Kultur

Min dît û nabêjim (Roman)

Silêman Çakir

Qîrên û hawar roj bi Roj zêde di bû. Denge însane xera di bû, mirov bê himd ji xwe di pirsî û ti persiv ne di dît.Dayîk di ketin xeyal û tirsê kûrde. Mîne masîyê derman xwarî ser gêjî zêde di bû. Her mirovê bi aqil ev pirs ji xwe di pirsî û digot ev şer ,şerê kêye? Jibon çi ev şer. Lê dema dengê xwe bilind di kir,roja dîtir termê a di newale kê de, an jî di qoncale kê de dihate dîtin.Mîne newala qesabe û mîne wedat Aydın.

..Wext ber êvar kî û ez westîye bûm. Şagirtîyek hat cem min ku mêvanê te hene. Dema ez çûm derve wey bavo…Rêberê perwertîyê û midîr beg.

..Min wa dawet kir û em rûniştin. Min ku xêre midîr beg?Kenî, min ku çî bû? Gote min tu mamostekî zîrekî, were ez piştgirî bidim te û were bajêr.Min jibon te her tişt amede kirî ye. …?

Belê,dema Zerdüşt wek îro û berî hinganê jî şev û roj,reş û spî tim bûnê ditê hevdú û gelek şexsîyetê mezin reşayî ezîyet û zahmetî dayîye wa.Ji Heyranê heta bi merzìfon’ê bi hezar Kurd ser wecehê zilmê bê çare û dil brîndar in. Ev brîne xedar ser mejî eserde.

..Me ku em biçin bajêr hinek bere gûhertin çêbibê. Me çend dost û nas zîyaret kirin.Xortek hat ku li male Gel û li komelê civîn heye. Em çûn û beşdar bûn, gotin emê bi hevdûre şeveke pêk bînin, ji (Y.B)heta grub yorum jî wê beşdar bibin.Program amede bú û pîrozbahî pêk hat. Beşdar bûn ji hemû taxê pêk hatibû û gelek bi kêf û şahî şev derbas bû. Piştî program xilas bû herkes belav bûn. Em bûne mêvanê  (B.A.D) .

..Dema TV.vekirin wey bavo, li navçeye Gazî şer,serhildan û hawar bû. Me ku ev jî lîstikeke li gor demê ye pêk tê, ger 48 seatte berdewam bibê, wê gelek tişt zelal bibin,di dawîye dawîde zerar li Gel bû.

Wext çiqas derbas di bû, xeta reş welat li nav hevdû di xist.Çi firsetê hebûn ne di berdan.Ji qetil kirinê heta bi winda kirinê. Ji serok Komara bigrin heta bi nivîskàre an di girtin di xistin zîndanê, an jî qetil dikirin..

..Şêr sînorê xwe derbas kiribûn. Gelek carne bi seda qatlîam pêk tanî. Şexis dema rojname yek distand gelek zahmetî pêk dihat.Mîdîrê navçeyê bi roje ez di şopandin. Heroj termê civanekî bi ser malbatê de dihat.

Şerê pêk dihat gelek bi şewat û tesîreke mezin li ser Gel dikir.Medya bi taybetî agahdarî yê tevlî hevdû beyan dikir.Sîstem bi hovane di çû biser Gel de û jîyan gelekî tar û mar di bû. Gelê Anatolîyê tim dikete bê çareserîyeke balkêşde. Bomba di hatin teqandin û bi wahşeteke mezin insan qetil di bûn.

..Tefekûr û fahm kirineke mezin divabû ku ev rewşa xerab bê fahm kirin û çareserî pêk werê. Dema jibon çareserîyê pêwendî di hatin danîn û gav di hatin avêtin xeta reş a nav Dewletî lîstik û qomlo yê nû di xistin dewrê de. Serok komar name û peyamê nû jibon agirbest û çareserîyê dan.Gelek tesîreke pêk hat û jibon ku şer berdewam bibê û xwîn bi rijê li serok komar qomplo pêk hat û jîyane xwe ji dest da.Merasime pêk hatî mîne bû û xemgîntî mîne ewrekî reş girte ser dilê Gel.

