Kultur

Min dît û nabêjim (Roman )

Silêman Çakir

Gotine bav û kâle. Dibêjin xwîn xwînê dikiiînè. Dema min malbat siwar kir û em meşîn ji Gund derketin,zarok kâl,tevde girîn. Dema ew girîn bajovan û Serokê navçeyê ên mala Gel mane di heybetê de.Xwe ne girtin,gotin ev Gel gelek jite hiz dikê, min ku nizanim…Jiwa bi pirsin.Cemal gote bajovan ku min hên tiştekî halo ne dîtîye. Em li komelê texrîben nîv seat rûniştin braderêkî rojname anîn, mîne ku atom bombasî bi teqê hicûme liser me hatibû nîvisandin. Em runiştî bûn rojeva hatin ,rêvebertîye komelê ku di xwazin bi were roportaj pêk bînin..Gelek bûn, min ku ser çava û hatin wa pirsî û min bersiv da.
..Min ku berî her tiştî ez spasdarim jibon we û Gelê herêmê re.Min 1990 de li gûndê Totan dest bi kârê xwe kir (wek mamoste)Ev hebû ku heft sal ji zilme 1980 a 12 Îlonê a faşist ez jî kârê xwe dûr ketibûm. Jibon min kârê mamosteyîyê pîroze, pênç zarok û ez xwedî malbatim. Heft sale min gelekî zahmetî kişand û malbata min gelekî maxdur bu. Min her sal serî li wezaretê di xist ligor menfeatte şexsî û îdeolojîk destur ne didan ku ez dest bi kârê xwe bikim.Min 1990 de heşt peyam ji heşt wezîrê Komarê re bi rê kirin û yek jî min jî xwedê jê razî (T.Ö)serok komar re jî bi rê kir û heyva sibatè 06/1990 min dest bi kârê xwe kir.
..Dema roja awil ez Ketim axke vî bajarî ez xerîb bûm. Min ji şexis nere cîhnin pirsî, ji dêla ku bersiva min bidin û bibin alîkâr, digotin tu jî kûderêyî? Tu jî çi qewmî ye? Tu Kurdî? Ma te qaçaxçîtî kirîye? Dema te kir te û leşkere şer kir?Ez gelekî ji va pirse xemgîn bûm û li zora min hat.Lê min fahm kir ku nezantî pire li vadere. Min di wê demê de biryare xweyî ku ez gelek sale bimînim min ne dabû û malbata min hên li welat bû. Çaxê min dest bi kârê xwe kir û ez çûme gundê Totane jor ,min zan kir ku ez li Şirnex û serheda me. Ez gihiştim gund û gundî hatin mêvandarîye min û min liser pisgirêkê gund liwa gohdar kir û roja dîtir me civîn pêk anî û me bi hevre jibon gund û herêmê re biryarê nú sitandin û me wek peyam me ji berpirsiyarê Komarê re bi rê kir, zú bersiv hat û ji rê ke gund û herêmê bigrin heta çi kêmasî hebûn çareser bûn. Min çend sale bi tenê xebate du mamosteye kir û piştre msmosteyekî dîtir kî dane cem min.Min malbata xwe jî anî û zarokê min li navçeyê di xwendin.Min sûnd xwar ku heta ez parezere, mamoste,bijîşk ji vî gundî dernexim, ez naçim ti dere. …
Gelek tişt li Totane jor hatin gûhertin, jibon va tiştê pîroz xeta reş li hesabê wê nehat.Ez xistim hedef.Em tim hişyar bûn, lê pêwendî jibon ku berfireh bûn .Car carne serdor şaşîtî dikir.Xeta reş ji va şaşîtîye kâr dikir.Dem dem gelek sohbet pêk di hatin ve jî ne rast bû. Min fahm dikir ku ji sê mile em têne şopandin û hicûm tên ser me.
