Kultur

Min dît û nabêjim (Roman)

Silêman Çakir

Ez gihiştim bajarê mîne bîre bê binî. Dema ez daketim min ku wey bavo ,ez diçim kûderê? Ez li heyvê me,an jî li erdê me? Min ku a qenç ez hinekî runin û tefekûr bibim.Rûniştim û min hinek bêhna xwe berda.Min ku a qenç ez bi pirsim ev Gûndê Qadî li kûderêye? (Qadî köy).Mirovek derbas bû ,min ku begê delal ez çawa biçim Gûndê Qadî? Ji xwe dengê min his jî nekir.Min ji xwere ku,a qenç ji dikandare kî bi pirsim û meşîm Ketim dikanekê. Min ku qewet bê begê hêja.Ku kerem bike. Ez benî ezê biçim Gûndê Qadî. Ku xêre tu jî kûderê yî? .Min ku ez ji navçeye Nisêbînê me. .Ku ev Nisêbîn vêce kûdere?  Min ku ez benî navçeye Mêrdînê yek jê ye…Ku Helah heleh….. ..Ev bajarê mîne. ..Ku temam…

..Derket derve û ku tu li wesayîtê suwar bibê, meyzeke,wesayît ha waye jiwir di rabin. Min ku tu sax.Ku bêje bajovan bere te li gûndê reş dênê. Ez çûm û suwar bûm û li Gûndê reş bajovan min danî.

..Min dîse pirsî ji mirovekî, Ez çawa biçim Gûndê Qadî? Ku ez benî tu  biçe îskelê û bi pirse. Hatim cîyê vapurê, min dît vapur hat û liser Gûndê Qadî di nivîsand. ..Suwar bûm û vapur meşî. Piştî wextekî ez gihiştin gûndê Qadî

Dema daketim çavê min beloq man….Min ku wey Rehayê wey….Wey limin welatê minî ku ji her tiştê xweş mahrum maye.Welatê min mîne gerave herîyê û ji mêş û pêşîye xew nakevê çavê Gelê min û xelk alem di kêlake Derya de mîne ku di behiştê de jîyan bikin.

..Wey lawo. …!Kanî edalet û mafê însane? Xelk ketine xweşîye û em ketine reşî ye. Biser hâlê mede berberî û leşkerî, em diçin herbê û dibêjim em birayê hevdû ne. Li her ba Yewnan û qorê em dimirin û xelk di xwún. Xelk û alem ketine kêf û xweşîyê û bindest û perîşan û hênjî em liser Kurmancî -Lorî -Kelhurî -Goranî û zaza kî nîqaşê dikin.

..Zîya Gokalp Kurdê zaza bu û bû qalemşorê xelkê. Ma kuro lawo ,kurmanc,Zaza kîne? Soran û Goranin û Lor kîne?De bese lo. ……Dema wî mirovî ku ev Nisêbîn Kûdere? Serpêhatîyek hate bîra min.

..Min dibîstane seretayî di xwend. Birayê minî mezin ketkâr bû, dîwar û xanî çêdikir in û zarokê xwe xwedî dikirin. (M.S.Ç)hevjîne wî dû lawik cêwî jêre çêbûn. Yek çû ser dilovanîye xwe mabû yek.piştî bi dû sale nexweş ket.Çaresi ku bi bê payîtext ku bişîjk lê meyzekê û ji nexweşîye xwe xilas bibê. Perê wî kêm bûn ,ê min jî radyo ke min hebû. Pere tanîn, mün firoşt û em tevde çûne payîtext nexweşxanê Girkê hece. Em derbasî nexweşxanê bûn û li benda bişîjk man.Li salone nexweşxanê em runiştî bûn. Birayê min gelek bi Tirkî nizanî bû. KURDÎ Û TIRKÎ li nav hevdû dixist. Jine ji wir jî runiştibu, mijûl bûne kekê min jêre bâlkêş hat limin meyzekir ku lawo hûn jî kûder in? Min gaye wê fahm kir. Min ku em ji Ormîyene ku lawo ewder kûderê? Min ku xaltî ne pirse,gelek dûre. …Min ku tu çime di pirsê, ku ev mirov çî teye min ku kekê mine, ku himmm mm, min ku xaltî derdê xwe bêje? Ku lawo ev selopî  (Sîlopî )Kûdere? Min ku xaltî gelek dûre di kêleke sînor û di navbenda çîye de ye, lê çime xaltî? Çîte û Sîlopî bi hevre girêdayî ye?Ku lawê min, kurê min liwir leşkere. ..Min ku xaltî bawer bike ne rê diçê wir û kerwan…Hele bi şev zure zure gure û wawîkeye, dema min wisa got hindik mabû dilê xaltî bêjê stop. ….Min meyzekir ricifî, min ku xaltî ewder bajare firin heye, lamba heye, gelek his jî însane dikin…Dema min wisa got ku ooooxxx. …

