Kultur

Min Dît û Nabêjim (Roman)

Silêman ÇakirMin Dît û Nabêjim /24/T/Piştî çend roje xebereke nexweş hat gotin ew xort li Bajarê Aqçeqela di dawetekê de bi çekê hatîye qetil kirin.Ez ji temenê şeş (6)salî weke îro tim tiştekî tefekûr dibim û min ligor xwe analîzek kir,şexsîyete Kûrd çime her tim mixalifê xweye?Ew lawik (S.A.)mirovekî delal bû, lê bavê wî jê nexweş bû, ligor min his kir,ji bavê xwe xeyîdî bû.Bawerî Kûrdê bi destê Kurd qetil bûye bi melyone ye, hele vê demê, dema qernê 21′ de…Gelo ji bindestîyê ye?Gelo jibonnexwebúne xwe di xwîn û ruhê wî de heye..Bû êvar sifre amede bû, dayê bankire herkesî ku werin şîv bi xwûn. Em tevde ser sifrîyê rûniştin û bavo jî amede bû. Dema cilkê ser min dîtin,wî jî mîne dayîkê ku ma ev çi cilin te li xwe kirin,min ku ezê biçim dibîstanê berdewam bikim,aciz bû ku NAAAA. ..Min deng dernexist û ez çûme mala xwike xwe Necûde. Min mesele jêre got,ku tu heqlîye,lê bavo jî dema ku bê na,zore,tê çawa bikê? Min kû ez jî ser biryare xwe nayême xwar.Girî, min ku tu çime digrî, ku ez liber te dikevim..Yek û derb ku rabe em biçin cem bavo,ez jêre bêjim,belkî ez wî razî bikim..Min ne bawer bû, lê em çûn.Bavo çûbû nimêjê, Hecî bû û oldarekî dilsoz bû. .Quran-i kerîm her roj di xwend, rojî di girt û xwedî soz bû. Piştî wextekî hat, ji camîyê,em tevde jiber rabûn, ew runişt, li xwîşke min pirsî, piştî pirsbûne hâl û wext xwîşke min mesele vekir û jê rica kir.ne got na,ne got erê. .Bû wextê xewê, em tevde çûn ser nivînê xwe ,min xwe tevlû cile liser doşekâ xwe,xwe dirêj kir û ez tefekûr bûm.Min biryareke halo jibon xwe da.Ezê jibon xwe Gûze bidim hevdû bibim erasê bi firoşim û bi wa pere bi xwînim. Çend nasê min li bajêr hebûn,ezê hersal, aalekê li malekê bimînim…Bavo liser min xemgîn dibê, dayê jî nizanê çibikê, ez gelek aciz bûm, min porê xwe serbest berda,min cilkê xwe ne şûştin,min dev ji kârê malê jî berda,ez di navbenda heyvekê de nexweş Ketim, hindik mabû ez bimrim,serdor nase gotin bavo ez birim Amed bişîjk  (Doqtor),bavo,ez û çend gûndîyê me ,em tevde çûn.Bişîjk ez dibin çavde derbas kirim,ku çî te heye?çi derdê te heye?min kû tu vane derxê derve,soz û peyman ji minre bidê ezê bêjim…Got,temam,wa derxist derve,min derdê xwe got.Bankire wa û gelekî bi wade xeyîdî,ku ger hûn vî lawikî  neşînin dibîstanê ezê gilîyê we bikim..Wa jî qabûl kir û dermanê min nivîst û em hatin malê. Ji milekî derdê xwendinê, ji milekî êşa min û xemgartîye malbatê. Bavo hinek nerm bû bû. Min tercihe xwe liser xwendinê bi giranî danî. Ez êvarî çûme male birayê xwe Ehmed.Min derdê xwe jêre got,barê wî gelek giran bû, zarok gelek û piçûk bûn.Ew hebû dû sal ku hatibû bajêr.Dema min jêre got,ku biryare te raste,ez li cem teme,ezê ji bavo û dayîkê re bêjim..Piştî çend roje ji ware got û wa jî gotin erê. Min amedakarîye xwe kir hatim male kekê xwe. Di wê demê de leşker dest liser Komarê danî bu, pisgirêk gelek bûn.Rêbere dibîstanê gelekî şertê zor liser me pêk tanî, me şepqekek dida serê xwe ,mîne şewqa înzîbate bû. Me porê xwe bi nimare yekem di qusand. Ji xeynî pirtuke pêde tu meteryal jibon xwendinê nebûn. Lê esasîye ke xweş hebú Mamostê me gelek bi piranî delal bún, hên jî navê gelek jiwa di bîra mindeye. Reşat,sezayî, Yavuz,rêber Hiseyîn, mîne vane..Min jibon xwe û xwendine xwe plânek pêk anî. Bavo tim digote min serê xwe ji kesekî ne êşîne, li xwendine xwe meyzeke..Min jî ji xwere çend biryar dan,şeş seatte