Vîdeo

Mihemedê Hecî Mehmûd di derbarê 16ê Cotmehê de dibêje

Mihemedê Hecî Mehmûd di derbarê bûyerên 16ê Cotmehê de dibêje: Kerkûk û hemû tiştek li wî bajarî di destê Kurdan de bû. Kurd di evreyê de bûn, 16ê Cotmeha 2017an, şûrekî gellekî xirab bû li Kurdan ket û Kurdan bi xwe ew şûr li xwe dan.Herwiha got: 16ê mehê dawîn roj bû, ji ber ku ew pirose ji 12ê mehê ve destpê kiribû û hemû navçeyên derdora Kerkûkê berî 16ê mehê hetibûn radestkirin.Kurê Mihemedê Hecî Mehmûd bi xwe jî berî niha li Kerkukê şehîd bibû û ew bi xwe jî du caran li li Kerkûkê birîndar bibû. Hecî Mehmûd dibêje: Dema navçeya Mela Ebdella ket, Şehîd Hisên Mensûr hat ber çavên min û dema gotin ku Tel El-Werd ket, Şehîd Elî Axa û Eta yê min dihatin ber çavê min. Dema gotin ku Mekteb Xalid hat radestkirin, Şehîd Şêrko Şiwan hat ber çavê min, lewra dibe ku ji hin kesan re, ketina Kerkûkê yek carê nexweş be, lê ji bo min çendîn caran nexweş bû.Di 16ê Cotmeha 2017an de, Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê, bi alîkariya beşekî ji fermande û serkirdeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, bajarê Kerkûkê dagîr kirin. Piştre hêdî hêdî dijatiya Kurdan destpê kir û bi dehan Kurdên navçeyên Duzxurmatû, Kerkûk û derdora wan şehîd bûn û hatin derbiderkirin.https://www.facebook.com/kurdistan24.official/videos/2231664333722582/

Back to top button