Kultur

Min dît û nabêjim (Roman )

Silêman Çakir

Ez keçeke deştî û lawekî zozanî. Emê ji hevdûre serpêhatîyê xwe bi bêjin.
..Çime qedera me Kurda hevqas xerab û bi dert nizanim.Kâlânê min penaber bûn ji Rojhelate Kûrdîstan Mahabat bajarekî dîrokî û ser bilinde ,lê belê qeder û feleke rûreş lime hatî xezebê, dostê xayîn û neyarê hov mala wa xera bibê. Wêran kirin û bavê mezin serok komar Qadî Mûhammed darve kirin û ev rûreştî û ferman hên xeraptir berdewame ey bîra. ..!
..Gelê me di seqem û di her wextîde bi çol û çîye ket hey kekê min..Hey Xwada ev çi ferman û Qîyamete tê serê me Kurda? Me çi xelk û Cîhan kirîye vê zilmê lime dikin…
..Berdewam dibê û sal bi sal dijwar dibê ev zilm,zordarî, malik wêranî. Tim em dimrin,keç,zarok ,kâl û dayîk …Enfal,Halepçe,di nêzîkde Şengal Kezî zerê me Revandin û li pazare firoştin,ey Dîrok,ey feleke rûreş ma ne bese…!Kal û bavê me bi vî derdî jîyane xwe xilas kirin,dor hate me û ev heye bîst nesli wisa derbas dibê, mirov çî bikê wê ev xilas bibê ey xortê delal..!
..Jiber zilme zordarê Rojhelat hatin Bakur. Lê zilm û zordar ne rawistin tim wek hevdû ne ey Xwada. ..Bavê kâlê min di şerê heydutê Erebe de qetil bû, ev çawa şole? Li hespê xwa suwar bûne û hatine hicûm berdana mala mîne Terorrîstê DAİŞ û Îşîdê. Min di xwend û ez bê zerar bûm, jibon ez Kurdim çime ev zilm lime dibê? Em jî hevdû belav bûn, ji balqane heta bi Çînê, ji Roma heta bi wahnşînton em penaber dibin ,wê çawa bê ev hâlê me…!
..Raste û tu hindik dibêjê. Em neha bê çare û li ber sînore şaş mane. Tim ferman û em ji Başur revîyene hatine Bakûr, liwir ji zilm berdewam bûye û malbat sirgûn kirine bajarê xelkê. Bi seda bi rê de û ji serma û ji birçî bûn jîyane xwe ji dest dame û termê wa jî Teyra û Gûre re maye. Heroj hicûm û tiqedim ,Heroj biser girtîye malbatê û girtin û eşkence, min hew îdare kir û ji yek malbatê em sisê revîyen…Ligor ez agahdarim ji malbatê çend kesê dîtir girtine ey keça delal ,vaye em di sînga bajarê xelkê û li xerîbîyê bê çare….
..Em diçin Tatvan û hewa tavike û dema min ev çîrok ji Kedkâr re got çavê wî mîne xare şûşe vebun û bawer nekir…Keserek veda kedkâr û ku jibon xwedê bela xwe veke,te kezeba me anî xwarê, ezê jibon heqîqet u ev zilme ku bûye û berdewame helbestekê jibon me tevde bi xwênim……
…EZIM ROBOSKÎ…
Sîh û çar jîyan.
Bav,xal û bira.
Búne şehîdê Botan.
Ezim Roboskî’me.
..Ev çîye? Wahşete.
..Zilm û zordestî û qatlîam..
..Mîne wê nîne li Cîhan.
..Ew dibêjin ROBOSKÎ. …
Sîh û çar mirovê Kurd.
Li sînor hatin kûştin.
Cîhan tu deng nadê.
Ev wahşete, ev zilm…!
..Rûpel :135.
..Pirtûk :Zerîye Warê Min..
..Nivîskâr :silêman Çaqir.