..Édî min bîryarê nû sitandin.Piştî li komelê min peyam dayî rojnevane mesele kete rojevê û xet li nav hevdû ketin.Roja duyem em li komelê runiştî bûn, bajovanê midîr beg hate Exîtîm -Sen’ê ku midîr beg rica kirîye dibê ez li meqamê xwe me bere mamoste bi gihijê heta cem min.Min zanîbû qomploke nû heye min ku na,lê rêvebertîye komelê ku biçe û bere yek jî mêjî bê û hevjîne te jî werê. Min zanîbû ne raste û li cem endamê xeta reş jî heye û jibon dengê min qayit bikin û piştre montaj dênin ser û wek belge li himberê min pêk bînin.Min jî ligor wa xwe amede kir û ez polîtîk tefekûr bûm û ligor wilo min helwesta xwe di serê xwede amede kir.Em çûn qatê sisê bû. Midîr beg em di balkêşî pêşwazî kirin.Bi qûrban û heyran.Em rûniştin min ku kerem bike( O. L.Ç.)Ku ez di xwazim em vê meselê bigrin.Dema wisa got mirovê xeta reş hat kete odê û runişt. Min ku ev kîye midîr beg?Ku ne xerîbe û mêvanê mine, min ku ev çê nebû, bere derkevê ji cem me, ku na.Dema wisa got min helwest danî û min ku ez mijûl nabim.Ku mamoste were tu limin gûhdar bike, ez du heyva destur bidim te û mesref tevde limin biçe bêhn berdanê tu û malbat tevde .Ez kenîm û min ku ew mesrefa tu di ber minde bidê, jibon xwe û hevjîne xwere benîşt bistîne û her yek jî we şimekekê têxin lingê xwe û li sikakkê payîtext tura bavê jîn û ez rabûm derketim ji oda wî. Dema min wisa got reng lê nema xanim xan jî rabû derket salonê û ket û ji hişê xwe çû. Dema xanim kete erdê midîr beg mayî şaş û agir bi gora wî ket,bankire min ku were bibe âlîkâr, min ku ez nayê’m, te ev di xwest ger bimrê qatîl tu yî, dema min wisa got mizanîbu çi bibêjê, me xanim daxiste jêr û bi wesayîte wî a meqam me bire nexweşxanê, bijîşke ku ji xem bûn û stresê wisa lê hatîye. Serom lê xistin û texrîben du seatte bi xwe hat û ew çûn malê xwe em jî çûne male kek (H)in. …Ehlaqê faşîzanî, tim peznê xwe bi zilme xwe didê. Jibon ku aborîyê mezin piştgirîyê didîyê, feresetê Dîrokî jibon Gelê bê Komar çênabin. Eger bindest bi xwazin ku ji bindestîyê xilas bibin ,wê xwe zanê bikin û şêwirmendî yê ji dest na berdin.Dema ev pêk bê wê tim jibon xwênin û her biryarê ku bidin wê bi aqilane bin.
..Dema em ji nexweşxanê derketin kek (H.)in rojname damn, min li rûpela yekem meyzekir tiştê bâlkêş hatibûne nîvisandin. Rojname yek piştî roportaj ku bimere pêk tînê di xwazê biçê baxçe û bi rê de qeze dikê, ev teqtîk ên kêne ji xwe dîyare, mîne, susurlik qamyoneke û qeza pêk hat û mirine şexsê ku liwir jîyane xwe ji dest dayî. Kesek hew pirse (A.Ç)dikê, çime gelo?
..Gotin xanîyê mamostekî hatîye şewitandin,kânî Dewlet û kê kir. Kê rêvebertî kirîye nav dîyar bûn û deng ji kesekî nayê. Komela name dane raya giştî, wezaretê lu amoste Terorrîstî yê dikê, cudatîye Alewî û Súnîtîyê dikê, ev gotin ,gotinê serokâtîye petwerdebunêye, ew şexis (O.L.Ç)e. .Ez û wî sînge sîng li sikakkê hatin himberî hevdû..
