Kultur

Min dît û nabêjim (Roman )

Silêman Çakir

Ji dema ku xanîyê min şewitandin û heta heyva Îlonê ez ji zîndanê derketim fîlmekî gelek baş liser pêk tê. Lê gelo kî heye ku bikê fîlm. Eger rehmetîyê Yilmaz Gûney sax bûne,ez bawerim dema ev serpêhatîye min his kiribane, ew ne di sekinî wî bikê fîlm.
..Rojek ji roje sibeh bu.Ez di rêke kin de di meşîm jibon ku ez bi gihijim wesayîtê singurlu.Di sikâkeke teng de di meşîm.Sîng û sîng ez u rêberê perwerdîyê hatin bi qambilî hevdû. Dema ez dîtim reng lê nema.Min ku tiştê te kir bi min ez tucar jibîr nakim.Vê ne xweş zanibe. Ku tu Gela dikê neyarê hevdû. Wer hasil ez çend heyva liwir mam .
..Pişt re zîndanî hatin cem min û ûzre xwe jimin xwestin. Dadgehê derheqê minde bîryare girtîyê da.Heştê (8)hezîranê tim limin ferman rakir ye, limin nayê heştê Hezîranê. Tu belge û tu Şahid nebû. Ferman limin rakirin û xwe bê gúneh dane nasane. Min xwe amede kir û ez çûme zîndanê. Mirovê girtî gelek ji wa liser birîbûne darê çîyê girtî bûn.
..Dema ez çûme hindiru mîne gur li xezalê meyzekê. His kiribûn ku ez Kurdim.Ew besbû jibon wa.Ez derketim ser renza xwe û min xwe dirêj kir. Bu êvar û wextê şîvê bû. Ma gelo şîv çi şîve? An meqerna, an jî tir şik derdiket. Ez sê roja bê deng mam. Roja çare grubek hate cem min.Ku em kârin hinekî sohbet bikin,min ku ez naxwazim. Rica kirin,min ku kerem bikin.Em rûniştin. Çayê hat û yek jiwa ku ez kriz tiştekî bi pirsim?Min ku fermo. Ku me hiskir ku we çîr ji leşker re kirîye, ez mame ecêb, min ku felankes em hewqas ne bê hesîyet û bê hûrmet in. Gotineke me heye bi Kurdî, ji diza were herkes dize,ji qahpe were herkes qahpe, tu kes mîne Kurd bi hesîyet û bi hûrmet tûneye. Dema min wisa got ,mayî sekinî û min bi kurtayî mesele ji ware got.Dema min mesele vekir mane sekinî û ji min ûzre xwestin. Édî roj bi Roj pêwendîyê me germ bûn. Dosya min çû dadgeha duyem a payîtext DGM .Texrîben ez heyv tiştek li zîndane Îskîlîp raketim.piştre midîr bankire min ku dosya û doza te li payîtexte, divabê em te bişyînin wêdê, lê divabê tu pere mazotê bidê, ez kenîm, ku tu çime di kenê? Min ku ez bi hâlê me di kenîm. Eger Komarek nikaribê perê çend lître mazot bidê, tê fahm kirin ku ew komar xilas bûye û çime me zîndan dikê?

“”Gelo stranek mîne strane Dewrêşê Evdê “”xweş heye?Mirov dema êsîrê xelkê bê, dest di kelepçe û beden girtî bê, çiqas zore…Girtin û sirgûn kirin.Gotin divabê em te bibin payîtext dadgehê. Ez xistim nav benda çar jemderma û dest di kelepçêde fermandarê leşkerî ser serê min .
