiştekî dil rehet di bûm. Serdora bavo xwîşk û mirovê wî bûn. A dûyem em jî ,ji serdore xerab xilas di bûn. Wer hasil di dawî de me xatir ji hevdû xwest û em derketin ser rêçke xwe.Em daketin binye gûnd û wesayît hat û em siwar bûn, ji gûnd em çûne bajarê cîranê girnewas. Em ne sekinîn û jiwir dîse em siwar bûn çûne Êlîh, wext hebû, Êlih toz û duman bû, lê me ku firsete em hinekî bi gerin. Wek seat’ek em hinek gerîyen em çûne navçeye Qubînê. .Payîz xêr bûn lê, ji dert û kûle û ji zilm û pisgirêkê me tiştek ji payîze xwe fahm nekir.Dema ez derdiketim bi qambilî savci û hakim gotinek derdiket ber çavê min.””EDALET BÊHENGÎYE MİLK’E””Dema min gotin di dît ez dîn di bûm.Çaxê em jî Êlîh çûne Qubîn’ê ew gotin hate ber çavê min.Min keserek veda bajovan ku çi bû Mamoste? Min ku tiştek tûneye. Em gihiştin derba hapsê, min jî qazîve gote bajovan ,min ku evder çîye? Ku zîndane, min ku xwedê tu kesî nexê zîndanê wî jî ku amîn.Em gihiştin bajarê Koçero, yek cadde û dû qahwexane. Em ketin rêçkâ bajêr û milê çepê, piştî dû sed metre xanîyê me lê jîyan dikir em gihiştinê. Dema cîran û zaroke em dîtin hatin jibon bi xêrhatinê em pêşwazî kirin..Gelek kêfa wa hat û em derbasî xanî bûn. Bajovan vegerîye ser kârê xwe… Sirgûn û zîndan kirin tim malbatwêranîye. Çar care min malbat ligor çare û imkanê xwe ava kir lê tim xerabû.Heyva payîzê xilas dibû em di ketin heyva sêyemde. Dema em ketin xanî serdor wêran bû. Me şev rojek ancix biser hevdû anî. Zivîstan hatibû û gelek tişt lazim bûn, me aş ne didan û em bê pere bûn. Ez roja dîtir çûme rêbertîyê. Min gote mûdîr çime hûn meaşê min nadin?Ku ezê biçim cem qeymeqam kà gelo ewê çi bêjê. Min ku ligor destûre en hindik ji sê pare dûdo divabê hûn meaşê min bidin min.Ku raste lê serokatî leşkerîye, min ku dadgehê ceza neda ye mîn û ez berdame. Ev tiştê li himberî min dibê edaletsiztiye, ku raste wek min got ez biçim cem mûlkîye emirî gelo ewê bêjê çi?Dema wisa got min xatir xwest û ez hatim malê.Êvar bu û tiştekî xwarinê nebû, derî lê xist û min dema derî vekir xwedê jê razî Kek Hecî Olcan û malbate xwe gelek tiştê xwarinê bi xwere anî bûn hatin cem me. Me bixêr hatin.dayî hevdû û me li hevdû pirsî. Piştre çend mêvanê dîtir jî hatin,min Destûr jiwa xwest û ez çûme bajêr min hinek tişt anîn. Şîv çêbû em tevde ser sifrîyê rûniştin, wa ku me xwarin.xwarîye, piştî şîvê me dest bi.sohbetê kir,mesele hate ser pisgirêke min.Kek Hecî ku xema meke ezê liser bi sekinîm. Şev behêrk xilas bû û xatir xwestin û çûn. Em jî raketin..Ez mame benda biryare múdîr beg. .ibehê payîzê na tijbihin sibehê dîtir.Cemidî û bahoz mimkine. Ez zû rabûm û min xwe amede kir û ez çûme dibîstanê. Piştî wextekî kinde, mamoste Îsmet axaye, Îbrahîm û Remezan jî hatin ji xwe karmend xelîl ew tim amede bû, karmend Remezan min hîç ew fahm nekir.Mamoste Îbrahîm gote xebatkar xelîl ku ma çayê çêbû ye? Ku mamoste her tim çayê amede ye. Wî jî jibon taştê tişten anî bûn. Hevjîne wî bîre wa tişte dibir. Sifre danîn û em rûniştin liser xwarinê. Me hê qurpek ji çaye xwe ne ve xwarîye qeymeqam beg jî ne hat?Ku wey maşalleh, kêf kêfa weye, ew jî hat û li cem me