Civak

Mesrûr Barzani cejna gelê Kurdistanê pîroz dike

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani bi minasebeta Cejna Remezanê peyamek a pîrozbahiyê belav kir.Peyama Mesrûr Barzani:Bi navê Xwedayê Mezin û MîhrebanBi minasebeta cejna Remezana pîroz, pîrozbayiyên xwe pêşkêşî malbata serfiraz a şehîdan û pêşmergeyên qehreman, karmendên Civata Ewlekariya Kurdistanê, polîs, misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim îbadetên vê mehê yên tevahiya misilmanan qebûl bike û canê pêşmergeyên qehreman û hêzên ewlekarî ku bê beranber bi canê xwe beravanî ji xal û gelê Kurdistanê dikin biparêze.Hêvî dikim ew cejna han hander be bo bihevre sazan(lihevkirin) û lihev hatina part û aliyên nîştimanperwer û dilsozên Kurdistanê daku bi yek projeya yekgîrtî ya nîştimanî mafên xwezayî û destûrî yên gelê me bidest bixin û xwesteka rasteqîn ya gelê Kurdistanê bo jiyaneke serbixwe û şikomendane bi ser bixin.Mesrûr BarzanîŞêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê

Back to top button