..Em meşîn û di xeyalê kûrde me. Fermandar gote leşkerê bajovan ku qaseteke Kurdî dêne ser teypê. Dengê şivan perwer bû. Dengê Aram Dilan bu.Ku tu çime li va strane gûhdar nakê, mamoste, min ku dev ji va lîstike berdin fermandar. Ku hevjîne min jî mamosteye,min ku min eleqedar nakê. Em gihiştin tesîsekê, min ku kâ em hinekî bêhna xwe berdin û çayekê û cixarekê vexwûn û bikşînin fermandar,ku qedexeye û Nikarim. Min ku stranê Kurdî jî hûn qedexe dikin û wê kirine, ku ew şolê sîyasetmedare ye .Mîn ku hûn her şexis xwe her tişt dibînin,jibon ku hûn ji xeynî zilmê pêde tiştekî nizanin û zilmê hûn Gelê Kurd dikin,me li gelek cephe li cem hevdû me şer kir û we em bê maf hiştin.Hinek jiwe dibêjin hûn qewmê çîyê ne,hinek jiwe dibê reqema we yî şikeftê çiqas, çime gelo hûn hewqas nezan û zordarin? Ku hûn dibine sebeb…
..Em gihiştin zîndane payîtext a can mezin (ulucanlar )min ku fermandar li serdorê xweş meyzeke…!pêşî û kermêş û moz li serdorê tura tavê jîn. Dema min wisa got aqilê wî jî serê wî çû. Ku tu dibê çi?Min ku dema tu min ne parêzê û min bi revênin malete xerabû. (Xeta reş)çaxê min wisa got gote leşkerê xwe ku ezê dosya bibim cem sawci dadgeha duyem, dema tiştek pê werê hûnê bimrin..Gotin ser sera qomitanê me. Ew û bajovan çûn, liser bajovan cilkê leşkerî nebûn, dema dosya didin dest sawci beg,jê were ezim,dibê temam em doza te di vekin nin. ..!Doza min ketibû rojevê, di xeta sor de bu. Dosya dan û hatin kek (H…)midîr bu û ji Ruhayê bû, hatin min agahdar bûn û hat ez pêşwazî kirim û ku destê wî jî kelepçê derxin.Belge dest nîşan kir û em çûne qandîle zîndanê me bi hevre qahwe vexwar û ez birim qaxuşa zîndanê, gote Wanê liwir ku ez şaşîtîye his nekim,min zor spasîye wî kir û ew çû ser kârê xwe. …Dema em Dîroke Kurd û Kurdistan di ber çavde derbas bikin,ser bi ser bi ferman,serhildan,qetilkirin,darve kirin,penaber bûn û bi winda kirin û Enfale derbas bûye û Kurdistan bûye pênç parçe û berdewame.
..Xendekê li 16 bajare û ferman bûne liser Gelê Kurd,tar û mar kirine Rojava û xîyanete 2017 de ku li Başur piştî referandomê ku pêk hat mîne zindîne.
..Ev rewş Rewşeke tirajîk û bê mîne ye li cìhanê, lê gelo Kurda çiqas jê ders derxistîye û li Bakur Kurd çiqasî sîyasete netew fêr bûne ev jî bi şik û gumane.
..Wek mîne PDK li çar parçe hate demezerandin û bin erdkî xebat kir û li Bakur 2014 de PDK-T’ye hate demezerandin wek partîke fermî. Heta radyoyê Cîhan anîne ser ziman lê piştî ku hate demezerandin û bi taybetî Kurdê Bakur ji dêla ku bibin alîkâr tim bûne pisgirêk û pisgirêk derxistin û bi deh û bîste platform,hwd îlan kirin û tim rexne anîn mîne lîstikê sê meymûne ..
..Gotin werin em tifaq bikin sê qolî, dîse qomplo û lîstik bûn. Platformin gelek car xwe wek PDK-Bakur didine nasandin ev jî bâlkêşe. ..
..Hilbijartine wezîre û bi taybetî li Tirkye, dîse me ku yêkîtî û tifaq dîse weke qandîle peyam û name belav bûn û gavê ku jibon hilbijartinê û tifaqê hatin avêtin tar û mar bû.
..Me weke PDK-T’ye tim sebir kir û bi mûtewazî me kârê xwe kir,lê Kurde tim xewa xwe ne berdan û mahne derxistin. (Li Bakur).