Mirov dema liser axe xwe bi Tirs û dibin zilmê de bi jî, gelo çiqas zor û zahmete..Şexsê bindestî ne dîtibê zor fahm dikê. Ez di çûme dibîstanê seretayî. Malbat bi zar û zor em didane xwendin.Dema em jî malê derdiketim dayîk û bavo digotin,gidî jibon xwedê hey ji xwe hebin û biçin dibîstanê û dema hûn jî polê derketin ser bi ser werin malê. Rojek ji roje ez derketim ser rê û meşîm,Ketim sikâkeke teng de. Min dî çendek derketin û bu şimdil û bindile wa.Ser wa girtî bu û min wa nas ne dikir.Yek hat gote min ku diçê kûderê û bi Tirkî got.Min ku ez diçim dibîstanê, ku îro jî hûn diçin ,lê ji neha pêde hûn nâlîn qedexeye, min deng dernexist û meşîm. Gihiştim ser rêke mezin û meşîm,min meyzekir hinek kevirê rê di rakin û dibin dîwar ava dikirin.Li milê dîtir asayîş hebû û deng jiwa dernediket..Ez mame şaş..Dîse ez meşîm û gihiştim dibîstanê .Zingil lê xist û fêre dest pê bû. Em jî ketin polê û mamoste hat.Ku roj baş û mêjî ku roj baş mamoste..Piştî hejmare şagirtîye xilas bû ez çûme cem mamoste,min ku dema ez di hatim bi rê de min ev tişt dît, mamoste deng dernexist û ku rûne. .Ev tişt mîne xewneke ku ne wê bawer kirin,jibon ku li Cîhan û li ti welate nebûye. ..Ev mîne xeyalekê min ji Kedkâr re got û ew di kenî. Piştî wextekî ku dev ji xewn û xeyale berde,em neha diçin ji Bîdlîsê diçine Tûx’ê. Navçeye lê gelek xweşe, di kêleke Gole Wanê de ye.Hingivê wê û penîre bi sîrik gelek meşhur, emê di sînge Golê de xwarin bi xwîn.
..Piştî qederekî em gihiştin Tûxê(Tatwan). Dema em di merkeze navçeyê de derbas bûn .Ez mame heyran. Çar wext lê hene û jîyan bi Zîndî ye. Kedkâr em birîn hotêle lawê qareman. Cîyê me veqetand û em meşîn çûne kêleke Gole Wanê. Aşxanê hebûn,em li yek’ê rûniştin û me xwarin xwar û piştî çayê me vexwar em rabûn û çûne cîyê ku mîne fuarê a ku şaredarê vekiribu. Me Tezgah vekir û pirtûk me derxistin û dest bi firoştinê kir.
..Gelek xwende kâr hatin û pirtûk kirîn.Di wê demê de asayîş hat li pirtûke meyze kirin Çend pirtûk dane hevdû, yek jiwa pirtûkê a Rafet Ballî bû Dosya Kûrd. Gotin ev pirtûkqedexene, min ku na….Me qederekî li.ber hevdû dayî û wek min derket…
Dema em di çúne zanengehê, li ber derî asayîş li nasname me meyze dikirin. Çaxê fahm dikirin ku em ji bajarê Bakur’in bi çavê Terorrîstî em di hatin dîtin.Psîqolojî ye me tevlû hevdû dibû. Jibon va minasebete me li Dîrokê meyze dikir û ezîyete mîne Îdrîs-î Bîtlîsî ku zîrek û zane bû û liser heşt padîşahek ,pirtûkê heşt behişt nivîst û 23-30 emir û beylikê Kûrd sipartin împaretorîye Osmanîye, ev fedekartî jibon wî bû ezîyet.
..Kedkâr ku ev tiştekî gelek bâlkêşe. Em ji Tûxê derbasî xelat’ê bûn, serdor gelek bâlkêş bû. Me xebateke xweş pêk anî û kêfa kedkâr gelek xweş bû .Dema xebat li xelatê xilas bû em çûne Elcewazê. Serê awil em çûne dibîsyanekê, em derbasî oda midîr beg bûn û me Destûr jê xwest. Ku biçin oda mamosteye, zingil lê xist û mamoste hatin,yek jiwa ku yaho ev çine,ev pirtûk hemû ên qominîstane, ez kenîm ku tu çime di kenê? Min ku ez bi şaşîtîyete di kenim. Dema min wisa got hiş di serê wî de nema. ..
Mirov dema bindest bê ,nezantî liber derîye. Nezantî çaxê bi Gel’î bê barekî pir giran û dert elem xilas nabê. Welatê min mîne behişteke Zîndî ye, lê nezantî û Faqîrtî tim êş û derda didê. Em jî xelatê derbasî gogsî, Gimgim,Milazgir kop û Îdrîs bûn. Çar wextê salê bi Zîndî hene .Lê wêranî ji bê çareser nebûnê, jîyan tim birîndare.