..Hate fahm kirin ku rewş gelek xerabe. Asayîş di nav xwede bûbû mîne girêke kor. Çete dest bi kârê qirêj kirin û êdî her mirov hedef bû. Ev şînoye, ev ceme, ev Esede û bi seda qetilşor derketin û dest bi qetil bûnê kirin .Sîyasetmedar di depresyonê de bê meal bûn. Komik ava kirin û ferman dan.Êdî kî dimir ûkî di ma ne dîyar bû. Dema me program û pîrozbahî pêk anîn ,di wê şevê de bi çetê xwe xanî dane şewitandin.Hicûm berdane ser malbat û zaroke, çi ji kê dihate pirsîn bersiv nebû û ferman liser fermanê liser me pêk anîn. Xwestin xanî û ferdê malbatê tevde bi şewitênin, em bûne deyndarê Lesî, ger ne ji Lesî bûne mimkinbû ku nehat gelek ji malbatê ne li jîyanê bane. .

Mirovê bindest zû tê xapandin.Dema nezantî xurtbê û Faqîrtî qalin bê wey bavo li hâlê mirov.127 serhildan û têk çûne wa gelek bâlkêşe. Penaberbûn tim mirov dikê xem û kedere, êdî ji xwe dema mirov di çemberê de bê. Çawa dibê ku mîne Kew neyarê serê xweye û Kûrd ketîye wê rewşê.

..Çaxê mirov li Dîroke Kurd û Kurdistan meyze dikê liser xîyanete ku Kurd li xwe kirîye strane û destan hatine nîvisandin û hatine gotin..Hewce nîne mirov mîne bidê, lê jibon nivşê nû bere bibê îbret. Eger di wextê referandome Başurde şûraqasî cahşîtîye 66 du bare nekiribe ez bawerim neha Kûrd di merheleke gelek bilind û pîroz de bane. Dema min jî Heyranê heta bi merzìfon’ê Kûrd dîtin û texrîben 18-20 hezar bêhtir hebûn ,ez mame şaş.Pênç sale çi ji dest hat jibon xizmetê pêk hat.Dema xeta reş ferman da û midîr beg hat ku tu gelek zîrek û xebat kârî û were min jibon te her tişt amede kirîye, name halo hate xwendin.Xanî girtine û di warê teknîkî û jibon ku min dibin qontrolê de bigrin çi heye ligor xwe amede kirine.Min ku na ezê biçim welatê xwe û min helwest danî, ew gelek aciz bû û xatir ne xwest û çû. Piştî çend roje min mixtar şêxo zîyaret kir.Moralê wî ne xweş bû. Min pirsî ku tiştek tûneye, lê tu hey ji xwe hebe, em gelek jite hiz dikin.Min fahm kir ku jibon zerare min tiştin jê xwestin û dengê wî qeyt kirine û wî tehdît kirine. Çend roj derbas bû mixtar ku midîr beg gotîye bere werê meqamê min,min şol pê heye. Min êdî fahm kir. Berî hinganê xal û çend nas hatibûn cem me.wek mêvan.Tiştê mixtar jimin re got ,min bi çend mamosta re şîrovekir wek min derket.Ez roja dîtir çûme cem Mîdîr beg.Mîdîr beg di Emrê xetê de bu û nijadperest bû. Bi perê xelkê mersedes xistibu bin xwe. Ez daketim bajêr û çûme cem Mîdîr beg.Dema min gote yawerê wî û wî agahdar kir hat ez pêşwazî kirim.Ez kenîm, ku xêr bu mamostê delal,min ku hûn hatin gûnd û wê xatir nexwest û hûn vegerîyen, vêce ev neha çîye ku hûn min pêşwazî dikin mîne leşker û fermandar…..Ku ez jî cîkî dîtir aciz bû bûm, bi bûre. Ez dame ber himbêza xwe û li cem xwe runandim. Bankir yawerê xwe ku xwarin bi xwaze, min ku na.Çiqas israrkir min ku na….Qahwe xwest, min ku na..İnirî, min ku midîr beg kârê min heye û şagirt û dibîstan benda mine, tê çi bêjê bêje, ez biçim.Ku were eksê meke, ez te bidim dibîstaneke bajêr a merkezi, xanî belaş, zarokê te wê rehet bi xwênin û ezê jibon te gelek tiştê xweş bikim…Min ku NAAAA. ..!Ezê biçim welatê xwe û ez rabûm, derketim.piştî wextekî kin dest bi fermana min kirin.xanîyê min dane şewitandin.Cîyê min dane gûhertin û ez sirgûn kirim û heştê heyvê ez girtin xistine zîndane Bajarê Mamoste Îsmaîl Bêşikçî a Îskîlîpê. …