..Vê carê hilbijartine Heremî a şaredar û meclîs û mixtarîyê kete rojevê, dîyar bû ku 31/03/2019 de wê hilbijartin pêk werê. PDK-T ye hevlê dan kir û bankir ku jibon tifaq û xizmeta Gelê Kûrd û Gelan re derîyê me tim vekirîye û em amedene ku vê mijarê nîqaş bikin.Pêwendî pêk hatin û civîn liser civînê pêk bûn. .PDK-T’ye qomite ava kir û dibin serokâtîye PDK-T’ye de xebat dest pê bû. PAK,PSK,HAQ-PAR, HUDAPAR dervî tifaqe ku (8) partî, hêz û komel û platform pêk bînin man û di xeta xwede xebata xwe berdewam kirin…..
..AZADÎ, DBP,DDKD, HDP,PIA,PKK,PDK,KDP-T ye pêwendî û civînê xwe berdewam kirin û dawîye ku pêk hatîye bi raye giştî û cìhan re li ser medya peyam dan û dîyar kirin..
..Raste gelek kêmasî hene û wê tim hebin..şik û guman hene û wê hebin.Gelek dert û elem û birînê kûr hene,çêbûn û berdewam min.
..Lê heqîqetek heye ,ew jî çareserîye pisgirêke Kurd û Kurdistan’e..Hilbijartine Heremî gaveke piçûke, PDK-T’yekedeke mezin da û gelekî bang li Kurdê Bakur û bi tevayî kir ,lê çiqas zore ku ji kesî bersiv nehat,tim rexne hatin..Jibon ku DBP û HDP li Bakur û li her bajar û navçe leq û dezgehê xwe ava kirîye ev jî wek firset û awentaj pêk anî û ser giranî kir û bi taybetî gelekî firset neda bi taybetî PDK-T ye û partî û hêz û platformê dîtir, ev jî neheqîyeke gelek ne xweşe…Lê divabê PDK-T ye derkevê nav Gel û di vê hilbijartinê de bêjê ez heme û xwedî gotinim. .
..PDK-T ye di xetê xweyî sorde tucar rû nadê û tim liser prensîbê xwe wê xebate xwe bikê. Eger şert û mercê sîyasetê li Bakur û Tirkiye nerm bûne û liser aborîyê çareserî û zemînê xweş hebûne wî rewş ne ev bûne û coş û xebat bêhtir xûrt bûne. ..Dema mirov mafê tu kesî nexwaribê û her mafê wî hatibê xwarin û qedexe bê û serde zîndan kirî bê, nizanim kûjan wîjdan û destur qabûl dikê?
..Zîndane cananê mezin li payîtext û gelek mezin û gûnehkâre. Hawar hawara jinê extîyar û ezîyete ciwane çiqas bê gotin xilas nabê. Tiştê bâlkêş jî hebûn li zîndane ulucanlar. Qral, mixtar, nahtor,qasid,fedayî jî pir bûn. Lê bindest û belengaz pirtir bûn. Xûlam jî hebûn û min pirsî, ev.çawa edalet û heqanete?
..Dema ez çûme qaxuşê xortekî Kurd hate cem min ku navê rêberê qaxuşe me (K)e…Ên gote min jî navê wî Îdrîs bú. Ku ez jî Kurdê (H)me. Min ku dema tu xûlamê çepê (T)bê navê xwe bidê gûhertin, jibon ku navê Îdrîs navekekî pîroze. Dema min wisa got serê xwe tewand û çû.
..Min fahm kir ku çû cem (K)axabegê xwe û mûxbirtîye min kir. Nîvro bû. Xwarin hat û belav kirin, piştre maseyek derxistin hewşa qaxuşê û kursîyek danîne cem û mîne masê qral ji xwarine cûda dagirtin û rojname jî danîn û bankirin qralê şoreşger. Mîne ku wezîre wê biçê meclîsê. Hat û runişt û dest bi xwarine xwe kir. Ew xwarin li dergah û dîwane şahînşah peyde nabê. Min hew xwe girt û hew tehamul kir. Ez rast û rast çûme cem û rûniştim, yawerekî wî hat ku ji kerema xwere rabe ,min ters lê meyzekir û ew çû. Min ku xêre ev kerametê ecêb? Ku wek çi ?Min ku zîndankirî meqerna û tirşikê di xwún û hûn maşallah mîne qrale sifrî amede bûye jibon we. Ku mafê mine, min ku wek çi?Ku ez şoreşgerim û min bedel dane, min ku Way ..!Ev.çawa bedelin?Ku min xwest serok komarekî bi kujim û hatim girtin û min mûebet ceze xwarîye. Min ku her şoreşger bedel didê û kânî wek hevî? Dema min wisa got ,ku tu gelekî mijûl dibê, rawiste, dema wisa got ,min ku ez bela xwe ji te venakim û ez rabûm. ..Çûme ser renza xwe. …Çiqas zore ku bav û kâlanê mirov ji alîyê xelkê de bêne xapandin jibon bêjewendîyê alemê. Dema zarokê wa jî vê aqîbeta xerab derseke dîrokî dernexim, ew zarok ji bav û kâlanê xwe xeraptir in û tûcar bi ser nakevê û mûwafaq nabin û wê tim xûlam bimînin..
