Polîtîk

Meydana şerê PKK û Tirkiyê ne li başûrê Kurdistanê ye

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di ragihandina xwe de îdîa dike ku, dê devera Amediyê li Başûrê Kurdistanê bibe cihê leşkerê û îstîxbarata Tirkyê. Lê berpirsên deverê ve îdiayê cidî nabînin û red dikin.

Li ser van nûçeyên PKKê û ragehandina nêzîkî wê, malpera Bergeh, ji Emer Oreyî berpirsê liqa PDKê yê Amediyê, pirsyar kir û wî di bersivê de van  gotinên PKKê red kir û got: PKK van nûçeyên xwe dike hêcet daku liser kiryarên xwe li wê deverê berdewam be.

Oreyî dbêje: Tu bingehên ku tiştên PKK dibêje tuneye û ne rastin. PKK tenê dixwaze vê yekê bike wek tohmetekî, da ku li vê deverê kiryarên xwe de berdewam be. Ya rast leşkerên Tirkiye û çekdarên PKKê bi hevre bûne sedema problema ji bo xelkê deverê. Herdu aliyan devera me kiriye cihê tesfiya hesabên xwe.

Oreyî got: Meydana şerê PKKê û Artêşa Tirkiye ne başûrê Kurdistanêye. Cihê wan nav xaka bakurê Kurdistanê û Tirkiye ye. Ev herêm bi xûna şehîdên Başûr hatiye azad kirin.

Berdewamiya daxûyaniya xwe de Oreyî dibêje: Ya rast meydana şerê wan ne ev dever e. Me ev dever bi xwîna paqij ya şehîdên xwe rizgar kiriye. Miletê me gelek serdeserî dîtiye û gelek qurbanî dane. Bese bila hêw nexweşiya miletê me zêde nekin. Xelkê devera me yên guneh dibin qurbaniya şerê herdu aliyan. Herdu alî jî xelkek guneh yên bê alî şehîd dikin. Di nava 2 salên derbasbûyî de 14 welatiyên bê tawan ji aliyê lêşkerên Tirkiye ve hatine şehîd kirin. Ew bi hêceta hebûna çekdarên PKKê li deverê hatin şehîd kirin. Herweha 3 welatiyên bê guneh ji aliyê PKKê ve hatine şehîd kirin. Ji aliyek din ve jî devera Nêrwe, Rêkan û Doskî ji bo van şeran hatine vale kirin.

Berpirsê liqa Amediyê di berdewamiya gotinên xwe de dibêje ku çekdarên PKKê xwe gelek nêzîkî gundan dikin û leşkerê Tirkiyê bi hêceta hebûna çekdarên PKKê gundan bombebaran dike û di encam da xelkê devera me zererek mezin dibîne. Her dû alî rewşa jiyana xelkê ber çavan nagirin.
Gelek girînge ku, PKK ji berî her kesî rewşa deverê ber çavan bigire.Lê mixabin berewajî vê dike û tu carî ev yek nekiriye û nebûya arîkar jî.

Back to top button