Kultur

Min dît û nabêjim (Roman)

Silêman Çakir

Gelek payîz derbas bún, payîze em ketininê de gelek bâlkêş bê. Gúndî di xebitîn lê roj bi Roj şik û goman zêde dibin .Gelek gotin li serdorê belav dibin û Gel tefekûr dibê liser rewş û pêşeroje de.Komar tiştne his dikê lê raporê esasî nayên.Şûphe şerekî heye. Li.welatê cîrane pêwendî germ dibin lê, çareserîyeke esasî nayê. Gelo rojek werê û li serdorê mirovê çekdar ber wextê êvarkî derkevin holê wê hizûr çawa bibê? Ev pirs di serê herkesî de meşkûlîyetê derdixê û bersiv jî ne dîyare. Ez di xem û çareserîyê de bê çare rawistî me. Wext ber êvarî ye. Dengek hate. Bandikê û bi heyecaneke mezin

..Dibê were mekanek heye û liwir bi xebite. Biryar tê sitandin û du xort dest didin hevdû û xebat pêk tê. Roj derbas bú û şev ketibû kemlana xwe yî dîtne stêrka ber bi sibehê. Ev sibeh di kenî û barane Mûhterem dest  pê dibû. Piştî qut kirine barane mekan dibû tar û mar. ..

Ev rewş û wêran tî ye dil şewat. Wisaye kî dil birîndar,jîyan û war tev wêrane.

..Ne helbest têrê dikê û ne dil xwe liber digrê. ..

..KÎ KÂRÊ RAGIRÊ, KÎ…?

Mîne ku bimrê, tev jê hatîye sitandin.

Mîne termekîye.

Mêjî jê hatîye sitandin.

Bê himd di firê.

Tijbeha kevoke bê bazk.

Çav lê kor kirine.

Jîyana wî mîne ên koçber.

Ên wisa kirîye kîye?

..Nivîskâr :silêman Çaqir.

Baran rawist û roj derket,mîne ku bêjê ez dermanim. Xanî hatibû xwar. Şekir ,çayê û ax tevlî hevdû bû bûn. Her du xort hatin û li hevdû meyzekir in û biser hâlê xweyî perîşan de kenîn. .Dest li xwe vemalantin, tiştê bi kêrî wa dihat çend tişt bûn. Wa dane hevdû û birin pazarê firoştin û li hevdû helal kirin û çûne bi ser rêçkâ xwe de.

..Xemdarî dest pê bû. Pirs ji xwe kirin û ku ev çi jîyan û bext reşî ye?

……………ROJEK………….

Mim nizanî bû.

Wê bi ser mide bê,

Mîne tufanê.

Bê esl û fesil.

Dilê min bû gole xwînê.

Min nizanî bû ev rojek.

..Tijbehê arendine dinan.

..wek teyroke bihar’ê.

..Kûşt her tiştê di dilê min de.

..Mir Evîne min li biharê.

..Min nizanî bû ev heylaztî.

..Wê bê ev roja bêbext,

Kirasê li Bedena min çû.

Ez mam wek êsîrê Ecem.

Heyhat çawa bû ev zilm.

Ne hebû,ne çê bû li Cîhan.

Heyf li Emrê minî çû yî.

Min nizanî bû ev rojek.

..Gelo heye, Evîn û esil.

..Min ne bawere li Cîhan.

..Ecep ew Cîhan’a dîtir?

..Lê ez nizanim çi  bêjim.

..Heyf limin û ciwantîye min.

..Min nizanî bû ev rojê bi qirêj.

Yek tişt mayî di destê min de.

Ey Xwadayê hêja û dilovan.

Ma nema li cem te yek çare?

Deng nayê û deng naçê. .

Ez nizanim çi bêjim.

Min nizanî bû ev rojê bêbext!

..Nivîskâr :Silêman Çaqir.

..Pirtûk :Xewna min.

..Weşanxane :Diclem sahaf.