..Divabe mafê min bi parêzin, ez sirgûn kirim…Dema mirov ne suçdar bê û xelk yekî bikin suçdar çiqas zore, mirovê tê serê wî xweş zanê.
..Gelo li cîhanê çend komar hene ku welatîyê xwe jibon xwe neyar dîyar dikê? Min jibon ku xizmet bibê, min fedakartî kir ,rêberê perwerdîyê xerabî bi min dikir û gelekî kir.Raste şexis nebaş tî yê dikê, komar serkêş çime çavê xwe miç dikin,ev jî bâlkêşe. .Ji male Xwadê re lîkolîn bubane, bê gelo çend mirov qetil bûne û maxdur bûne..
..Gelê Totan bi gelek bûn Kurd bûn, jibon ku min xizmet dikir,di derheqê minde propagandeke halo di kirin, digotin jibon gund Kurde tu xizmetê dikê. Dest bi qomplo kirin wek wa nebû, çete amede kirin û agir berdane xanîyê ku malbata min têde jîyan dikir,piştre ez sirgûn kirim,di heyvekê de sê care cîyê min dane gûhertin. Derheqê minde gilî kirin û ez dame girtin.
..Dema em li komelê min roportaj pêk anî, roja dîtir xwestin ku min bi revênin, ji wa nehat dest bi propaganda kirin..Ez di bajêrde di meşîm ,ez bi tilîye şanî hevdû didan û digotin eve mamostê terorrîst û Kûrd.
..Ez licem bavê kek (K.) runiştî bûm çendek derbas di bûn ,bahse min dikirin,brader ku te hiskir, min ku erê, ku navê te derketî sedî, danakevê notî, tu ser bilindî, xwe aciz meke, min ku çî ji wa tê bere texsîr nekin…Ku aferin. .
..Min li bajêr xanî girt û min malbat bi cîh kir, bîst roj rapora min berî xilas bibê min rapora xwe nû kir. Liser maxdurîyeta xwe min dawa li dadgeha bilind vekir,midîr beg çû pêwendî danîn û di zerare minde bîryar dan.Gotin tu ne maxdurî, piştre wezaretê di derheqê min de dawa cezê zîndanî vekir. Ez çûme dadgehê min îfade xwe da,dema ez di meşîm, digotin hevdû, di ku vaye mamostê terorrîst hat,meşa wî ser bi ser meşa terorrîste ye…Édî ez çûme gundê navçeye Îskîlîp li gûndê kevirê spî min dest bi kârê xwe kir..Çend nas hebûn, gelek hêja bûn û xwarzîyê min ( B.s.d.)jî liwir di xebitî, bûme mêvanê wa û gelek qedir girt.Gund texrîben 60-70 km ji bajêr dûr bû. Min taqsî girt û ez çûme gundê Akkaya. Em gihiştin serê tilmê dawî, texrîben 300 m mabû, wesayît ne di çû. Min perê bajovan dayîyê û min çantê xwe û şemsiye xwe girt û ez meşîm. Ser berjêrek bû, berf hebû ,lê Hawa xweş bû. Berî ez bigijim gund bi çend metre keçeke por zer, bireh qeytan û çav zer xwas li ser rê. Ez gihiştim cem û min çantê xwe vekir û çend şekir min dayîyê, kenî, rayîştîyê û ez meşîm ,min bir liber malekê danî. Gund di newalê de bû. Darê guze pir bûn. Kedà minî pênç sale xwestin ku tar û mar bikin.Di wê demê tiştek hate bîra min.Komake mûzîke li heremê qonser da.Jibon ku em jî beşdar bibin weke temeşevan dawetîye ji mere jî hat.Bîryar hate sitandin û em grubek bêşdarî qonserê bûn. (G.Y.)Em ketin salonê hatin em pêşwazî kirin.Jibon beşdar bûne me endamê komê gelek dil xweş bûn.
