CivakRojev

Mezelê Jina Emînî hat hilweşandin

Mezelê (gora, tirba) jina Kurd Jîna Emînî ya ku li Tehranê jiyana xwe ji dest dabû, ji alîyê kesên nenas ve hat rûxandin.

Birayê Jîna, Eşkan Emînî li ser hesabê xwe yê înstagramê dîmenên tirba xwişka xwe ya ku li bajarê Seqizê hatiye rûxandin parvekir û got, “Hin kes cara duyemîn e camên tirba xwişka min dişkînin”.

Jîna Emînî, berî 8 mehan li girtîgeha polîsên exlaqî ya Tehranê jiyana xwe ji dest dabû û piştî mirina wê jî xwepêşandanên ku li Rojhilat dest pê kiribûn li seranserê Îranê belav bûn û bi mehan bû sedema xwepêşandanên berfireh.

Eşkan Emînî di berdewamîya parvekirina xwe de wiha got: “Cama li ser kevirê tirbê jî we aciz dike. Ger hûn hezar carî bişkînin emê ji nû ve ava bikin. Ka em binerin bê kî diweste“.

Herweha malbatên kesên ku di xwepêşandanên dawî de jiyana xwe ji dest dane dibêjin, gorên zarokên wan ji alîyê kesên nenas ve hatine hilweşandin.

Back to top button