..Rûpel :138-139

Derketim ji derve û meşîm.Hêrz û xeyal ketibûne nav hevdû de. Çav li çareserîyekê di gerîyan û dil bê hêvî bû. Ziman bê dengî di got bese ey Dîrok,bese……!Yek û derb derket himberî min xortekî zozanî. Dil kenîn û hevdû himbêz kirin û li hevdû pirsîn, ma gelo bere dert û kûl dû bare bibin,xort ku na..Beden rûniştin liber qamik û li himberî roja sar û nîv germ. Ku bêje ez benî, çi lazime jibon ku jîyan hinekî nefes bistînê? Lawê deştî ku xebat û kâr lazime ,dema wisa got xortê zozanî ku rabe û beden meşîn û li bajarê bê deng çûn û hatin û cîkî ku xebat lê bibê dîtin. Bazar bu. Gihiştin sitandine bîryare û kêmasî temam kirin û xebat dest pê bû. Beko Awan van çûn û hatin, dest bi lîstike kirin û sûkûnet nema. Pisgirêk mezin bûn û xebat rawist, rastî qabûl nebû ,alozî dest pê bû û dil cemidî ji xebatê.

..Dîse taqîp û dîse leşker. Pirs pirsîn, medya nivîst û ku li bajarê Bakur û li milê zozane şere. .Çekdarê çîyayî biser hinek bajar û navçeya Dehê girtine û êsîr hene û leşker şehît bûne. Sîyasetmedarê qlasîk dest bi gotinê xwaro maro kirin..Hineke ku qaçaxçîne, hineke ku Ermenîne, hineke ku na ev telebene .Hineke ku na,ev şoreşa û serhildane PKK’ye…Sal 84 û heyva Tebaxê. Rêber berî teqandinê ku ey Dehê. …!Cîhan tu nasne dikir,lê ji îro pêde wê Dîrok te bi nivîsînê ..Piştî wextekî bi projeke rûreş xwedîyê vê gotinê qetil bû û bi pişthirîye xîyanetê. .Cîhan agahdar bû û Medya bi herfê mezin nivîst.

Belê, mirin careke di bêjin lê di warê bindestîyê mirin kengî ye û çi rengê gelo kî zanê.

..Ez mirim dayîkê di wextekî biharê de.Dema ferman rabû li welatê minî bindest. Belê mirim ey Gelê min dema xeta xîyanetê doza min bazar kir.Ez mirim bi tank û topa lê tu ne mîrî ey waro…Dema mirov liser 84 de tefekûr dibê, dibêjê ev çi bû û ev çawa bû? Ez mirim bavo ,lê mirine min mîne rabûne Qîyametê. Ev fikir û reman di serîde di çûn û di hatin,mêjî gelek meşkûl û bi hêrz bû. Di wê germayî ye mîne serhildane Gûlan ,xortekî ku roj baş…Bersiva wî piştî xilas bû ku li Rojava civîneke dîrokî wê pêk werê û hûn jî kerem bikin beşdar bibin…Xeta reş a navdewletî tim di xebitî û berdewam dikê. 30/10/1918-1919 Simko -21 Gûlan 1919 Mahmut Berzencî -11 Gûlan 1919 Alî Batê -4 Îlon 1924 Beytûşşebab hwd bi seda serhildan û têk çêbûn ku xeta reş her tim ser Kûrd û Kûrdîstan projê xwe pêk tînê.

..Pirtûk :Dîroke Kurd.

..Nivîskar :Aytekîn Gerok (Gezici).

..Rûpel :279-280-281

..weşanxane :Tutku.

Germ havînê sînor nasne dikir.mirov bê îrade xwe tefekûr dibû û ev pirs ji xwe di pirsî, em diçine bi kûder de? Bûhar un her roj bilind dibû. Xencer dabû ser hestî yê brdenê. Rewşenbîr, hozan,Nivîskâr, Gel.bê deng û di xeta qaosê de di çûn û di hatin.Ne gotin role xwe di lîyîst û ne zanist dengê xwe derdixist.kelepçe li zimanê hatibû danîn û Role zor bank dikir di ku de werin,dem dema hatine çîya ye. Hozan dest avête pênûsê û kâxezê û nivîst ku …..

….JÎYAN…..!

Jîyanê tu di bêjê çîye? Ji temenekî pêde.

Bi şev tu di raket dibê, tu meyze dikê bûye sibeh.

Ji malê derdikevê tu li sikâkeke ber serê xweyî.

Roj derbas dibin,Heyv derbas dibê eve jîyan.

Gavê jibon dil êşa yî yê temen 16′ e.

Pişt xwe bi zîvir temen xilas tu dibê xilas bûye.

Yek şev û yek roj eve temen.