runişt, mamoste Tahîr ecêb bû, ku ma xanime we taştê nadê we? Qeymeqam beg ku a te çime nadê te,dema wisa got em tevde kenîn, wî taştê xwaribu, jibon xatirê me borekek xwar û vekişîye û ku nosîcan bê. Ew rêber Mamoste Behçet Çune oda wî. Wextekî ma û xatir xwest û çû. Mamoste hate cem min ku dibê jê bere biçê dadgehê kâxezekê mîne belge bi xwazê û têde bêjin kârê dest bi kârê xweyî mamostetîyê bikê û tu saqince û pisgirêk tûneye û mohr û dest nîşan bikin û bênê ji minre. .. Dema wisa got min ku ez neha biçim ku raste here.Min xatir xwest û ez derketim.Mamoste Îbrahîm pey minde hat ku bisekine û hat hinek pere dayî min.Ez derketim ser rêçkâ Êlîh wesayîte Sêrttê hat ez siwar bûm û ji wir çûme bajarê Lorî, xwedê jê razî Kek selîm li dadgehê di xebitî weke mibaşir .Min li derî xist û dema ez dîtim ez bi dilgermî pêşwazî kirim,ku xêre? Min pisgirêk jêre got, ku ma ne me dabû te. Min ku raste lê divabê hûn bêjin jibon ku dest bi kârê mamostetîyê xwe bikê tu saqince tûneye, ku ser çava û ser sera …..Di wextekî kinde nivîs anî û sê nushe bun (rûpel ).Min zor spasîye wî kir û derketim ser rêçkâ bajarê Koçero. …Hatim geraje Êlîh, dil bi şik goman û Tirs û cesaret şerê hevdû dikirin liser alozî û astengîye.Wesayît amede bû. Bajovan ku Gelî rêwingî yê Êlîh suwar bibin ji kerema xwere. Em suwar bûn û meşî. Min bê dengî û tefekûr tercih kir.Dema em di hatin û em gihiştin serdore Heskîfê ew şikeftê pîroz min tişbihandin jîyane me,min ku mimkine rojek werê ev Dîrok û zayî bûne pîroz tar û mar bibê. Wer hasil gotine min bu mîne fale rastî.Dema ku generalekî Tirsonek derdikevê holê û devê milyon mirov kelepçe dikê, çime şikeft xeranebin? Dibêjê ez kârim cîhanê feteh bikim û qaşo sîyasetmedare û li himberî generalekî Tirsonek deng dernaxê û şepqê tavêjê diçê geravê êsîr û husran dibê. Dema ez wisa tefekûr di bûm. Bajovan ku em hatin sekne dawî, mirovê biçê Qubînê bere biçê milê wîyalî. Ez daketim û çûme gerajê. Dema ez gihiştim gerajê min dît yekî bankire min,dema min meyzekir mezinê mihacire bû. Ku mamoste tu diçê kûderê? Min kû ezê biçim Qubînê ku were suwar bibe. Wesayît ya wî bû. Em tevde suwar bûn û piştî wextekî kûrt em gihiştin Qubînê. ..Dema ez li bajarê Koçero daketim û min li nivîse ku ji dadgehê anî bû û min lê meyzekir,dilê min çar kopal lê xist.Min ku gelo wê çi biryarê bidin?Ez awil çûme dibîstanê .Mamoste Behçet ku ma tu hatî, min ku erê, ku gelek başe û te nivîs anî? Min nivîs da destê wî xwend û gelek başe, piştre telefon dayî qeymeqam beg û wî agahdar kir,piştî telefon girt ku nivîsê bibe û biçe cem qeymeqam,dibê bere werê û ez li benda wîme. Ez çûme meqamê wî, dema ez gihiştim ber derî nahtor ku li benda teye,li derî xist û wî agahdar kir,piştre ku kerem bike,ez Ketim oda wî û min bi şeklekî rehet jêre ku merheba wî jî ku ser çava tu bixêr hatî û derbasî bê, min jî zor spasîye wî kir û gote min ku rûne…Ez rûniştim û çayê xwest jibon min û xwe. Cixare derxist jibon min îkram kir ,min weke hûrmet cixare pê nexist. Ku de kerem bike Mamoste ev we çikir ku hûn ketin zîndanê û hûn hatin girtin?Min ku em xort û ciwan bûn, me di xwend û