Polîtîk
Mesrûr Barzanî: Rê nadeyn çanda pêkvejiyanê bê şêlû kirin
Mesrûr Barzanî endamê polîtbûroya Partiya demokrata Kurdistanê li ser malpera xwe ya Facebookê de bûyerên têkderane yên duhî li bajarê Zaxoyê û derdûra wê qewimîn şermexar kirin.
Herwesa Mesrûr Barzanî daxazê ji xelkê Kurdistanî û bi taybetî cemawerê zaxo dike ku ji karên têkder xwe dûr bikin û li gor qanûnê yevbigerin:
– Tevî şermezarkirina wan karên têkderên li bajarê Zaxo û derdûra wê çêbûyn,hêvîdarim hemû alî bi hsteke berpirsyarane reftarê bikin û rê nedin ku çanda pêkvejiyanê û xweştiviyê li herêma Kurdistanê bê şêlû kirin. Pêwîste rêz li azadiya hemû dîtina bê girtin û ji bo me hemûyan qanûn serwer be.