Sal di Çin temen di çê eve jîyan..

Gazin di 21 salî de fêde nakin.

Poşmantîye 40 salî valane..

Xeyal û umudê di 70 yî de diçin erş.

Temen xilas, sal xilasin eve jîyan..

Gihişt bûne rojê ax an jî agir bê.

Nayê gûhertin heqîqetê temen.

Ên ku bîr bibin wê hebin.

Temen xilas û jîyan dest pê dibê û eve jîyan.

..Rûpel:135.

..pirtûk :Evîne min roj’e Roj hilat. (Doğu Güneşi Sevdam )

..weşanxane :Arı sanat

..Nivîskar :Silêman Çaqir.

..weşane dû yem (2.)

Rewş ne dîyare, çi dibê û wê çi bibê gelo,di serê her mirovî de diçê û tê. Tiqedim zêde dibin û Dîrok diçin û tên li azman.Mirin û. dîse mirin û şer. Sîyasetmedar mîne çûkê bin hejik carne gûhdar dikin û carne xwe di berdin meydan û nav Gel…

.

Di sê xeta de li warê bave şer bû. Di jîyane bi Roj xem û di jîyane Şevê de Tirs û Merem dest pê dibû. Gûnd û mezra bandikirin hevdû, hey ev çi bihare?Leşker bi hêrz û bi nezanî gav tavêtin. Vermandare bandikir di gotin ey leşker zîrek be, ev ne herbe qorê yê û ne herbê cîhanê a sê yeme. Ev şerê li himberî teror û lîstikê Cîhanî ne. Çend şexisin, çetene, Ermenîne, wahş û eşqîyene wa xilas bikin de ku welat ser fîgan û Gel bextîyar bibê. Wa bigrin û wa bi kûjin.De şêxin û bê sînor. Hûn her yekî li himberî cîhanekê ne. Sekin û rawist bûn tûneye, bigrin ser malbata. Bigrin ser mezra,bigrin ser Gûnde, bese terorîste bînin,sax bînin û mirî bînin.

..Ne bêjin ev zarokî, ev kâle û bê gûneye, tevde belane ev Kurd’im.Dema hûn ketin mala de tiştê hebin tevlî hevdû bikin,nefes û firset nedin..Li milê dî digotin ku ne wek me bin ew cahşin, xayînin bi kûjin, bigrin ser gûnde, lê xin bi.bazok û keleşe. Gel di navbenda Xelîl û celîl de nizanê çibikê û çi bêjê? .

…..WARÊ MINÎ MIRINÊ….

Xwezî min dît tu kenî.

Girîyê min jî sekinî.

Warê min û te livir.

Bû sekna Azadîyê.

Mirin em jibîr kirin.

Weke xelk û alemê.

..Ev birîne dilê min.

..Rehet bibê biharê.

..Çar wext lime bi kenê.

..Jîyan bibê tev dîlan.

..Zarok werin cem hevdû.

..Wek zarokê Cîhan’ê.

Gelo rojek heye bê.?

Bi ser mede xweşî bê.

Hezn û xemgîntî me berdê.

Jîyan bibê wek Dîlan.

Çar âlî bibê welat.

Jibon Azadî ye me tevde.

..Nivîskâr :Silêman Çaqir.

Bi wextê fecerê bûye gûme gûme top û bombe,hatin firok hatin,mîne herbê Wêetnam û Emrîke, dû û duman biser serê çîya ket.Agir kete daristan û çîyayê zozanî. Qetil bûn ciwan û keç û Law. dane hevdû termê şehîde. Avêtin ambarê firoke, termê ciwanê Kurd. Firok rabûn û bilind bún, awil ketin ber pirsê Ezman.Piştre xwe berdan,ser axke Kurdistsn û termê xorte avêtin çole. Bu heware bav û dayîke. ..