rakevim,di wextê dîtirde bi xwênim û li Mamoste gûhdar bikim..Pêwendîyê min û ên mamostê min gelek baş bûn. Heta jimin dihat di her warîde ez wek mîne di meşîm. Lê jibon ku sîstem gelek eksî bû liser mirov Tirs hebû. Lê dema ku jibon zîndan girtî ye afû derket herkes rehat bû. Şerê di nav Tirkye û Yewnan gelek zahmetî pêk anî…Min jî xwere got gelo dibin destê mamoste de pirtûkê xwendinê tûnene, ez çûme cem mamostê xweyî wêjê, dema min jêre got gelek kêf xweş bû. Romane Reşat Nurî Gûntekîn da min,”””Çalıkuşu ”’darikê çûk. Min xwend lê hinek xalê wê bi serê min ne ket.Piştre ez çûme male hevalekî şerefname û Mem û Zîn kete destê min.Dema min wa xwend ,min fahm kir ku zimanê min Kurdîye Min di xwest rojevê xweş fahm bikim,lê gelekî jiminre bâlkêş dihat.sloganek ketibû rojevê ew jî liser şexsekî bû. Lawê reş””””Qara oxlan”””””çi kiribû nizanim,şerê qibris,an jî tiştekî dîtir hebû gelo..Bi hezare mirov mirin û seqet man.Lê ez tim bi şik û şuphe bûm.Çepê Tirke û ên Kûrd ji hevdû cûda dibun. Li Amed meşek pêk hat, xortê reş jî hatibû ji xwe wek pêşwazîyekê di hate fahm kirin.Xorte  (ciwan)gotin ji Kûrda re Azadî bavo qîyamet rabû. Xortê reş bankire asayişê ku wa cudatkare bigrin…Şer dest pê bû û gelek zerar û zîyan pêk hat.Kûştin jî çê bû.Em jî polê derketin bêhn berdanê mamostê minî wêjeyê bankire min,ku em dixwazin qulubeke werzîşê  (spor)li dibîstane xwe vekin,dema wisa got ez mame sekinî, piştre min ku başe,hûn jimin çi dixwazin? Gote min ku liser warê pere bibe âlîkâr. .Min ku ser çava,lê wê çawa bibê? Ku emê dîyarekê têxin qutîyê  û li warê zêdebûnê emê bigrin, kê gelek pere dan ew dîyar wê ji ware bê. ..Dest pêk bu, min û zarokê çolîye da berhevdû, di dawìde ez bi ser Ketim. …Min xwe ji teşqele dûr di xist, teşqele di hatin di ketin dawa minde.Ew hebû ku ji zûde ez ne çûbû me gûnd. Hewalekî min xwedê jê razî  (A.Wahap )motorsiklêtê wî hebû. Wesayît (seyare)gelek kêm bûn.Li Nisêbîn’ê dû wesayît hebûn.Min ji hevalê xwe daxwazkir jibon min bibê gûnd.Male wî ava qabûl kir,min jibon malê tişten sitandin û ber êvar kî em derketin ser rêçkâ gûnd.Taxrîben piştî nîv seattê em gihiştin gûnd. Dayê û bavo herdû li malê bûn. Min destê wa maçkir wa jî ez himbêz kirim û me li hevdû pirsî. .Gotin te çime kêm kirîye, min ku na,ez gelek başim.Dayîkê bi kêf şîv amede kir û me tevde xwarine xwe xwar.Bavo pirse dibîstane min kir,min ku gelek baş diçê, lê ez dibêjim rewş çiqas bi wirde diçê tevlî hevdû dibê. Herdû ye ku hişyar be. Piştre xwîşk û jinbir û xort û nas hatin,civak zêde bû. Lî vî milî, li wî millî, gotin hate ser zewaj û jibon malbatê lazim bûne bûkê.Min xwe gelek aciz kir û min ku lawekî we dîtir heye ez dora xwe didim wî, bi zewicê nin. ..Di ehlaq, prensîp û jîyane Kurde de heta zaroke malbatê a mezin hebê, ser zewacê dor na gihijê an/ên piçûk.Dema min wisa got,tevde mame sekinî, piştre jinbire min dîse dest bi tevlî hevdûnê kir,armaca wê tiştekî dîtir bû. Ku gelek keçik liser te Evîndarim, êdî min hew tehamul kir,lê xwîşke min bersiva wê xweş da..Ku tu çi dibêjê? Qût bike û carek din va tişte ez jite his nekim, êdî qût kir û rabû çû mala xwe…Min Destûr xwest û ez û xortê gûnd çûne oda dîtir..Min jî xorte re bahse Gel û welat û xwendinê kir,gelek dilxweş bûn û gotin carne were em jite gelek hiz dikin…Édî wext dereng bûbû, xatir xwestin,rabûn çûne mala xwe,min jî hinekî pirtûk xwend û raketim… Berdewam dike  

Back to top button