..Mîne hozan Xalid Remo tênê ser ziman bi helbesta xwe…

Ey hebîbam min bi te ronî fikir,çava sibe weqtê seher.

Serxweş û mestê husna te me bê geş liser.

..Agirê tireja,Tîrêj nûra aşiqan Feyza te ne.

..Elem û cewra evînê Xweş îlacî tu liber.

R:11

Pirtûk :Derde name  (Dîwan )2013

..Bişîjk hat û xwe eleqedar bû. Xwedê jê razî Dr.Ekrem EKMEN bû, cîyê te behişt Doktor û ên ku  bi tere çûne ser dilovanîye xwe. ….

..Ji wapurê daketim û di ber qeraxe deryayê de min turek avêt. Ser min ezmanê bilind serdora min derya bê ser û bê binî. Ezê biçim çayxanê (E)’ ê Siwêrekî. Ciwamêrê delal û hêja û rê hevalê Ferît DIRÊJ  (UZUN)..

..Çayxane gelek kevne û nase li gûndê Qadî. Ez derbasî hindiru bûm û liwir kursî hebû ez rûniştim. Ew ne liwir bû lê piştî çend deqîqe hat. Mim xwe dayî nasandin û min pirse çend bradera jêre kir.Ku ser çava de rûnê û kâ tê çi bi xwê, min ku zor spas ez ne birçî me. Min kir û nekir xwarin xwest û me tevde xwar û çayê îkram kir. Min ku ez nebim sebeba ku tu xebate xwe rawistênê, ku na keko ev çi gotine. Rehet be. Di wê demê de braderek hat û em bi hevdû re dane naskirin.Dema me hevdú nas kir wî braderî ku xêre tu û evder? Min ku bi hêle û rawiste. Ez gelek aciz búm, kek (E)ku tu çi dibê bêjê, tu çime li vadera yî? Qût kir û rengê wî hate gûhertin.

..Dema wisa got Beko Ewan hate bîra min.

Lo ew çi denge, ew çi hedan e, ew çi gurgur e li zamana.

Dengê nefîr û zirne û borizana.

Hin dibêjin qîyamete û hin dibêjin axir zeman a

..Lo ,ma dengê stiruh û boqilnefir ji zamana hatîya?

Erd û azman hejihan û deng keta guhê miriya.

Û rih ketin bedena. Xunava qiyametê bi ser wan de bariya.

Û hêşin bûna weke geyayê ku buhar bi serde hatiya

P:Ji Turabîdîn heta Berrîyê ‘ye.

Mivîsar:Altan TAN.

Weşanxane :Nûbihar.

R:395

Piştî wextekî kinde çend braderê dîtir hatin û sohbet dest pê bû. Lê min fahm kir ku tirse 12 Îlonê 1980 bi giranî tesîr liser mirove kirîye û berdewam dikê. … Dema ku ez li Gûndê Qadî bûm. Mîne ku ez di binê deryada ker û kor bim. Hişê min di çû serdore Zaxoke delal û jiwir derbasî Çar çira û di vegerîye Nisêbînê wêran û derbasî Newale qesaba û dîse dikete dilê xerîbîyê.

..Dil limin di kelî û birîn limin germ di bû. Min Kesereke bê deng di kişand û min jî xwere digot ey Zeydanê şev û rojê, ma ne bese ev dert bindestîye penaberbûn.

..Dema kelâ dilê min di kêlî, Zerdüşt ê dilovan ku ji alîyê nijatperest û zalime de hate aferozkirin hate bîra min.Gelo ev çi qedere û çi fermane liser me Kurda?

..Çaxê min ev pirs ji xwe û Xwadayê dilovan ricuh dibum û min di pirsî, min ku belê ji va dert û kûle ustadê dilovan Ehmedê Xanê tim nivîst û got.