Wext ji wexta payîzeke tevlî hevdû. Ferman rabû ye li Halepçe û li Bakur. Mamoste dibin zilm û zordestîyê de bê çare û bê kâr û pere ye. Ji gûnd penaber bûye û kesek silav nadê. Zarok birçî perîşanin.Dibîstan vebûne û zarokê mamoste nikarin biçin dibîstanê. Wê çawa bibê ev hâlê xerab. Name tê û mamoste divabê biçê civînê. Tefekûr dibê û dibêjê çûn bûne min çêtire ne çuyînê, bi dilekî xemgîn û birîndar diçê civîne dibîstanê. Rêberê dibîstanê  (M.E.A)e, mirovekî dilovan û fedekâre. Mamoste xweş nas dikê, zanê ku ji kârê xwe ketîye û bê çare ye, beşdar bûne civînê gelek qelabalixe, civîn dest pê dibê. Her beşdar vanê ku hatine ligor xwe gotine dibêjin. Mamoste gûhdar dikê. Deng dernaxê. Rêvebertîye dibîstanê mamoste Dawetî kursî dikê. Mamoste çend gotinê kurt dibê jê û beşdar van tevde li çepike dixin.Rêvebertîye dibîstanê jibon piştgirîye mamoste û zarokê wî jibon ku bi xwînin peşnîyarekê tênê.

..Beşdar van tevde piştgirîyê didin ûjibon  zarokê mamoste dibine âlîkâr. Mamoste moral distînê. Cıvin xilas dibê û beşdar van belav dibin.Mamoste jî diçê mala xwe.

….FELEK BERDE….

Derdê te yî bi min re çîye?

Çi di xwazê ez nizanim.

Bi zanibam vî derdê te.

Hebû cem min jî bona te.

Bêjim felek berde bese.

..57 sal berdewame.

..Êş û bela ser serê min.

..Ez nizanim gúneh çîye. ..

..Şev û Rojê dikim nâlîn.

..Bêjim felek ma ne bese?

Zîndan sirgûn limin mekân.

Nezanetî barê giran.

Xelk û alem çûne heyvê.

Ez di kişînim barê giran.

Bêjim felek sebep çîye?

..Ne Evîne û ne mal û milk.

..Bi min ketin êşê giran.

..Çare nîne ez derman bikim.

..Nayê cem min hekîm û Loqman.

..Bêjim felek ma ne bese.

Rojek bese ji bona min.

Ez bibînim gule Laleş.

Bere carek li min bi kenê.

Kengî bimrim liser çava.

Bêjim felek tu bê minet. ..

..Nivîskâr :Silêman Çaqir. .

Serê sibehê ji şaradarê anons kirin.Gotin me weke Komareke kevnar û leşkerê meyî qehreman çend terorrîst qetil kirine.Me termê wa daniye meydana bajêr. Bere herkes meyze bikin bê ev ên kêne bere bibin , Gel xwe amede kir û çûne ku terme  bînin.Term anîn û şûştin û li ceban bi cîh kirin û veşartin.Asayîş aciz bû û  hicûm berdane Gel û şer dest pê bû.

 

Jîyan li Bakur roj bi Roj tar û mar dibû. Zerar û zîyane 12 Îlonê a ku hêza leşkerî pêk anî bu berdewam di bû. Endamê sîyasî gav tavêtin lê xeta reş wa dida rawistandin.Çend partî hatin demezerandin bi navê nû.DHP û piştre SHP.Berdewam bûne vane ANAP dest bi sîyasetê kirin û derketin sehayê. Di dewra sîyaseta Bakur û Tirkye de Sîyasetmedarê ku hatin Nisêbîne wêran  (N.Y,Ş.E,E.Î, F.S,û vê dawîyê de B.A û çend wezîrê AK-P,)yê ..

..Şer roj bi Roj ji dengê derdiket û ezîyet dida gel.Nituk di hatin xwendin û çareserî nebû.Bezirgan tî dikete Rewşeke gelek bâlkêş de.Diz û pîxwas dibûne tûcar û perê faqîr û fúqare di Revandin. Gelek malbat perîşan di  bún û gelek pîxwas di bûne begzade. Sîyasî arena roj bi Roj bi qirêj dibû. Ez Ketim şik û gomanê mezin de.

..Zor û Role wê di her warîde xwe derdixist pêş û bi xwere pisgirêkê mezin tanîn. Pere li pîye sê kêm di bûn, bezirgan tî bu qorsanwarî ên ku perê faqîre xwarin di warê sîyasetê de xwe demagog di hesibandin.Min hinek lîkolîn kir ,min fahm kir ku xeta reş rola xwe xweş di lîze. Heroj di şerde kûştin pêk dihat û ji di mile de malbat maxdur di bûn. Gotineke Serok Mesûd Mistefa Barzanî weke analîz xweş heye, dibêjê dema me şerê Azadîyê dikir,neyar tim di xwest ku em çalekîyê terorrî pêk bînin jibon ku em di doza xwede têkevin astengîye û neheq bibin ,lê em nehatin wa lîstike. .Dema min pirtûke 1-2- Barzanî û hêza Azadîye Netew a Kurd  (BKUÖH)Amin xwend min ku her bijî û min ev helbest nivîst.