Welat mîne Gemîye bê qaptan liber pêlav diket.Her roj şer û her roj mirin.Qaos ser biser welat êsîr digirt.Ez Şeva ku li bajarê Sûngurlu mam ,wê Şevê tiştê bâlkêş pêk hatin.Em heta ber bi sibehê raneketin.Wer hasil bu sebeh û me taştê xwar û ez derketim çûme komelê. Min telefon dayî dikandarê gund, min ku Hecî Elî banbike hevjîne min ,ezê jê bi pirsim,gelo çi lazime. Dema min wisa got, dikandar ku mamoste ecele zû were gund, hindik maye zarokê te bimrin.Wey bavo oo. ..!Çaxê wisa got Cîhan liber çavê min bû taristan.Min ku çibû? Ku xanîyê te şewitandine. Min bi ecele bankire rêberê mala Gel (C.G.)dema min agahdarî dayîyê ku heydê em biçin gund, me taqsîyek girt û em derketin rê. Dema em çûn di rê de qeleqole heremê hebû, min gote bajovan bisekine, ez çûme qeleqolê leşkerê nahtor liber derî bû. Min ku leşker…!Kanî fermandarê te? Ku derketî ye gund’ê Totane jor, ew tucar di wî wextîde dernediketin Gund’e. Qomplo bi zanetî bu, tevde agahdar bûn. Min ku leşker,bêje fermandarê xwe bê emê hevdû li dadgehê bibînin… Em meşîn çûne gund. Wey bavo ,fermandar û leşker li mala mixtar runiştibun û dew di ve  xwarin. Ez çûme cem wa û min ku maşelleh tu xweş kârê xwe dikê. Ez derketim malê û hinek pirtûkê min hebûn min wa veşartin û malbata xwe siwar kir û em hatin bajêr. Min xanim û zarokê xwe danîne male braderekî û ez çûme rêvebertîyê, li salonê ez û midîr beg hatin berbi çavde, min deng bi zanetî dernexist. Ez çûme cem mûtemet min kâxize xweyî sewkê derxist û jibon dest nîşan bûnê ez derketim cem âlîkâr Omer Çaylan. Kurd bu”'”””Lê çi û çawa?”””Min kâxez ji.destê xwe ne berda û min bir ber wî û min ku dest nîşan bik,ku çi hewjeye, xêre? Min ku ez nesaxim, (nexweş)xwest ku bi çirînê min misaade neda.Dest nîşan kir û ez çûme nexweşxanê, ti nabê medya şewitandin û hicûme ser me nivîstîye û raya giştî tevde agahdar bûye. Dema ez derketim cem bijîşk li min meyzekir û li rojnamê meyzekir,ku wey….!Derbasîbê mamoste…Min ku çibû? Ku kânî meyzeke xanîyê we şewitandine û girî, ji stres xwîn ji gûhê min hat, bijîşk ez mûayne kirim û bîst ro rapor nivîst jibon min ,li nexweşxanê kê ez dîtim gotin derbasîbê û di girîn. ..Ez derketim û çûme rêvebertîyê, min nûsheyek dayî mûtemet û ez çûme cem malbata xwe. ….Min wa jî sitand û çûme dibîstane kêçkê xwe, min ew jî sitandin û em çûne komela mamosteye  (eğitim-sen). ..Me hinekî rûniştin û me bi hevdûre bîryar sitand, min ku heta ev qatîl dernekevin rawistandin nîne. …..!

Back to top button