..Ger dê hebuwa me itifaqek.

Vêkra bikira me jî wufaqek.

..*(Ger dê hebuwa me itthadek).

Vêkira bi kira me inqiyadek.

..Rom û ‘Ereb û ‘Ecem temamî.

Hemîyan ji me ra dikir xulamî.

..Tekmîl dikir me dîn û Dewlet.

Te’hsîl dikir me ‘ilm û ‘hikmet…

..Temyîz di bûn ji hev meqalat.

Mumtaz di bûn xudankemalat. ..

..P:Mem û Zîn.

..R:220-221.

..weşanxane :Nûbihar.

..Şîroveker :Perwîz Cîhanî.

Dilê min qahweke bi kefî û cixarekek ji tútúne Licê xwest lê min fêhêt dikir ku ez jî birayê hêja bi xwazim.Di wê daxwazîye minî bê çareserî dû bra ketin çayxanê. Yek jê Xwadê jê razî mamoste Ellaaddîn Ozdemir û (x.ş. )bûn dema ez dîtim gelek kêf xweş bûn, lê jibon minasebetê me tevayî gelek xemgîn bûn, bi taybetî liser maxdurîyeta min. Me hevdú himbêz kir û li hevdû pirsî. Em rûniştin û gotin ma te xwarin xwarîye, min ku belê. Gotin wext jibon şîvê heye. Em çi vexwûn? Min ku hûn zanin…Qahwe xwestin û cixare jibon min îkram kirin,me gelek jî hevdû hiz dikir û me gelek jibon hevdû ked da û bi taybetî jibon min fedekâr bûn, lê min tiştek pêşnîyar kir,gotin na,ez hinekî şikestim û jibon welat,Gel û me tevde bû, xwedê zanê bi kurayî fahm nebû û wek min derket û bi taybetî Bakur ne dikete vê rewşê de..Min jî û wa jî bi hevre cixare pêxist û gotin de bê je mamoste, de bêje. …..!

Demo ku de bêje mamoste,de bêje…!Ez di xwazim bi vê çîroke Albert Camus*berdewam bikim û bi destûre kedkâre bê. ..

..Mêvan..

Nowelên Cîhanê.

Mamosteyê dibîstanê didît ku waye du mirov li ser rê ber bi male wî tên.Yek ji wan suwarî yê din peya bû.Ew hînike ne gihiştibûn qûntara gir ku li.wê derê rê rast ber bi serê gir ve di çû û di gihiştin xanîyê dibîstanê. Hêdî û bi dijwarî li nav befra di nav kevir an re, di wî zozanê tenha re di hatin.

Pir eşkere dîyar dibû ku yek car an hesp dilukumî.Han deng nedihat lê xweş xuya dibû gava hespî di firnikên xwe re hîle dida der.Yekî ji wan herduyan herêm baş nas dikir.Ew di şiverîyê re di çûn ku ew çend hefte bû dibin befra qirêj de mabû. Mamoste hesap dikir ku bi kêmasî dê nîv seat wext bigire heta ew bigihîjin serê gir. Dunya sar bû, çû hundirê dibîstanê da ku fanîreyekî li xwe bikê. ..Rûpel :73. Weqfa Kurdî ya kulturî li stockholmê.

Min ku hûn di pirsin de bêje mamoste. Ezê çi bêjim ,an jî bêjim hunê fahm bikin an jî ezê bidim fahm kirin.Ez weke helbest bêjim an jî mîne lîkolîn û tespît û rexne. Nizanim çi bêjim..Dema hûn bi pirsin ezê bêjim.

…XEWNA MIN…

Pênç hazar sal.

..Derbas bû.

Ne bi hiş.

..Ne bi mirad bûm.

Bindest û bê çare.

..Nezan bûm.

Xewna min.

..Tim li hişê min bû.

Car,car bê hâl.

..Û bê mecal bûm.

Ey hawar. ..!

..Tim fermana min bû.

Birçî û tazî,

..Ez bê hâl bûm.

Lê xewna min…

..Li bîra min bû.

Xelk û alem.

..Tev Azad bûn.

Ez bindest.

..Ez bê war bûm.

Dilê min,

..Tim xemgîn bû.

Xewna min…

..Gelek hêja bû.

Ez Gel…

..Ez welat bûm.

