Cîhan

Midaxela leşkerî li dijê Surî di rojevê de ye

Li Surî rejim dihejine. Piştî bûyerên doh li Hamayê, Derêzor û li Dera çêbûyîn û 140 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûyin û herweha gelek xelk hatin girtin, welatên wek Almanya, Fransa, Britanya û Tirkiye rejima Bişar Esed şermezar kirin û daxwaz kirin ku li himber van kiryaran helwestek navnetewî bête nîşandan.

Hinek ji van welatan daxwazî ji YN kirin ku civata ewlehiya YN di cih de bicive û di derbarê Surî de biryarekî bigre. Li ser van bûyeran wezîrê derve yê Britanya William Hague daxuyaniyekî de ragihand û got: Ne dûre ku li dijê Surî midaxeleyek leşkerî werê kirin..“

Back to top button