..Me cîyê xwe sitand û em rûniştin. Qonser dest pê bû. Beşdarvan gelek bi coş bûn, bi Kurdî û çend zimanê dîtir jî stran digotin.Di wê merhela coşbunê de jinek (Dayîk )derket sahnê û mikrofon girt û bankire beşdarvane, ku lawo, zarokê min ,hûn zanin min çikir?Beşdarvane gotin kerem bike bêje…!Ku min bizrê şoreşê çand û kete erdê de. Kesek nikarê xilas bikê. ..Min darek xiste “”q””faşîzmê hew kârê nefes bidê û bistînê, dayîke (A.H.)bû. Min li Totane jor û wê heremê bizrê xwe nasîyê çand û tu kes nikarê xilas bikê..
..Dema ez li wê keçkâ por zer sekinîm û min şekir dayî dest limin kenî, min jî xwere got ji sedî sed ev Kurde û wisa derket.
..Min wê danî û ez çûme dibîstanê, dibîstan girtî bû, sê zarok li serdora dibîstanê di lîyistin, min bankire wa hatin cem min.Min xwe dayî nasandin, ew jî şagirtî bûn. Mamoste nebû. Min ku çime dibîstan girtîye?Gotin mamostê me çû û jibon ku gund dûre kesek nayê, min ku vaye ez hatim…Wext hindik bû, heyvek û nîv mabû ku dibîstan bêne girtin.Min ji zaroke pirsa male mister kir ,dane pêşîye min û em çûne male mixtar.Li derî xistin jinek derket min jê pirse mixtar kir,berî banbikê mixtar wî dengê me kir hat.Min xwe dayî naskirin gelek kêf xweş bû. Em derbasî xanî bûn. Ber êvar kî bû. Min xwe dîse dayî naskirin û piştî wextekî kurt de şîv hat.Me şîv xwar û çayê hat.Min ku mixtar nahtorê gûnd heye?Ku heye ez benî, min ku jêre bêje bere malbata agahdar bikê û sibe zarok werin dibîstanê. Mixtar texsîr nekir û daxwazîye min pêk anî û Melayê gund jî anons kir…Di wextekî kinde gelek gûndî hatin bixêr hatine û civatê. …Serdore gundê kevirê spî û navçeye Îskîlîp gelek tijbeha Mezra Botan û bi taybetî Gundê newala Bûnisra. Cudatîyê ku hebûn yek jê, xanî piçûk bûn. Mêvandarî li malê mixtar berdewam kir.
..Wextê xewê hatibû û civak xatir xwest û belav bû. Mixtar gote gûndîye ku ji mamoste re çi lazim bû pêk bînin. Min zor spasî kir û em raketin.
..Sibehê ez rabûm û min xwe amede kir ,li male mixtar me taştê xwar û em tevde çûne dibîstanê. Avanîye dibîstanê ser bi ser xerabû bû û dilop dikirin.Tu belge û defter nebûn. Li cem min deftere hebû, berî ez werim gund, mün texmîn kiribû û wek min derket.Me tiştê hebûn ,hijmart û wek fermî me qayit kir, min dest nişan kir û mixtar û aze tevde dest nîşan kirin û bê çi lazim bû min nivîst û pere dayî mixtar û ji bajêr sitandin û anî. Me dest merasimê kir û min zarok xistin polê me xwe bi hevdû dayî nasandin û roja dîtir bi Gûndîye û heyete gund re civîn pêk anî. Ji rêçkâ gund heta bi kêmasîyê dibîstanê me bi hevre rapor girt.Şeş peyam min nivîst û min dayî mixtar û bi rêke postê ji mihatabe re bi rê kir.
