Kultur

Min dît û nabêjim (Roman)

Silêman Çakir
Sîyaset çiqas dem derbas dibê, tevlî hevdû dibê û rojev germ dibê. Hêvî û bê hêvî tî bê sînor şerê hevdû dikirin. Şert û merc giranin û moral xerabeye, di wê demê de  (S.A.)bû mêvan. Em rûniştin û me şîv xwar liber fexwarine çayê sohbet dest pê bû. Min ku xêr bu ey birayê ezîz û dilovan ?
..Liser pirtûk û xebate wa dest pê kir.Ku were em tevde bi xebitin.Min ku emê xebata çi bikin?Ku pirtûk tên xwendin emê tevde ser biser li welat bi gerin û pirtûk bi firoşin…Ez mame sekinî û di pêşerojêde hinek projê min hebûn. Bela xwe ne vekir û ku were tecrûbe bike.Min ku ezê çawa derkevim nav Gel û bêjim kerem bikin pirtûk bistînin…Israr kir,ku heftîyek were dema nebû, tu çawa bi xwazê wisa bike. Min ku başe, lê çend tişt hene divabê ez bêjim.Ku kerem bike.Min ku pere neyarê hevaltîyêne, ez aleqedarî hesap nabim.Dema kâr pêk newê, divabê xeyîdbûn nebê. Dema min ev xebat pêk ne anî û ez biser neketim, ezê devjê berdin ,ku başe. ..
..Em wê Şevê raketin û serê sibehê me xwe amede kir û derketin ser rêçke Amed…
…..BIRA BESE….
Çê bû pênç hezar sal.
Ev çîrok û çîvanok.
Ev dolab û ev zilm.
Ev lîstik ser serê me.
Bîra bese, Tu wilo meke. .
..Heyfa me û welatê me.
..Nestêleye kedà me.
..Gel’ê me ,zarokê me.
..Ez Westîyem ji vê lîstikê.
..Bîra bese,Tu wilo meke..
Em ketin qernê bîst û yek.
Xelk û alem bûne Dewlet.
Ji Manî, heta bi Tirkmen’î.
Ser bi ser hemû Cîhan.
Em tenê mane bin desta..
..PİRTÛK :Xewna Min.
..Nivîskar :Silêman Çaqir.
..Rûpel :105.
..weşanxane :Diclem sahaf.
ibon vegeran dine kârê mamostetîyê heft (7)sale serî li Komarê  û wezarete perwerdîyê da.Lê gelek bâlkêşe ku bersivê di hatin yek,yêkê nî di girt.Desture Komarê dîyare û beş û xalê wê vekirîne “”Li gor demê “”Desture 657 a karmend û xebatkare dibêjê mirovekî Komar wî bê sebep ji kârê wî derxistibê, divabê salek rawistê û serî li wezaretê bi xinê. Eger wî dev ji kârê xwe berdabê du sale bimînê sekinî û serî li wezaretê bixînê. Her du xal û rêçk xistin bin pîye û di her warîde, wek hercar Kurd maxdur kirin û dibin..
..Peyam çû jibon hemû wezîr û berpirsiyare re,lê yek mirov bi edalet û bi heqanet bîryare dayî û ew mirov rehmetîyê Turgut Özal bû, cîyê wî behişt bê, ji xwe ew jî qetilkirin û jibon ku Kurd bu. ..
..Çaxê ev fikir û reman ji Kedkâr (S.A)re hate gotin ku devjê berde. Amadakarbun temam bu û meşa çûne Amed dest pêk hat û ber nîvrokî ku Roj baş Amed…
..Ofîse ketkâr tar û mar bûbû. Ava baranê ketibû hindiru û pirtûk dibin avê de mabûn. Bi pere kî mezin xisar bûbû. Dema pirtûk şil bu tâme wê namînê. Dema 12 îlon 1980 ‘yî de min pirtûkê xwe dibin axê de veşartin hinek tên wa dibin û gelek jî, ji alîyê hinekâ de avêtibune çemê newala Bûnisra. Texrîben pênç (5000)hezar pirtûk bûn. Ev jî gunehkarîye 12 Îlonê ye.
..Em rûniştin li ofîsê û çayê hat û min çend xal pêşnîyar kir jibon kedkâr re.Xweş zanîbû ku ezê bi dil can bi xebitim û serkeftin wê pêk bê û ew jî gelek pere qezinç bikê, jibon vê minasebetê gelekî liser min di sekinî. Firojkar divabê tiştê ku di firoşê xweş nas bikê, li himberê ên ku bistînê bi zanebûn û hûrmetkàr bê. Dema nasa bûn pêk anî, ziman xweş bi kâr bînê. Bawerî yê bidê û rast bê û hwd. Di demeke kûrt de min qilasor dibin çavde derbas kirin. Navê pirtûk û nivîskare min di Hafize xwede dayî depo kirin. Di wê demê de Ehmed Arîf û helbest hate bîra min..
….DIL HÊJA….
Tu wer , li cem min rûne.
Rêçkâ me gelek dûre.
Dozama gelek zora.
Dil hêja Tu çawayî?
..Gotin gelek hêja ye.
..Serî, talî nexyaye .
..Bedela wê bû haye.
..Dil hêja, tu wer cem min.
Dil hêja ev çi deme?
Zilm heye ser bi sere.
Divê çarek jêre were.
Dil hêja,tu wer cem min.
..Dil hêja ez xerîbim.
..Bê war û dilbirînim.
..Dert û kûl gelek giran.
..Dil hêja, tu wer cem min…
Nivîskâr :silêman Çaqir.
Pirtûk :Zerîya Warê Min.
Weşanxane :Diclem sahaf.
Rûpel :9-10.
…Bûbû êvar. Ketkâr ku em rabin,ofîs girt û em derketin,li wesayîte bajêr suwar bûn û li navçeye baxe em daketin.ketkâr çû cem fêkî firoş û çi cins hebû sitand, qedayîfê Amed ji xwe sitandi bun.Mesrefa ku kiribû têra sed mirovî hebû. Li wesayîtê em suwar bûn û em çûne male ketkâr. .Jibon dîtna min mirevê xwe tevde agahdar kir û tevde hatin û me hevdú naskir, tim peznê min dida jibon malbat û mirevê xwe re.Ez hinekî Ketim şik û gomane. (..?):
…Mamoste Nivîskâr Sîyasetmedar PDK-T NISÊBÎN’E WÊRAN’IM. ..
Berdewam e…
Back to top button