..Serdor sipî û tevde sipî ji befrê. Ji bajovan were ku em li Deşta Mêrdînê ne.Lastik ên Kevin û zincîr berbat bûn. Tedbîr nebû û em emanetê Xwada mabûn. Me merheleke rast derbas kir em ketin fetlînokeke kâşde. Qeşaye qalin û serbiser bû. Min ku wesayît di şemitê, kedkâr ku wey haware, min ku mafê xwe helal bikin.Bajovan Îhsan di kenî. Başe ku nîv zincîre hebû û li lastîke pêça.Ezraîl ku oxir bê, lê carek din vê ehmeqetîyê nekin,min ku malî ava heyran..
..Kedkâr dert û kûlê wî ku pirtûk bêne firoştin û xweş hatin firoştin.Em gihiştin xinis û texrîben sisê km mabû ku em bi gihijin bajêr. Hewa mîne zemhelêllê bû. Dolmuş ku îstopppp…Min ku Îhsan Ezraîl beg em hişyar kiribû, ku wele doxrîdir (Amed)…Daket û dest bi pêxistine agir kir,ma kâr dikê, mij dest pê bû û em bûne mîne dep…Di wê demê de otobüs hat ez Ketim nîvê rê û min herdû destê xwe hildan.Mecburen sekinî, bajovan came xwe vekir û ku xayîrdir? Min ku em qifilîn,ku he he..Gaz dayî wesayîtê. Min pirsî tûxmê dadaşe bûn. Ji me û wirde benzînlik hebû, min ku kedkâr bi bez,ku ax û ox,min wî bir. Bi darê zorê em gihiştin qonxane Gazxanê. Min jê daxwaz kir taqsî jibon me xwest û zincîr avête dolmîşê û em gihiştin bajêr. …
Gelek sar û seqem bû. Mirov piştî mexreb xwe nikarî bû sê deqîqe zêdetir xwe li derve bigrê. Dema bi Roj tavik hebûne û ba ne hatibane,ne gelek sar bû. Roja dîtir em rabûn û me xwe amede kir û piştî taştê em derketin ser xeta Erzerom’ê. Pirtûk xweş di hatin firoştin û kedkâr kêfa wî lê bû.
..Kê sar bû, ne sar bû nedibû xem.Em meşîn û gúndekî serdora wî baxçe û dibîstaneke di kêleke baxçe de bû. Em gihiştin ber derî mamosteke keç em pêşwazî kirin.Gelek qedir û qîmet da me.Pirtûk kirîn û ku ji kerema xwere li pişta vî çîyayî gûnd heye û liwir mamosteyek di xebitê ger hûn biçin gelek başe, me ne got na.Em derketin ser rê û wey bavo min tiştekî bâlkêş dît. Dibîstan lî meydanekê bû û serdor hemû kevirê reş bûn. Baş jî ji gûnd dur bu. Em gihiştin dibîstanê û mamoste hat em pêşwazî kirin û bi delekî germ.Me li hevdû pirsî brazîyê Ferît Dirêj bû. Xweş qedir dayî me. Min jî çend pirtûk jibon wî dîyar kir.wext bûbû dereng me xatir xwest û em vegerîyene xinisê. Me çente û tiştê xwe danî hotêlê û çûne çayxanê. Me çend çayê vexwar û em derketin oda xwe.
..Min hinkî pirtûk xwend û helbestek nivîst.
……..DI DILÊ MINDE BÛ………
Dema ez zarok,
……Di pêçekê de.
Dayîke min.
…Ez di lolîyandim.
Di gûhê min de.
…Ban dikir.
Kûrê min?
…Welat çar û pênç parçe ye.
Yek li Rojava ye.
…Lolî!
Ez mezin bûm.
…Bûme xort.
Xortekî xwendevan.
…Û şoreşger.
Min Dîrok xwend.
…Ez mame şaş.
Welatê min.
…Warê min çar parçe;
Yek li Başur.
…Yek li Bakur, de lolî!
Min xwest.
…Mafê Gel’ê xwe.
Ez Ketim zîndane.
…Koç bir bûm.
Min doza xwe meşand.
…Ez meşîm.
…Welatê min çar parçe.
Yek li Rojhelat.
…Ez di meşîm.
Jibon warê me.
..Yek ewe Kûrdîstane sor…

Back to top button