Ez Dîrok,

..Ez jîyan bûm.

Mîne stêrke.

..Fecerê bûm.

Xewna min.

..Tim li bîra min bû. ….!

Ax û çîyayê min.

..Hebûn. …

Bilbil û xezalê min

..Hebûn. ..

Ez xwedî egît.

..Û ziman bûm.

Xewna min…

..Gelek hêja bû.

Rengê min.

..Mîne,bûn. .

Zarokê min.

..Xweşik bûn. .

Stranê min..

..Gelek xweş bûn.

Xewna min…

..Gelek hêja bû. …

Çaxê min wisa got, ku başe tu westîye ye, hinekî bigere û bêhna xwe berde, em wextekî mijûl dibin..Wey limin wey…..!

 

Mamoste Nivîskâr Sîyasetmedar PDK-T NISÊBÎN’E WÊRAN’IM

Nivîskâr:Silêman Çaqir.

P:Xewna min.

Weşanxane :Diclem sahaf.çap-3.

Rûpel :154.

Liser milê min barekî giran hebû. Çiqas bradere moral dida min jî. Serê min ne rehat bû. Min di pêşerojê û ( 50)pêncî sale ku werin”””ji 1983 heta 2023 wê gelek tiştê xerab werin serê Gel û me. Piştî 2023 pêde gelo wê rewş çawa bibê ew jî ne dîyare. Min tim di serê xwede di bir û tanî. Tim ez aciz dibum û min ev pirs tim ji xwe di pirsî “”Jibon ev felaket di pêşerojê ku pêşîye wê rawiste û Gelê me jî vê felaketê xilas bibê ez çibikim û serî likê bidim,””Gelek carne di Ketim xeyalê gelek kûrde.

Xwedê jê razî mamoste  (E.O)ku em rabin biçin cem me,wextê şîvê ye.Em rabûn çûne cem wî. Me şîv xwar û em rûniştin .Jimin pirsek pirsî ku tu ser pêşerojê çi tefekûr dibê? Min ku eger tedbîr newin sitandin tehlûke mezine û wext wê bê qule rovî ye jibona starê jibon hineke wê peyde nebê. Dema min wisa got kenî, ku tu meselê gelekî mezin dikê, min ku ji xwe mesele mezine, lê dema mêjîyê me jibon fahm kirinê ne amede bê, gotin jî fêde nakê. Ma sekinî ku gelek bâlkêşe. ..

Min fahm kir ku ev şûphe û analîzê min di civînekê de nîqaş bibin û ên ku gûhdar bikin di wezne fahm kirinê de bin,êdî min ev pirs dîse ji xwe pirsî “” Gelo ên ku min fahm bikin li Bakur û di sînorê millî de çend şexis hene? Min bersiva xwe liser 4-8 şexise da.Ferît ne sax bû, kî di ma, dimane çendek. Min ku a qenç ez di vê demê de çendeke bibînim û meselê nîqaş bikim û bi xim bîryar û têxim kirinê  (pratîkê ).Lê berî her tiştî çend mirevê min hene yek jê leşkere (Z.A.)û li.cem min hêja ye miqamê ez wî nexim astengîyê, ezê çawa bibînim?

Wê Şevê em raketin û min xewa xwe xweş sitand.Herdû brader çûbûne xebate xwe.Jibon min tiştê lêzim pêk anî bûn û danîbun ber serê min.Ez ji.xew rabûm û min xwe amede kir û piştî xwarinê ez derketim.Jibon ku şaşîtî nebê min çi lazim bu li cem xwe di nivîst û dî çûm cîyê ez bi xwazim.

