DosyaRojev

Milîsên PYDê li ser nediyarkirina çarenivîsa rojnamevanan de rijd in

55 roj li ser revandina rojnamevan Sebrî Fexrî nûçegîhanê Azadiya Rojavayê Kurdistanê, ARK TV û Rêbaz news, herweha herdu rojnamevan Dara Ebdo û Ehmed Sofî ku ew jî nûçegîhanên ARK û Rêbaz news in, ku 40 roj li revandina wan, ji aliyê milîsên PYDê re derbas dibin, hîn jî çarenivîsa wan ne diyar e û PYDê bi tometên nerast ew binçav kirine.

Di 19ê Sibata 2022yan de milîsên PYDê rojnamevan Dara Ebdo ji bajarê Hesekê herweha Ehmed Sofî ji gundê Bane Qesrê yê ser bi bajarê Dêrika yê Rojavayê Kurdistanê ve revandin. Herweha rojnamevan Sebrî Fexrî ku ji 5ê meha bûrî ji bajarê Qamişlo bi tometên dûr ji rastiyê revand, bi şêweyekî hovan hersê rojnamevan revandin.

Rojnamevan endamên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê ne Sebrî Fexrî û Ehmed Sofî weke endamên Encûmena Herêmî di partî de cihê xwe digirin, û Dara Ebdo endamê Encûmena Şaxî ya partî ye.

Ji bilî rojnamevanan bi dehan ji xebatkar di zîndanên PYDê de û çarenivîsa wan ne diyar e ku Ebdulxefar Mihemed endamê encûmena herêmî di xwecihiya şehîd Nesredîn Birhik de ku di 21ê Nîsana sala bûrî 2021ê de hatiye revandin, ta niha tu agahî li ser wan tune ne.

Ev yek di demekê de tê ku lîsteya ENKSê ya navên revandiyan pêşkêşî fermandariya QSDê kiriye tu zanyarî li ser wan tune ne, navên di lîsteyê ev in:

1- Serkirde Behzad Dorsin, Endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya-Di 24ê Cotmeha.2012an li gundewraê Dêrikê hatiye revandin.

2- Çalakvan Nîdal Osman – Di 24 Cotmeha 2012an li gundewraê Dêrikê hatiye revandin.

3- Parêzer Idrîs Elo-Endamê Rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya di 08ê Mijdara 2011an li Efrînê hatiye revandin.

4- Ehmed Sîdo- Endamê Rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya di 09ê Cotmeha 2013yan li taxa Şêx Meqsûda Helebê hatiye revandin.

5- Fûad Ibrahîm-Endamê Xwecihiya Dêrikê ya ENKS-Di 2 Adara .2017an li gundewraê Dêrikê hatiye revandin.

6- Çalakvan Emîr Hamid-Endamê Rêxistina Soz ya Ciwanên Kurd-Di 11 Çileya .2014an li Dirbêsiyê hatiye revandin

7- Cemîl Bavê Adil-Di 13.Tîrmeha.2012an li Qamişlo hatiye revandin.

Tevî ku danûstandin navbera ENKSê û PYNKê de dest pê kirine û diyarkirina çarenivîsa girtî û revandiyan merceke serek ye li cem ENKSê ji bo serxistina danûstandinan lê rêveberiya PYDê wê mercê paşguh dixe û ta niha li ser nediyarkirina çarenivîsa girtiyan û kiryarên revandin rijd e, û merem û armanc ew ku jiyana siyasî tune bike û rastiyan veşêre û şêniyên kurd bixapîne û herdem di xenan de bihêle.

Back to top button