…EY BAVÊ KURD…

Tu şehîd û rûmet.

Tu hebûn û Kurdistan.

Tu Şêx Ebdûlselam.

Hebûne Barzan.

..Cìyê te behişt bè.

..Tu di dilê me de.

..Em te jibîr nakin.

..Tu birayê Mistefa Barzan.

Bere dilê te xweş bê.

Doza te di meşê.

Serok Mesûd Barzan.

Tu mezinê me şêx Ebdûlselam. ..

Niviskâr:Silêman Çaqir.

1984-1994 agir barî li Bakurê welat.Mirin,qetilkirin, wêran kirin,penaberbûn,war û serdor şewitandin,çîya, gûnd, bajar bi ser û hevdû bûn. Li Nisêbîn’e wêran 600-700 mirov qetil bûn. 10 hezar gûnd û mezra xerabûn û koç bir bûn. 100 hezar ciwan hatin kûştin. 20 hezar Kurd û însan winda bûn. Sê(3)melyon Kurd ji warê xwe penaber bûn. Berdewam û hey berdewam,wey haware. …!Gel melûl û di ezîyetê de ye.Gotin wê Erdal Înúnû û Fîkrî Saxlar bêne Nisêbîn’e wêran. Gel mîne ava çemê herikî û qatlîame Halepçe di rojevê de bû. Gelê Kurd ji zilme Seddam di revê, xwedê jê razî Turgut Ozal ku derîye vekin ev bîra û xizmê welatîye me ne. Gel herikî, ji Başûr tê Bakur. Zarok,jîn, ciwan pêşmerge rêbertîyê dikê. Hatin û wa bi cîh kirin..Sare û zarok di ricifin.

..Turgut Ozal çû Emrîke û qonferansek pêk anî, ku di Bedena minde jî xwîne Kurd heye, lê medya paşveru tinazê xwe pê kir ,ku T.O.gotîye bi minre jî xwîne Kûrk heye. …Bi SHP’re tifaqe Kurde kete rojevê, min di wê demê de ku ev lîstikeke nûye û wisa derket Kûrd hatin avêtin. Min nivîsek weke peyam nivîst û dayî Fîkrî Sağlar. Gel bi hêrz û xemgîne, piştî hevdîtinê Gel belav bû. Çûme malê û tiştekî xwarinê tûneye çend bradera di nav xwede tiştna distînin û dişêxin male me. (A.A.,M.E.D,S.S.) Ez spasdarim jibon piştgirîye wa bradera. Ez Ketim kederê kûrde.

……EZ NAMIRIM…….

Kûştim li Halepçe.

Li Sason, li Dêrsim.

Li Gênco,li Barzan.

Lê ez namirim.

Ez Kurd û Kurdistanim.

..Limin bû ferman.

..Zalim tevde bûne yek.

..Mazlum tevde lâl mane.

..Tu kesekî deyn nekir.

..Ez Kurd û Kurdistanim.

Li ser serê min ferman.

Ev çêbû pênç hezar sal.

Gelek derbas bû dewran.

Ez namirim,ez yek’im.

Ezim Kurd û Kurdistan.

..Ji Barzan heta Botan.

..Ji Amed heta Hewler.

..Ji Nisêbîn heta bi Şernex .

..Ji Kerkûk heta bi Farqîn.

..Ez Kurd’im û Kurdistan. .

Gotin Musa Anter û Fêrît Îlsever hatine Nisêbîn’e. Ku mamoste di xwazin tu werê cem wa.Ez gelek aciz búm, qetilkirine Ferît Uzun û ezîyeta Musa Anter hate bîra min.Dawîde ew jî qetil kirin.Cîyê wa behişt bê. Ferît Îlsever, Doğu Perinçek,Yalçın Küçük “”S.Ö “””…….. (?) $;

..Şev bû tarî, televizyon spî û reş qanala “”GAP””dem wê bê bibê Telewîzyone Kûrdîstan. …(?:?)

 

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button