..Zîndan kirin mirinê duyeme. Hele dema mirov jibon mafê xweyî rewa êsîr bûbû. Bûbû êvar û hijmare zîndanîye xilas bûbû. Derî hatibûne girtin lê jibon qral û endamê xeta reş re tim vekirî bûn. Ez gelek aciz û bi hêrz bûm jibon pîsîtîye kemo. Gelek zarokê Kurd di zîndanê de bûn, lê çendek li qaxuşe ku ez lê girtî. Kemo her yekî kârekî xwe bi wa dida kirin.Yekî cilkê wî di şûştin, Yekî xwarin wî amede dikir,yekî li oda wî meyze dikir.
..Ez li ser renza xwe rûniştim û tefekûr bûm. Min ku ez ebediyen di zîndanê de girtî bimînim jî divabê ez ji vî gewadî hesap bi xwazim. Min xwe amede kir û ez çûme oda wî, min li.derî nexist,Ketim odê. Veciniqî, ku xêre yahu tu li derî naxê û dikevê odê. ?Min ma tu serok Komarî, ma ne tu revok û menfeatperestî. Dema min wisa got xiste birbir.Min ku ne xe birbir bersiva min bide. Tu çime va zarokê Kurd weke xûlamê jibon xwe didê xebitandin? Dema min wisa got ku tu çawa paşveruye ,min ku quretî ye meke û dev ji vê pîsîtîye xwe berde. Dema min wisa got derket û revîye çû. ..Gardiyan derî jêre vekir û çû derket salonê. Ez xweş zanim ku çû gilîyê min bikê. Ez çûme ser ranza xwe û tefekûr bûm. Îdrîs hate cem min ku bela xwe jê veke..Min ku nabê tu biçe, ev kârê mîne. Îdrîs çû.
..Ezê jî kerbê va dert û kûle helbestekê ji were dîyar bikim…
…WEK TE NÎNE…
Bedena te.
..Mîne derîyê qeşayê.
Kî te,
..Liser di lîze û kêf dikê.
Ez tenê.
..Jê mahrum. Û ku tim.
Ey haware.
..Ev çi edalet û bexte.
Wek te nîne. …
..Sipehî, li cîhan’ê.
Tu ketîye.
..Nav dora çar sînore.
Mîne gûrê har.
..Te di xwún.
Lingê min.
..Di qeydê de.Dest di kelepçêde.
Li çar dora min.
..Tank û top di teqin.
Ey hawar….
..Ev çi bext û çi wîjdane?
Ban dikim.
..Xwadayê mezin û dilovan.
Ey Xwadayê min….!
..Tu deybik. ..
Dengê min ket.
..Ez mame êsîr.
Di çavê minde.
..Tu tê xwarin.
Ey hawar.
..Ma ne bese ey Xwada. ……!
Pirtûk :Xewna Min.
Nivîskar :silêman Çaqir.
Rûpel : 146-147
Weşanxane :Diclem sahaf.