..Di wextekîkinde xebat dest pê bû, gundî gelek kêf xweş bûn. Sibehê derî lê xistine derî hat.Dema min vekir jineke gundî û di destê wêde satileke master, Nanê tenurê û hinek hêk, ku destur heye ez werim hindiru, min ku bi izne te,ez derketim hewşê min bankire çend şagirtîye û min wa tevde sitand xanî. Min ku kerem bike xanim xan.Ku ew roja ku hûn nû hatin wê şekir dayî keçikeke zarok,min ku belê, ku ew keçik keça mine. Min ku ser çava.Ku zor spas. Min ku ev çine?Ku min jibon we anî. Min ku malî ava,lê hûn perê wa bistînin ser çava.Dema min wisa got girî. Min ku tu çime digirî, ku em kurd tim halo rast û dobrene, min fahm kir ku hûn Kurdin. Min ku raste. Ku ez jî Kurdim û em sisgun kirin,xistin qamyone û em anîn li çîye berdan…
Gundê kevirê spî hasreta jîyanê bû. Ji kûltir û heta qewmìtîyê renga renk bû. Di qernê bîst û yek ji gelek xweşîye mahrum mabû. Dema peyam çûne ji wezaretê re, çêkirine rê û heta bi avakirine dibîstanê kêmasî temam di bûn.
..Xanim xan’e Kurd derd û serpêhatîyê xwe digot û di girî. Ku mîne gamêşe mirov têxê qamyone bi rê bikê ser erdê mayîne, em tevde xistin wesayîte û anîn avêtin kêlake çîyê. Qesem û berf, hatîyê Bedena me taren. Hinek ji serma û hinek ji birçî bûn, gelek jime mirin,termê wa ji gûr û hirçere ma.Ji malbata min ez û xwîşkeke xwe em xilas bûn, me her du ye jî hevdû winda kir. Piştî gelek sale me nûjen hevdû dît.Ez bê ku zanibim hatim vî gundî, min xwe li male awil girt.Dema ez ketime xanî ez jî hiş Ketim. Piştî çend roje ez bi hişê xwe hatim.Dema hûn li keçkâ min sekinîn min fahm kir ku hûn Kurdin. Ji xwe berî ku hûn werin em agahdar kirin.Gotin me mamosteyek daye gundê we, terorrîste, hey jê hebin we ne xapînê, lê ez sûnd di xwûm çi ji min werê, ez wek xwîşke te ezê bibim âlîkâr, min zor spasîye wê kir û bi zorê perê ku tiştê anîn bûn, min dayîyê û xatir xwest û çû male xwe. Min xwe amede kir û ez çûme polê, ew roj bi zaroke re xweş derbas bû. Sept û laht hat û ez çûme bajêr. Du roje ez mam û vegerîyeme gund, kêmasîyê gund gelek xilas bû bûn. Gundî gelek kêf xweş bûn. Tim digotin şikir ji Xwada re ku mamostekî me heqîqî hat,em te nabedin, tu meçe ji gundê me,em di her meselede jibon te amedene. ..Dema mirov li welatê xwe ne azad bê, tim li ber şek û peke di kevê. Penaber bûn, zîndan kirin liber derîye, mirin gelek arzane.
Berî biçim gund, jibon ku qomploye liser min berdewam bibê, serê gundîye dagirtibun. Lê çaxê min çareserî jibon pisgirêkê wa anî, gotin ev çawa şole,mamoste tiştê gelek baş dikê, ew çi dibêjin û em çi dibînin…
..Wext di bû Dereng û hindik mabû ku dibîstan bêne girtin. Min her tişt xilas kir û çi belge lazim bûn, min dane rêvebertîye perwerdîyê û em ketin bêhn berdane. Dema min xatir xwest gundî gelek xemgîn bûn. Piştî xatirxwest bûnê ez hatim navçeye Singurlu. Roja dîtir min çend peyam nivîst û min şîyandin ji serok komar û wezîre re. Roja dî çûme payîtext û min pêwendî bi Serokê partîye re danî. Min maxdurîyeta xwe ji ware got û ez hatim malê. ..

Back to top button