Serê awil min ku ez leşker bibînim,cîyê lê leşker bu gûndê xanim bû. Gelek dur bû lê ez di wexte çûm. Ez gihiştim cem nahtor û min ku qasid bi rêke. Nahtor tesxîr nekir mîne ciwamêre qasid şîyand û xeber gihişte leşkerê min.Şensiztîye xerab ew roj û ew seat qontrol nî zam hebû. Başe ku berpirsîyar fermandare kî ciwamêrê ku ew bi rê kir.Di wextekî kinde hat û me hevdú dît. Me hevdú hiz kir û me li hevdû pirsî û me bîryarek sitand ku her tim a baş emê karibin bikin..Me xatir ji hevdú xwest û ez vegerîyem gûndê Qadî ew jî çû ser kârê xweyî leşkerî. Zanim zahmetî kişand lê her tişt bi selametî pêk hat. .Ber êvarkî gihiştim cîyê min di xwest. Me bi kêfeke mezin şîv xwar û dîse liser rojevê û pêşerojê gotin vebû. Min ku di dema nêzîkde şerekî bâlkêş heye,roj bi Roj wê berbifereh bibê, eger qomiteyekî zanist rûnê û projeke stratejîk amede bikê wê ev şerê bi qirêj rawistê, eger ev nebê bar girane. Braderekî ku ev fermandarê Komarê qey bîr nabin.?Min ku na û jibon çi na…Yek sebep heye ev şerê ku bibê proje sed salî a nav Dewletî ye û amede kirine û bi armanca ev fermandarê ku tu di bêjê bê tecrûbene…Dema min wisa got ma sekinî. ..Min pêwendî bi çend kesare danî du şexis ne lê, ên dîtir Tirsonek û newêreke derketin…Édî min di serê xwede biryarê nú sitandin. …

Çiqas roj derbas di bûn, ez bi hêrz di bûm. Ez rabûm û derketim bajarê metropolî. Min li braderekî pirsî û min wî dît. (M.K.).Gelek kêf xweş bû. Ku tu kengî hatî? Min ku ev çend roj çêbû. Jibon ku zû agahdar nebúbú gazin kirin.Em li mekanekî rûniştin û min şerê ku di pêşerojê de pêk werê min jêre got.Xweş gûhdar kir û fahm jî kir û ku raste, lê ez tenê nikarim çareserîyê bînim û bi tenê bîryare bidim..Min ku were em tevde pêwendî dênin û bere civînek pêk werê, êdî her tişt wê zelal bibê. Ku raste û ezê bi çend bradera re pêwendî dênim. .Di wê demê de xwedê jê razî Fahrî Gombê û braderekî dîtir hatin.Wa jî gûhdar kirin û braderekî ku ez Nikarim bikevim bin vî barî. ..Wext bû Dereng û min Destûr xwest û ez rabûm. Dema gihiştim cîyê ez li di mam,xwedîyê malê li benda min bûn. Gotin jibon ku tu dereng mayî em ketin mitale te.Min ku biburin, ez mecbûr mam..Kebânîye malê xwarin amede kir û ku kerem bikin.Me tevde xwarin xwar û em çûne mêvandarîyê.

Mîne Evdalê Zeynikê Ketim rêçkê bê binî. Evîndarîye welatî zorê. Mîne zîndsniye ebedîye. Serê sibehê derketim û dibin pire girkê Fikrîde derbas bûm. Piştî kârekî kinde gihiştim meydane merkezi. Min berê xwe milê derya şewqa ave derya û kesk bûne ezman hevdû temam dikirin.Li milê minî rastê û hinekî ji qeraxe derya wirde cîyê hebû ez çûm rûniştim û min hinek tiştê xwarinê xwar û ez vegerîyem hatim di qirexa derya de rûniştim liser kursî kî. Ez helbestnivîser bûm.

…EV JÎYAN…

Bê bext û rûreşe.

Bê wîjdan û bê îman’e.

Bere carek dî newê.

Ev jîyan bê bext.

..Em mirin hey mirin…

..Kom bi kom bi hazare. .

..Penaber bûn bi mîlyone.

..Perîşan bún zarok û kàl.

Ev jîyan bê bexte bere newê.

Xera bû war û Malbat.

Xemgîn bûn dil û can.

Winda bûn nas û cîran.

..Malbat mane bê Semyan.

..Em bûne mihacir.

..Li ber derîyê xelkê.

..Ev jîyan bê bexte bere newê.

Xera bûn xanî û bajar.

Mirin xort û keç û ciwan.

Rabû ferman û tofan.

Em mane ber derîye bê çâr.