..Ez raketim û ber bi sibehê de bu gurme gurme derîyê û bibire gardîyane, hên liber derîyê salonê bandikir min,rabe xwe amede bike ,em te jivir dibin û hatin ez jî nav nivîne rakirim û bi eceleke mezin ez derxistin salonê. Çar jenderme (Leşker )û fermandarek ez xistim wesayîte leşkerî û em meşîn. Fermandar ku te Şevê dîtir jî kê çikir?Min ku hâl û wezîyet ev bû, ku başe gardîyane biteve gihiştin,çend mahkûm xwestine te bi kûjin. Dema wisa got ez jî rehê xwe derketim û min ku gûnehkâr ji rêvebertîyê ye. ….Ma zîndan qampa koletî yê ye? Ez birim zîndane Efyonê qaxuşe sêzdeh yem. .. (13)…..
Bayê felekê ku liser çavê mirov didê çiqas nexweş û zore. Dema mirov bi kurayî tefekûr bibê, ji bindestîyê zor û ne xweştir tûneye. Jibon ku bindest û bê kesim her rengê zilmê liser me pêk tê. Zîndan bi zîndane sirgûn û êsîr tiye .
..Bi rengê şev û sibehê de mîne mirov termekì têxê çuwalekî ez girtin û li wesayîte leşkerî siwar kirin û sirgûnì zîndanê Efyonê kirin Bi hezare girtî û qatîl. Nijatperest û paşverû.
..Em di meşin û li welatekî xerîb. Piştî wextekî em gihiştin cîyekî bilind. Min ku fermandar em livir hinekî bêhn berdanê bikin.Ku na û bi bûre, tiştek bi we werê ez jî bin dernakevim. .Perê hûn livir mesref bikin jibon gedê xwe xirç bike. Dema wisa got ez gelek dilxweş bûm, jibon ku gotinê însanî bûn. Me berdewam kir û em gihiştin ber derîyê zîndanê. Derî vekirin û wesayît kete hewşa zîndanê. Fermandar bankire berpirsîyarê zîndanê û dosya min dayî dest û ku bere şaşîtî çênebê. Ku ser çava. Ew vegerîyen û gardîyan ez birim,wene girtin û ez xistim yek odê (hûcrê ) du têxê hebûn û di navbenda wade ava qedemgehê derbas dibû. Mirovek liser textekî jiwa xwe dirêj kiribû, qaşo raketibû. Ez xistin hûcre û derî liser min girtin.Ez rûniştim liser wî textî û min cixareyek pêxist. Ez qederekî tefekûr bûm, min dî ew mirov bu fişfişa wî û rabû. Ser çavê xwe şûşt û wî jî cixareyek pêxist. Ne wî deykir û ne min deng derxist. .Heta demekê em herdû bê deng man. Bê dengîye bi zanetî, jibon gelek tişte çareserîyê tîne. Mirovê herî newerêk dîn û zorbane, ên ku herî derewe nakin di rêza yekemde zarok şexsê dînin. Dema ez xistim hûcre de û min ew mirov dît min fahm kir bi zanebûn dikin.Jibon çi ez dame cem mirovekî qatîl û kûjêr armanc ku ez bi wîre niqaşe tiştna bikim û ew jî hicûmê berdê ser min.
..Li bajarê Bolvadin çend mirov dabûne ber gûle. Wek qomite CHP. Ew nijatperest bû. Qama wî nêzî du metre bû. Rabû û bu fişfişa wî. Ku tu xêre hatî vade. Min ku te eleqedar nakê, ku Way …Tu min nas dikê, min ku tu kîye ku ez te nas bikim..?Dema min wisa got, ku tu gelek eksîye, bawer dikim tu Kurdî. .Min ku şikir ku ez Kurdim, çaxê min bersiva wî wisa dayî, ku helal bê ji tere…Berdewam kir ku ên me revok û qulpokin. Min ku ên we kîne? Ku vanê ku dibêjin yek jime li himberî cîhane. Min ku tu heta nebû qatîl te fahm nekir? Ku raste ..Berdewam kir û ku jiminre bahse Kurde bike. Min ku Dîroke Kurd û Kurdistan bi xwêne tê Kurda nas bikê. Ku ez sûnd di xwûm, ez ji zîndanê derkevim ezê jibon kurde bi xebitim..Bûbû êvar di wê demê de gardîyan hat û ez derxistim birim qaxuşe sêzdeh yem. …

Back to top button