bûhabûn roj bi Roj zêde dibû, min û çend hevalê xwe fermî serî li wezaretê xist û me li himberî bûhabunê mitîng û meş pêk anî, çend slogan hatin avêtin û yek jê ji Kurda re Azadî bû, piştre çend prowaqatore şer derxistin û mirovek bi fîşeke nenase jîyane xwe ji dest dayî  (R…)û gelek mirov hatin girtin û gelek jê gûndî bûn. Dadgehê di derheqê mede biryarê bê huquqî dan.Dema min wisa got kenî, ku ma dema we buhabun protesto kir zam daketin?Min ku me kârê xweyî însanî kir.Dema min wisa got,hinekî sekinî û bankire kâtîbê xwe ku nivîse Mamoste jibon dest bi kârê xwe bikê bi nivîs û bere wî jibon selameta wî bidin Dehê  (Eruh ).Dema wisa got,min ku çime Dehê? Ku divabê wisa bê û wekî dîtir jibon ku tu dest bi kârê xwe bikê çareserî eve. ..Min ku başe û xatir xwest û ez derketim çûme dibîstanê cem mamoste Bahçet. .. Dil limin teng bû û serê min tevlî hevdû bû. Min ku ey Xwada jibon ku em Kurdin divabê ev teşqele bêne serê me?Ey Xwada me xwend serê me jî bela xilas nabê ev çawa edalet û heqanete? Ser gotinekê, ser sloganekê zîndan kirin û sûrgûn kirin bû pare me. .. Ez gihiştim dibîstanê û min rêberê dibîstanê agahdar kir,ew jî xemgîn bû. Di wextekî kinde sûrgûn bûne min li serdorê belav bû. Şagirtîyê min û cîran û nas tevde hatin ku ma çareserîyek tûneye, gelek çúne cem qeymeqam ku tu çare di destê minde tûneye. Ma ku ez bimînim li benda qerarnamê xwe. Min xatir xwest û ez hatim malê, roja dîtir mûdîr beg bankire min ku vaye nivîse te hatîye û perê teyî ku te ne sitandîye biçe cem mûtemet bere bidê te û mesrefa rê jî bidê. Ez çûm û xwedê jê razî Remezan di wextekî kurtde şolê min xilas kir û min xatir xwest û derketim çûme malê. Min malbat agahdar kir û emê çawa bikin û çawa biçin me biryare xwe dîyar kir.Cîyê ez biçimê bajarê sêrttê û navçeye Dehê gûndê Girdare bû. Heftîyekwextê min hebû. Min gote dayîke zaroke  (Hevjîne xwe) ez biçim gûnd bibînim û dest bi kârê xwe bikim û çend roj Destûr bistînim û vegerim û piştre xwe amede bikin û tevde biçin.Ku başe. Roja dîtir ez çûme sêrttê, min nivîse xwe derxist û ez çûme Dehê ,li bajarê mezin (A.Ç ) mûdîr bû û li navçeye Dehê  (N)bû. Ez texrîben nîv ro gihiştim Dehê, derketim rêbertîyê, çûme meqamê Mamoste ,N…min xwe da nasandin,dema min naskir dibin çava de limin meyzekir,min ku xwedê wekâle ev şexis tirsoneke, divabê ez gelek şareze bim.Min nivîs dayî destê wî, ku kerem bike rune, ez rûniştim û pêl zingil kir,piştre min naskir ku mûtemetê me ye.Çayê xwest û gote mûtemet ku mamoste nivîse wî derxe û jibon wî çi lêzime bike,ku ser çava,gote min ku çaye xwe vexwe biçe cem mûtemet, tu çi di xwazê jêre bêje. Min çayê xwe vexwar û xatir xwest û ez çûme cem mûtemet. Ku mamoste gûnd gelek dûre, mamosteyek li wire û gûndê çîyayîye, lê gûndî gelek başin,lojman tûneye, ezê bêjim mixtar bere xanîyekî jibon te amede bikê, tu çend roje Destûr di xwazê? Min kû haftîyek bese,ku temam.Dema heft roj têra te nekir ha ji tere ev telefona me ye,mîn agahdar bike,min ku malî ava,min xatir xwest û ez vegerîyem sêrttê û jiwir çûme bajarê Emê gozê. Texrîben esrîkî gihiştim malê. Berdewam dike….   

Back to top button