Ev jîyan bê bexte bere newê

 

Min helbest xilas kir û çûme qonaxe vapurê. Suwar bûm û vapur liser avê meşî. Di wextekî kinde li qonaxê daketim.Êdî wextê gavê nû hatibû. Çend nas hebûn divabe agahdar bibune ku ez li bajarê metropolê me. Yek li pozê zeytûnê bû. Min mala wî pirsî û min derxist (O.B.).Ez gihiştim ber derî min li derî xist hevjîne wî derî vekir. Dema ku ez dîtim şaş bû jî kêfa. Em nasê hevdû bûn. Min ku kî heye?Ku kerembike were xanî û bavê zaroke haxte werê. Ez hên derbas ne bû bûm hat.Dema ez dîtim ma sekinî, mîne ku lâl bibê. Ku tu derbas bibe xanî, ez biçim nan bistînim û têm. Çawa diçê, rast û rast telefon didê malbata xweyî li Nisêbîn’e wêran. Çawa malbat his dikê li.serdorê belav dibê ku ez li.bajarê metro me….Ez li benda wî mam nehat ,ez rabûm derketim çûme navçeye berçem. Nasekî dîtir liwir bû cildirovanbu, min pirsî û çûme cîyê kârê wî. Dema ez dîtim cemidî. Me l hevdû pirsî û min ku ez ne jibon mêvandarîyê hatime. Min xwest em hevdû bibînin û vaye me hevdú dît û wext nema ez diçim bi xatirê te…..

Wext dibû Bihar.Roj û Rojev tevde germ dibun. Newroz bandikir di got vaye ez hatim..Dilê min li xerîbîyê dikire nale nal.Min ew roj xwest ez hev welatî kî xwe bibînim. Jê bi pirsim bê çi li welat heye û çi nîne. Ez çûm cîyê ku lê di xebitî. Gihiştim cem wî. Dema ku ez dîtim gelek kêf xweş bû. Li cem min braderekî dîtir jî hebû. Jibon me xwarin û qahwe îkram kir (S.C.).Sohbet dest pê bû û gelek bi kêf.Di warê sîyasî de gûhertin xûrt pêk di hat.Ew tirse leşkerî roj bi Roj cîyê xwe dida merhela sîyasî. Partîyê ku qedexe bûn ,bi navê nû di vebun û Sîyasetmedar dadiketin meydane.

Min rewşa welat ji hevwelatî pirsî. Ku rewş ne xerabe. Nerm bûn dest pê dibê û di warê sîyasîde gavê nû têne avêtin.Di destûre de gav tên avêtin û gûhertin heye. Min ku hûn kârin liser dozekê lîkolîn bikin?Ku serçave. Telefon dayî çend dera û mizgînîke xweş da min ,ku dozeke we liser wext dosya hatîye girtin û tehluke tûneye. Min ku ev gelek başe. Wext bûbû dereng me destur xwest û em rabûn, çûne mêvandarîyê. Me şevbihêrka xwe liwir derbas kir û çûne male braderekî jibon raketinê. Ez Ketim nav livîne û çend deqîqe tefekûr bûm. Min ku êdî wextê ez vegerim welat hatîye. Sibehê ez zû rabûm. Min ji braderê ez mêvanê wa bûm,min mesele vekir. Biryare me bu yek.Min xwe amede kir ku derkevim ser rêçkâ welat xeber hat ku li bajarê Zeynelabîddîn,ê oldar ji minasebeta hilbijartine Heremî kûştin çê bûye. Me tevde ku ev ne xebereke xweş bû. …Min biryar dabû. Brader bi minre hat û em çûne gerajê. Min pilêta xwe sitand û piştî çend deqîqe wesayît bi rê ket.Min ku vaye ez têm welato. Tu kes ji vegera min ne agahdar bû. Ez gelek westîye búm. Raketim û dema ku ez hişyar búm ,em gihiştibûn bajarê Lerî û Lorî. Wesayît çend deqîqe rawist û piştre meşî. Ber êvar kî ez gihiştim Nisêbîn’e wêran. Xemdar weke hercar. Xwîn rijabu,Nisêbîn dîse birîndar bûbû û di birînê xwede di nalî. Piştî li.gerajê peya bûm, ez çûme male birayê xwe, min liwa pirsî û ez ne sekinîm, brazî yê min (H.T.Ç.)ez bi traktorê birim kelha Dîrokî. Em gihiştin qesra Ehmedê sofî. Dema em gihiştin ber derî. En li malê raketibun, bavo û hevjîne min û zarokê min bûn. Min li derî xist, bi heyecaneke mezin bavo ku ma ew kîye..?Min kû ezim bawer nekir.Min dubare kir ku ezim,minasebeta ku bawer ne dikirin ,jiwa were ku ez mirîme.

 

 

 

Back to top button